Kubra Sagir û hemû şêr û şepalên li Zanîngeha Bogazîçiyê dagirkirina Efrînê protesto kiribûn îro hatin berdan. Azadbûna Kubra
Sagir xanimê û her 13 hevalên wê ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim.
Çavê hemû dost û hevalê û malbatên wan ronî be...
Kubra Sagir û gelek keç û xortên Zanîhgeha Bogaziçiyê ji ber ku dagirkirina Efrînê protesto kiribûn li ser daxwaza Erdogan hatibûn girtin û ev du meh in di zindanên tirkan da êsîr bûn, îro hemû hatin berdan.
Azadbûna van şêr û şepalên kurd yên wêrîbûn li hemberî artêşa dagirker serî hildin, wek hemû kurdên welatparêz û bi qasî malbatên wan, ez jî kêfxweş kirim.
Hûn serbilindiya gelê xwe ne.
Ez, Kubra xanimê û hemû keç û lawên ez navên wan nizanim ji dil û can û bi hurmet silav dikim..
Serketin ya me ye, emê welatê xwe azad bikin. Tu zulm û teror nikane me ji vê rêya me vegerîne…
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin berdan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar