31 augusti 2025

Carnan dil diweste

Jiyan riyeke dûr û dirêj e, meriv dide ser û dimeşe. Hin caran di meşê da ji nig bêtir dilê meriv diweste, meriv meşa xwe bêdil didomîne. Carnan jî westa xwe digire.

Dil jî biweste, nig jî biweste dibê meriv dev ji îdîala xwe bernede. Hedefa me xelasbûna ji bindestiyê ye, rê çiqasî dirêj, zor û zahmet be jî emê riya xwe bidomînin, heta ku Kurdistana serbixwe çêdibe, em kurd jî dibin xwedî dewlet.

30 augusti 2025

Ez ditirsim tirk dîsa nehêlin kurd ji bindestiya ereban xelas bibin

Sefîrê(ambasadorê) Amerîka yê Anqerê Thomas J. Barrac gotiye, hevdîtinên HSD´ê û Tirkiyê berdewam in.

Ji bo ku li Kurdistana Rojava îdareya kurdan têk bibin, tirk piralî dixebitin; armanca wan kurdan dîsa bikin bindest.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî gotiye, li Sûriyê PYD û ENKS tenê tuneye, hin partiyên, hin kesên dostên me jî hene. Em bi wan ra dixebitin.

29 augusti 2025

Wexta heliz borî mîrî min...

Sûriye ji destpêkê ne tu dewlet bû, buxçeyeke pînekirî bû. Bi tiliya tirkan û şerê Daîşê û hêzên îslamî pîne yek bi yek ji hev ketin.

Di rastiyê da Sûriye wek dewlet nemaye, herî kêm bûye sê-çar dewletên cihê.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet, tirk bi heraret dixebitin, dixwazin bi darê zorê vê buxça jihevdaketî dîsa pîne bikin.

Tirk li dinyayê bêyî kurdan ne li dijî serxwebûna tu miletî ne

Tirk, bêyî welatên Kurdistan dagir kirine ne li dijî perçebûna tu welatî ne.

Dinya zîfêl zîfêlî bibe, hezar û yek dewletên nuh çêbibin ne xema tirka ye, lê dibê Sûriye ebeden perçe nebe.

Erebên Sûriyê qebûl bikin jî tirk dibêjin em qetîyen qebûl nakin. Serokên Tirkiyê dibêjin gerek Sûrîye perçe nebe, merkezî bimîne. Û gerek kurd jî sîlehên xwe deynin, teslîmî çeteyên ereb bibin, ji bo ku li welatê xwe nebin xwedî desthilat, bindest bimînin.

28 augusti 2025

Mektûbên Perxudres Podcastê


Çendake min pê ra negîhand li podcastên Perxudres Podcastê guhdarî bikim. Şeva çûnî(do bi şev) fersend çêbû, min li ser hev li hemû podcastên min lê gudarî nekiribûn guhdarî kir.

Yek ji yekê xweştir e, meriv jê têr nabe. Wek meriv li sitraneke xweş, tam li gorî dilê xwe gudarî bike.

Podqastên mektûbên guhdaran û bersîvên Emer Farûk Baran muhteşem in. Him mektûb, him jî bersîv ji hev xweştir in.

27 augusti 2025

Dikim nakim nayêm ser dûzana berê

Cergî me mal bar kiriye, em hatine warê xwe yê nuh, ez hîn nehatime ser qeysa berê, min dûzana xwe tekûz nekiriye.

Him ji ber karê pir, him jî ji ber kêfa xaniyê nuh, wek mirîşka ji hêka bibe, ez jî ji nivîsê bûme; lê germ nabim, pir kêm dinivîsînim. Çimkî wexta min tune, serê min pir meşxûl e.
Ji bo nivîsê, xwendinê dibê serê meriv vehesîya yî be, meriv konsatre be, bala meriv ne belayî be.

Xebat û liberxwedana me nebûye keda Bersîs û bi avê da neçûye

-Derba çakûç a herî dawî kevir dişkîne. Lê belê ev nayê maneya derba ewilî bi kêrî tiştekî nayê. Serketin netîceya xebat û liberxwedaneke bênabên e. Hêzê dixwaze, xebatê dixwaze, feqet ne tiştekî ne mimkûn e.
Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Ezm hebe, xebat hebe her tişt mimkûn e. Carnan zû dibe, carna dereng, lê dibe, bi xebatê meriv digihîje armanca xwe.

Xebata me têrê nekir em Kurdistana serbixwe bibînin, lê belê ev yek nayê maneya kar û xebata me kir, liberxwedana me pûç bû, bi kêrî tiştekî nehat. 

26 augusti 2025

Dibê em ji bîr nekin ji hesinê pîs şûrê baş çênabe


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Melazgirê dîsa serê ço û devê tivingê nîşanî kurdan daye, gotiye:

”Yên berê xwe bidin Şamê û Enqerê ewê bi ser kevin, yên li gorî hiqûqa biratî û cîrantiyê tevbigerin ewê bi ser kevin. Yên rêya xwe şaş bikin û li patronên biyanî bigerin, di dawiyê da ewê winda bikin."
Dûra jî devê şûr nîşan daye, gotiye:

”Ez dubare dikim, şûr ji kalanê xwe bikşe cih ji qelemê û gotinê ra namîne…”

Dijminatiya tirkan a li hemberî kurdan ne gelşeke irqçîtiyê ye

Abûqat, lêkolîner, nivîskar Firat Aydinkayayê hêja li ser nîjadperestiya tirkan di kovara ”yenî e”da nivîseke mikemel nivîsîye.

Navê nivîsê bi tirkî” Hayır Irkçılık Degil! Kolonyal Irkçılık”; bi kurmancî: ”Na ne irqçîtî ! Îrqçîtiya kolonyal”

Lînka nivîsê di malpera wî X´ê da heye. Ji ber ku nivîs bi tirkî ye ez lînka wê parve nakim.

20 sal e, belkî jî hîn zêde ye, di medyaya sosyal da ne bi tirkî dinivîsim, ne jî nivîsên bi tirkî parve dikim.