31 mars 2025

Erdogan serokê Sûriyê yê li pişt perdê ye

Hukûmeta Şamê tam ketiye bin destê Tirkiyê, def di hustuyê Ehmed Şer da ye, qolik di destê Erdogan da ye. Erdogan çawa bixwaze wer dike gurmîn. Ehmed Şer qûqle ye, benê wî di destê Erdogan da ye.

Wezîrên hatine hilbijartin jê 3-4 heb ne tê da hemû hemwelatiyên Tirkiyê û zilamên Erdogan in. Serokê Tirkiyê Erdogan serokê Sûriyê yê li pişt perdê ye.
Yanî meriv kane bibêje hukûmeta Ehmed Şer wek kabîneyeke girêdayî Erdogan e. Ji bo wî jî di amadekirina destûrê da kurd nekirin şirîk, di kabîneya hukûmetê da jî cî nedan kurdan.

30 mars 2025

Mele ji vêsê da ye em ji guhan kir !

Nayê kişandin !
Em ji guhan bûn...

Ji berbangê da ye barebar û qareqare mele di hundur malika me da em kerr û gêj kirin.

Lokala wek mizgeftê bi kar tînin 2 km ji mala me dûr e, derî û paceyên me girtî ne, dîsa jî ji dengê mele em ji guhan bûne.

Bi rastî nayê kişandin !

Li welatekî xiristiyan ev barebar terorîzekirina însên e.

Zîyafetên fitarê îsraf e

Ev çend sal in di nava kurdên Kurdistana Bakur da edeteke nuh peyda bûye; di meha Remezanê da beledîye, partî, şexs zîyafetên fitarê didin.

Bi navê fitarê bi sedan kesên ne motaj dawetî xwarina êvarê dikin. Pêşek pere lê mesref dikin.
40, 50 sal berê, 30 sal berê, heta 20 sal berê jî edeteke wiha tunebû, hebûna wê nayê bîra min. Beledîya Wêranşarê tu carî xwarina fitarê nedida bi sedan kesî.

29 mars 2025

Ala Kurdistanê wek şûjinê di çavên wan ra dihere

Çendake hin siyasetmedarên tirk heqaretê li ala Kurdistanê dikin, jê era dibêjin ”potik, paçik” filan û bîvan.
Ji be ku dewlet li pişta wan e çavsoriyê li kurdan dikin. 
Ala Kurdistanê wek şûjina tu çavên wan ra ke, dîtina wê bi wan hewqasî zor tê.
Gava ala rengîn dibînin wek mûmê dihelin, kulek penceşêrê li ser dilê wan çêdibe.
Heger dewlet bêteref bûya nikanîbûn, newêrîbûn vê heqaretê li ala kurdan bikin, kurdan ewê devên wan biçiranda.

Ev neyar gelkî har e

Ji roja Tirkiye ava bûye her hukûmeta hatiye ser hukim antî-kurd bûye, xwestiye kurdan asîmîle bike, helandina kurdan kiriye armanca xwe ya esasî.

Lê dîsa jî tu hukûmetê bi qasî cepha Erdogan-Bahçelî di vê dereceyê da neyartiya kurdan nekiriye.
Cepheya Erdogan-Bahçelî li sê perçên Kurdistanê şerê kurdan dike, li Rojava û Başûr jî axa Kurdistanê dagir kiriye. Li dijî kurdan şerekî mezin dimeşîne.

28 mars 2025

Rojnamevakî swêdî li Tirkiyê hat girtin


Rojnamevanê swêdî Joakîm Medîn do danê nîvro li balafirxaneya Stenbolê hatiye girtin. Joakîm Medîn ji do da ye girtî ye.

Li gorî medyaya Swêd dinivîsîne Joakim Medîn îro tewqîf kirine, şandine girtîxanê.
Joakîm Medîn bi çûna Tirkiyê şaşiyeke pir mezin kiriye. Rojnamevanekî wekî wî, li ser Tirkiyê gelek nivîsên kirîtîk û kitêbeke nivîsî ye dibê neçûya tirkiyê.

Ez jî di çîroka Kitêbxana Medyayê da heme


Dostê minê ezîz Selahettîn Bûlût bîranînên xwe yên li ser avabûna Kitêbxaneya Medyayê wek kitêbeke çap kiriye. Navê kitêbê kiriye ”Meşa Kîso-Çîroka Medya Kîtapevî.”

Karekî pir baş kiriye. Beşek ji serpêhatiyên xwe û yên hin kesên din ji mirinê xelas kiriye. Pîroz dikim.

Di rûpela 177-178´a da qala sohbeteke min û xwe jî kiriye. Sohbeta me li ser senîmeyê û senaryoyên fîlman e.

Ji bo nivîsîna vê bîranînê kêfxweş bûm, mala camêr ava be.

27 mars 2025

Serpêhatiyek xweş

Di paceyeke me da problemeke biçûk hebû, bi rehetî nedihat girtin. Ji bo ku emê xênî bifroşin em kul û kêmasiyên hene tahmîr dikin.
Hostakî hat îro çêkir. Min destmiza wî jê ra Swish kir.

Bîstek derbas bû hoste telefonî min kir, got heyra tiştek nehatiye.

Ez matmayî mam. Min bala xwe dayê min şandiye ji yekî din ra. Min numra telefonê ya dawî ji dêlî 3´ 6 nivîsîbû, perê min çûbû ji yekî din ra.

Kûçik li ber deriyê kê be wî diparêze

Mêrik rojekê ji kûçikê tim êrîşî wî dikir, bi harî pê da diewtîya pirsî, jê ra got:

-Kûçikê delal, ez zirarekê nadim te, min tu carî kevirek navêtiye ji te da, min tu carî tu aciz nekiriye, ji bo ku tu kûçik î min heqaret li te nekiriye. Ji bo çi tu dîsa jî her tim tê min, tu wek kûçikekî harbûyî bi min da diewtî? Min meraq kir, sebebê vê êrîşkariya te çi ye gelo?

Kûçik got: