Ez û Dr. Haşim Ahmedîzade, piştî semînera wî ya li ser rola
romanê, çîrokbêjiyê li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê.
Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî Dr. Haşim Ahmedîzade
li ser rola romanê, çîrokbêjiya nivîskî li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê
semînereke pir hêja da.
Dr. Haşim Ahmedîzade ji nivîskarê romana Don Quijote(Don Kîşot) û bavê romana modern(hemdem) Servantes dest bi semînera xwe kir û ji Don Quijote û edebiyata nivîskî ya cîhanê, bi taybetî jî ji rola romanê û edebiyatê di çêbûna miletan da gelek analîzên hêja kir. Got di vî warî da kurd gelkî paşdamayîne û ev yek jî dibe sebebê jariya şiûra netewî.
Li gorî Dr. Haşim Ahmedzade di tekamulbûna miletan da, di çêbûna hizir, fikir û şiûrê netewî da rola romanê û edebiyata nivîskî pir mezin e.
Ahmedzade, di serî da li ser teoriyên romanê û tarîxa peydabûna romanê rawestiya û gav bi gav analîz û krîtîka romana îro kir û li ser romana kurdî, tarîxa wê û rola wê ya di şiyarbûna kurdan da rawestiya.
Semînereke bi mistewa û pir hêja bû. Guhdarîkirina akademîsyen û ronakbîrên wek Haşim Ahmedîzade wek kurd meriv gelkşî dilşa û serbilind dike.
Bi hebûna Haşim Ahmedzade û kesên wek wî pir kêfxweş im. Gelek spas Dr. Haşim Ahmedîzade ji bo wê semîner û analîzên te yê hêja…
Li ser romanê û tesîra wê ya li ser netewe, zimanê standart û
xurtkirina hest û şiûra netewî xebeteke pir hêja ye, her nivîskar û edîb dibê
vê berhema hêja miheqe bixwîne.
Li ser vê mijarê kitêbeke Dr. Haşim Ahmedzade ya bi navê "Romana kurdî û nasname" ji alî weşanxaneya AVESTA ve hatiye weşandin.
Kibêbeke wî ya din jî bi navê "Ulus ve Roman/Netewe û Roman" di sala 2004a da ji alî weşanxana Perî ve hatiye weşandin. Herdu ne eynî kitêb in, du berhemên cihê ne.
Li ser vê mijarê kitêbeke Dr. Haşim Ahmedzade ya bi navê "Romana kurdî û nasname" ji alî weşanxaneya AVESTA ve hatiye weşandin.
Kibêbeke wî ya din jî bi navê "Ulus ve Roman/Netewe û Roman" di sala 2004a da ji alî weşanxana Perî ve hatiye weşandin. Herdu ne eynî kitêb in, du berhemên cihê ne.
Weleh divê ez vê kitêba hanê vê havînê teqez bixwînim..
SvaraRaderaMin jî nexwendiye lê naveroka kitêbê di semînera xwe da got. Merivekî têra xwe zanaa û întellektuel e. Bi hemûna kurdên wiha meriv kêfxweş dibe.
RaderaEzê jî kitêbê bi dest xim.