Yanî Nazli xanim dibêje, heger HDP di bin barajê da nemîne û têkev meclîsê, ev netîce ewê rê li ber perçebûbûna tirkiyê bigre, nehêle Kurdistanê çê bibe…
Ne Vazli Ilicak tenê, gelek tirkên jîr û biaqil, yên ku naxwazin kurd bibin xwedî dezgehên netewî, yên ku naxwazin kurd ji bin destê tirkan derkevin û li welatê xwe bibin xwedî desthilat jî wiha difikirin.
Loma jî hin tirkên wek Nazli Ilicak biaqil dibêjin, ji bo silameta Tirkiyê ya başe ewe ku tirk di vê hilbijartinê da rayên xwe bidin HDPê û bi vê riyê HDPê ji kurdayetiyê dûr xin.
Pir ne dûr e ku Nazli Ilicakê ji HDPê bikin namzet jî. Çimkî bi çend çepên tirk rayên tirkan nayên girtin, ji bo girtina rayên tirkan dibê hin kesên wek Nazli Ilicakê bikin namzet.
Nuha li ser navê kurdan 5-6 tirk di meclîsê da ne, heger HDP di vê hilbijartinê da barajê derbas bike, wê demê ev hejmar ewê derkeve 30-40 kesî. Yanî HDP bi temamî ewê bibe partiyek tirk.
Û ç end kesên wek Adil Zozanî jî wek sûs û ji bo cahilnîşandana kurdan di nava HDPê da hebin û têkevin meclîsê jî ne xem e.
XXX
Şervanên kurd nehîştin Erdogan li qesra xwe
"çîftetellî" bilîze û bîstekê qalça xwe li ba ke!
Li Kobanê biserketina kurdan û têkçûna çeteyên Tirkiyê
bêguman bi Erdogan pir û pir zor hatiye, wek xencerek li dilê wî keve.
Loma jî xwe ji dilşahî, kêfxweşî û pîrozkirinên kurdan pir aciziya kiriye û bi
qerf û tinaz û gotiye, ”kurd çijftetellî dilîzin…” !
Gotineke çiqasî ne xweş, çiqasî eyb! Lê tam bi wî dikeve, mistewaî nîşan
dide.
”Çîftetellî”, lîstikeke du kes bi hev ra dilîze, wek dansoza qalça xwe li ba
dike.”
Erdogan derba xwe xawriye, ew çi bibêje jî hindik e. Heger çeteyên wî li Kobanê
bi ser ketina wî yê li hewşa Qesra Spî ”çîftetellî” jî bilîsta û teqle jî
bavêta.
Lê şervanên kurd ev kêfxweşî di dilê wî da qurçimandin, ew ji lîstina
”çîftetelliyê” mehrûm hîştin.
Bi milyaran dolar û bi tonan çekên wî bi avê da çûn. Loma jî feqîro ji qahra
têkçûnê, xwe dike pêkenîn…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar