17 december 2013

Kerê di bîrê da

Rojekê li gundekî kerê gundiyekî di bîreke miçiqî wer bû. Heywanê kerr û lal di bîrê da bi saetan li ber xwe da, bênabên ziriya ji bo ku hinek pê bihesin û werin gazî û hawara wî.

Piştî demekê axirê xwediyê wî pê hesiya, çû ser devê bîrê.
Mêrik bala xwe dayê bîr pir kûr e û heywan jî di halekî perîşan da ye. Fêm kir ew bi tenê nikane ker ji bîrê derxe, loma jî bazda çû nava gund, ji gundiyan alîkarî xwest.

Gundî bi hev ketin çûn ser bîrê, ji bo xelaskirina ker hinekî li ber xwe dan, lê bi ser neketin.
Dûra bi hev şêwirîn gotin, heywan ji xwe wa ye di halekî xerab da ye, nuha gelek êşê jî dikşîne, belkî nigên wî jî şikiya bin. Heger ew xelas bikin jî êdî ewê bi kêrî tu karî neyê.

Ji ber wê jî jî biryar dan heywîn xelas nekin, ji dêlî wê ve axê bavêjin ji ser da, bîrê dagrin û ker jî di bîrê da bihêlin.
Her yekî bêrek, tiştek bi destê xwe xist û ax avêtin ji ser heywîn da, bi vî hawî dest bi dagirtina bîrê kirin.

Her ku wan ax ji jorda diavêtin ji ser ker da, ker jî tim xwe ji axê dawdişand, ax di bin wî da kom bû û ew bi ser axê diket.

Wan ji jor da ax bera ser ker didan, wî jî tim xwe dihejand, ax ji ser xwe dawdişand. Ax di bin wî da kom dibû û ew jî pê ra bilind dibû, ax di bin da kom dibû, ew pê ra bilind dibû.

Bi vî hawî, bi xêra axa di bin wî da kom bûbû, ew hêdî hêdî berbî jor ve bilind bû. Û dawiya dawî bîr tije ax bû û ker jî ji bîrê derket.

Gundî bi vê yekê matmayî man, fêm nekirin bê ker çawa ji binê vê bîra kûr hêdî hêdî bilind bû dûra jî derket jor…

Belê, hûn bala xwe didinê, ker bi kertiya xwe di binê bîreke kûr da jî dest ji ber xwe berneda û bi saya liberxwedana xwe ji bîrê derket û xelas bû...

Di jiyanê da, di şertên herî dijwar da jî dibê meriv tu carî teslîmî şertan nebe û dest ji berxwedanê bernede.
Berxwedan jiyan e.

Dewleta tirk kurdan wek neyarê xwedibîne

Huqûqa li Tirkiyê hertim bi çavê neyar li kurdan nêriye û gava fersend çêbûye kurd tim wek neyaran mahkûm kiriye.
Ev, do jî wiha bû û îro jî wiha ye.

Li hemberî texliyenebûna parlamenterên BDP-ê hin îtîrazên ji alî hukûmetê ve tê nîşandan demagojiye, rîyakarî ye.
Parlamenter û bi hezaran siyasetmedarên kurd li ser emir û daxwaza Erdogan û hukûmeta AKP-ê hatin girtin û ev çar sal in di zindanê da ne…

Tiştê em bikin şiyarbûn e, dibê em kurd bizanibin ku ev dewlet bi hemû dezgehên xwe ve bi çavê neyaran li me dinêre. Û Dibê em jî vê rastiyê bizanibin.

XXX
Pêncemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê, daxwaza berdana parlamenterên BDP-ê Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim red kir.
Daxwaza berdana hersê parlamenterên BDP-ê yên din, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş jî ji alî dadgeha 6. Ya Cezayê Giran ve hat redkirin.

Lê parlamenterê CHP-ê yê Stenbolê Mûstafa Balbay, çend roj berê serbest hat berdan.
Ji ber ku li Tirkiyê qanûn ji bo tirkan cihê û ji bo kurdan cihê ye, loma jî Balbay tê berdan û 5 parlamenterên kurd nayên berdan.
Parlamenterê Şirnexê Hesîp Kaplan, li ser redkirina berdana parlamneterên BDP-ê got, ”Ev biryara mahkimê tetbîqkirina huqûqa dijmin e, tetbîqkirina huqûqa kolonyalîzmê ye.”

Ya rast ev e, dewleta tirk ji bo kurdan dadgehên taybet damezirandiye, qanûnên taybet çêkiriye. Yanî dewletê berê jî û nuha jî li hemberî kurdan tim qanûnên yêkolonyalîzmê tetbîq kiriye û îro jî wan qanûnan tetbîq dike…

Û heta ku em bi tirkan ra bin ewê tim û tim jî van qanûnên kolonyalîzmê li hemberî me û siyaasetmedarên me tetbîq bikin.
Ji ber ku ji serê salan da ye bi dehhezaran kurd di destê dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê da êsîr in ez ji hêrsa li ser goştê xwe hûr dibim û bûme wek xuya tu bavê ji ser êgir da…

15 december 2013

Kerê ji paşê nîşan xwest

Çîrokek Ezîz Nesîn heye. Dibêjin li welatekî kerek çû ber deriyê qesra paşê, ji dergevanan ra got, ji bo karekî ez dixwazim herim huzûra paşê.
Dergevan keniyan, gotin de wê da here kerê dîn. Tu ker î çi karê te li ba paşê heye…
Lê ker înat kir, got, dinya jî xera bibe ez ji vir naçim, dibê ez derkevim huzûr apaşê.
Dergevan herçiqas pê da ketin, xwestin wî ji wir bajon, lê ker neçû.
Dawiya dawî dergevan mecbûr man, çûn ji paşê ra gotin, hal mesele ev e, kerek hatiye ber derî, dixwaza were huzûra te.
Paşê got baş e, berdin bira were.
Ker derket huzûra paşê. Paşê jê ra got:
-Hela ka bibêje tu ji min çi dixwazî kerê kêmaqil?
Ker got:
-Weleh ez hatime ji bo ku tu nîşanekê bidî min.
Gava paşê ev daxwaza ker bihîst, gurrînî bi paşê ket, got:
-Tu bi vê kerîtiya xwe çawa dikanî daxwzeke wiha ji min bikî? Carê tu ji tiştekî ra nabî. Mange bi goştê xwe, bi şîrê xwe, bi çermê xwe, bi rêxa xwe ji vî welatî û vî miletî ra xizmeteke mezin dike.
Qantir di herbê da barên herî giran dikşîne û ew jî ji vî welatî ra xizmetên mezin dike.
Ne xêra hespê be em nikanin herin şer.
Ne xêra deve be em nikanin baziganiyê bikin.
Ne xêra pez be milet ewê bê şîr û bê mast bimîne.
Kerê dîn, ma tu ji çi ra dibî, te çi kiriye ku ezê rabim nîşanekê bidim te? Hela ka ji min ra bibêje ?

Ker, bi dengekî pir cidî got:
-Ya paşayê min, tu şaş î, esas xizmeta herî mezin heta nuha me keran ji te ra kiriye. Heger bi hezaran qûlên te wek min ker tunebûna, ma tu qet dikanîbû li ser textê xwe rûnişta? Tu bi xêra pirbûna kerên wek min li ser hukim î. Loma jî rabe û rûne ji qûlên xwe yên ker ra dua bike. Bi xêra hebûna kerên wek min tu vê saltanata xwe didomînî. Loma jî min nîşan heq kiriye, ka nîşana min bide...

Li Kurdistanê herkesî bi kurdî dizanîbû


Weşanxaneya Avestayê kitêba rêzimana kurdî(1787) ya dîrokî ya Garzoniyê îtalî ji nuh ve çap kiriye. Rohat Alakom jî di sala 1987-a ev berhem bi xebeteke pir hêja bi kurdan da nasîn.

Di berhema Garzonî da li gel hêjayiya kitêbê, ji bo me kurdan agahdariyeke pir hêja jî heye, Garzonî dibêje:

“… Îsevî di navbeyna xwe de zimanê bi kar tînin, nastûrî zimanê keldanî, yakubî zimanê asûrî, ermenî jî zimanê ermenkî bi kar tînin; lê divê herkes zimanê kurdî bizane, ne tenê ji bo danûstendinên xwe yên bazirganî li gel misilmanan, her wiha ji bo karên xwe yên bi beg re jî” (p. ..

Ev agahî tê maneya ku 250 sal berî nuha jî li Kurdistanê kurd di piraniyê da û serdest bûn. Loma jî ne ew, ferdên miletên din fêrî kurdî dibûn.

Xwediyê welatekî kî be, zimanê wî welatî çi be eqaliyetên ji miletên din fêrî zimanê wan dibin.

Li welatê ereban hemû eqaliyet fêrî erebî, li Îranê fêrî farisî, li Îngilistanê fêrî îngilîzî, li fransayê fêrî fransî, li împeratoriya osmanî jî fêrî osmanî û li Kurdistanê jî herkes fêrî kurdî bûye û dibe.

Lê belê kurd fêrî ermenkî, asûrî û îbranî nebûne. Fêr nebûne ji ber ku ew ne mecbûr bûne, ji ber ku ew xwediyê Kurdistanê, hakimê bazarê û di warê leşkerî û siyasî da jî serdest bûne. Loma jî miletên din fêrî zimanê wan bûne.

Mesela nuha ne tirk, kurd fêrî tirkî dibin. Ji ber ku ew serdest in, hukim di destê wan da ye.

Û dema Garsonî qal dike û berê wê jî li Kurdistanê rewş belovacî wê bû, wê demê kurd hakimê welatê xwe bûn û loma jî xelk fêrî zimanê wan dibû.

Êlas Efendî


Kokteyla kitêba Enwer Karahan, "Siwarê Şînbozê ÊLAS EFENDÎ" do li Kitêbxaneya Kurdî pir baş derbas bû. Êlas Efendî ji dêrikê ye, apê bavê Edîp Karahan e. Edîp Karahan birayê Enwer yê mezin e.

Enwer, bi kurtî li ser jiyan û kitêba Êlas Efendî hin agahdarî da guhdaran û dû ra jî bersîva pirsan da.

Piştî axaftina wî, ji dost û hevalan ra kitêb îmze kir. Kurdên Swêd jî êdî modern bûne, ew jî êdî civînên wiha bê xwarin û vexwarin çênakin. Enwer û APEC-ê şerab û mezeyekî baş jî da guhdaran. Yanî kes bi zikê birçî neçû mal.

Êlas Efendî malmezin û axayekî welatparêz e û ji doza Serîhildana Şêx Seîd da di sala 1925-a hatiye girtin û mahkimekirin. Dû ra sirgûn bûye û gelek tiştên din hatiye serî Dawiya dawî derbasî Binxetê bûye û têkilî Qedrî Cemîl Paşa û Mîr. Celadet Bedirxan ra dane û bûye yek ji kesayetiyê wê derûdorê.

Enwer, bi vê xebata xwe karekî baş kiriye. Her çiqas berê jî Malmîsanij bi kinî qala Êlas efendî kiribe jî, lê bêguman bi saya vê xebataEnwer, Êlas Efenî ewê bêtir were naskirin.

Di nava kurdan da gelek kesên wek Êlas Efendî yên hêja hene, ji gelê xwe ra xizmetên pir hêja kirine. Lê ji ber tunebûna tradisyona nivîsê ew nayên nasîn, li ser jiyan û xebata wan tu belge tunene. Enwer, bi formeke edebî(tarîx bîyografî)Êlas Efendî ji nuh ve bi kurdan dide nasîn û di hafizeya wan da zindî dike.

Xwezî herkesî li ser bav, kal û nasên xwe xebatên wiha bikira û bi vê riyê xizmetek jî bigihînda dîroka kurd û Kurdistanê.

Çare di tifaqê da ye

Li gorî beyana serokê PYDê Salih Muslim, civîna Hewlêrê ya di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da netîceyeke pir baş daye. Wan û PDK-ê û ENKS-ê (Meclîsa Netewî ya Kurdên Sûriyê)li hev kirine. Hemû hêzan bi hev ra biryar dane ku Desteya Bilind ya Kurd ji nuh ve xurt bikin.

Her wisa PYD-ê, PDK-ê û hemû hêzên din li hev kirine ku wek DBK beşdarî civîna Cenevre-2-a bibin.
Bi vê lihevkirina hêzên kurd, hemû kurd dilşa bûn. Ji bo ku kurd li hev nekin gelek xêrnexwazên der û hundur her roj bênabên fêsadî û gelacî dikirin ji bo ku PYD-ê, PKK-ê û PDK-ê bînin hemberî hev û kurdan bera hev din.

Lê şikir wa ye berpirsiyarên herdu aliyan bi berpirsiayrî û aqilekî selïm hereket kirin û di tifaqê da birryar girtin.
Fêsadî û gelaciya hemû fêsad û xêrnexwazan ma ji wa ra...


XXX
Dijminên xwe efû bikin, lê belê navê wan tu carî ji bîr nekin.
John F. Kennedy
Tiştê li ba kurdan kêm ev hafize ye, zû ji bîr dikin...

XXX
Munasebeta di nabêna mezin û biçûkan da wek munasebeta di nabêna bê û gîhê da ye. Gava ba radibe gîha serê xwe ditewîne…
///Konfuçyus

XXX
Orgeneralê teqawit û mahkûmê doza 28. Sibatê û yek ji teorîsyenê dewleta kûr Teoman Koman îro mir.
Koman keftarekî temam bû. Bi emir û biyara wî gelek zarokên kurd hatine kuştin.

Baş bû ku "rahmetî" berî mirina xwe têkçûna dîktatoriya kemalîzmê bi çavê serê xwe dît û ez bawer dikim ev yek di ser dilê "rahmetî" da bu kul û lê axivî û bi wê kulê merezarî bû û çû…

Erê ne xweş e meriv nifiran li miriyan bike û dilê xwe bi mirina wan xweş bike, lê axirê ne yekî ku meriv duayê jî lê bike, "rahmetî" merivekî pir xerab bû û weselam…

12 december 2013

Şerê li ser navê Kurdistanê


Di Meclîsa Tirkiyê da di nabêna parlamenterên BDP-ê, MHP-ê û partiyên din da manaqeşeyên li ser navê Kurdistanê berdewam e.
MHP, AKP û CHP li dijî gotina navên Kurdistanê derdikevin û naxwazin parlamenterên BDP-ê di mclîsa da navê Kurdistanê bigrin devê xwe û bibêjin em ji Kurdistabnê ne.

Parlamenter û cîgirê berdevkê gurûba MHP-ê yê Meclîsê Yusuf Halaçoglu, hebûna Kurdistanê înkar kir û got, ji min ra xerîteyekê ya jî kitêbeke kevn bînin ku navê Kurdistanê têda hebe, wê demê ezê hebûna Kurdistanê qebûl bikim.

Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Zozanî, do sê xerîteyên Kurdistanê yên salên 1893 û 1683 û tarîfa Kurdistanê ya di Kamûsa Şemsedîn Samî (1850-1904) da nîşanî Halaçoglu da û got, de were soza xwe bicî bîne.

Parlamenterê MHP-ê Yusuf Halaçoglu, li dijî van xerîteyên Kurdistanê derket û got ew ne ne rast in, ew hewqasî ne kevn in, ew bi mulehezeyên siyasî hatine çêkirin û nizanim çi û çi…

Û dû ra jî xerîteyeke 1500 sal kevn nîşan da û got, ”li vir Kurdistana hûn qal dikin tuneye, di virda Kurdistan qismekî ji Îranê, Silêmaniyê, Hewlêrê û herêma Nûristanê ye. Bi van xerîteyan dernekevin hemberî min, bi dîroka xwe ya qedîm werin…”

Halaçoglu bi xerîteyên 1893 û 1683-a û bi tarîfa di Kamûsa Şemsedî Samî da nayê serî, ji me yên hîn kevintir dixwaze. Û di xerîteya 1500 sal kevin da jî Kurdistana îro nabîne, loma jî dibêje va ye Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê di vê xerÎteyê da tuneye, tenê qismekî Îranê û Îraqê wek Kurdistan tê xuyakirin...

Dibê hink ji Halaçoglu ra bibêjin ma 1500 sal berê welatekî bi navê Tirkiyê hebû?
Li dinyayê çend welat di xerîteya 1500 sal berê da hene?

Bira 1500 sal li wir bimîne, sed sal berê welatekî bi navê Tikriyê tunebû.
Hezar û 500 sal berê Dewleta Osmanî tunebû û van bajarên Tirkiyê jî hemû yên xelkê bûn. Lê îro bûne yên tirkan e.
Ew ji derva hatine û li ser malê xelkê rûniştine dibe, lê ji bo kurdan nabe.

Tu dibêjî beklkî pêşiyên Halaçoglu ji berê û berê da, ji qal û bela da xwediyê vê axê ne û kurd xerîb in û wek mahciran ji dereke din hatine.

Kurdistan di xerîteyên 2-3 hezar sal berê da hebe ya tunebe qet ferq nake, herkes dizane ku kurd li ser vî erdî ji tirkan û ji hemû pêşiyên wan kevintir û qedîmtir in.

Navê Kurdistanê û xerîteya wê çiqasî nuh be jî ji Tirkiyê kevintir e.
Loma jî bi xwestina belge û xerîteyên dîrokî ne kurd, Halaçoglu ewê li zirarê derkeve. Çimkî pir hindik em xwediyê vê axê û ji vê coxrafyayê ne. Yê xerîb û mahcir Halaçoglu ûpêşiyên wî ne…

XXX
Kê bawer dikir rojekê kurd ewê di Parlamentoya Tirkiyê da biwêribin navê Kurdistanê bigrin devê xwe û bibêjin Kurdistan heye û em ji Kurdistanê ne.

Lê wa ye dibêjin û ji nuha û pêva ewê hertim jî bibêjin. Êdî ew tabû û dîwarê tirsê hilweşiya.

Di vê pêşketinê da para axaftina Erdogan ya çendakî berê li Diyarbekrê û ya di civîna gurûba partiya wî da pir e.
Di van herdu civînan da jî Erdogan navê Kurdistanê bikar anî û got Atarurk jî gotiye Kurdistan.
Ev yek bû sebebê legalîze û normalîzebûna navê Kurdistanê.

Gava Erdogan li Diyarbekrê cara pêşî navê kurdistanê girt devê xwe û ji bo Kurdistana başûr got, ”Herêma Kurdistana Federe”, hesabê wî tiştekî din bû. Lê hesabê mal û bajêr li hev derneket.

Wî qet texmîn nedikir ku ev îtîrafa wî ya bi navê Kurdistanê ewê di meclîsa wî da olan bide û ji teref parlamenterên kurd ve jî were dubarekirin.

Li Tirkiyê guherînên civakî û siyasî ji texmînên me pir zûtir çêdibin. Dibê kurd vê guherînê bibînin û li gorî wê amadeyiyên xwe bikin.

Metîner jî li dijî navê Kurdistanê ye

Parlamenterê AKP-ê Mehmet Metîner , ji ber ku hin parlamenterên BDP-ê di meclîsê da gotina Kurdistanê bikar anîn xwe gelkî aciz kiriye û ji dêlî xwediyê xwe ve şûrê xwe kişandiye û êrîşî BDP-ê kiriye.

Metînerê şelaf(şalûz, dalkavuk)gotiye, ”îfadeya, Kurdistan navê ciyê kurd lê dijîn ne li gorî rastiya Tirkiyê ye. Li gorî baweriya AKP-ê, gotinên wek Kurdistanê û Lazîztanê li Tirkiyê ciyê wan tuneye…”

Şelaf wiha ne, ji bo ku xwe têxin çavê xwediyê xwe û ji wan eferîmekê bigrin dibê şelafiyê bikin.
Hûn dibînin bê çi merivekî rezîl e, di nava 327 parlamenterên AKP-ê da ew li dijî gotina Kurdistanê derdikve û BDP-ê rexne dike. Û di ser da jî ev şelaf dibêje ez kurd im…

XXX
Çawa ku 50 sal, 40 sal berê me nikanîbû tiştê îro kurd li Tirkiyê dibêjin û dikin xeyal bikira, 20-30 salên din jî tiştên kurd ewê bi dest xin herkes nikane ji îro da xeyal bike.

Lê bi şertê ku dibê ”xeyala” kurdan hebe, dibê kurd dev ji xeyala xwe bernedin.
Kurd ewê azad bibin, Kurdistan ewê çê bibe…

XXX
Di salên pêşiya me da li Kurdistana bakur(Tirkiyê)siyasetmedarê bi kurdî nizanibe ewê nikanibe siyasetê bike û wek nuha bibe parlamenter, li bajarekî bibe serokê belediyê û serokê partiyekê.

Meriv di civata kurd da ji nuha da îşaretên vê guherînê û pêşketinê dibîne. Kurd êdî siyaset û kurdayetiya bi tirkî qebûl nakin û di rojên pêş da ewê bêtir qebûl nekin.

Kesên dixwszin di rojên pêş da siyasetê bikin, dibê ji nuha da vê guherîna siyasî ya di civat û şêla kurdan da bibînin û li gorî wê xwe amade bikin.

Çawa ku akademisyenê bi îngilîzî nizanibe heft dîplomayên wî hebin jî li Ewrûpayê nikane di zanîgehan da kar bibîne û bibe xwedî karîyer, li Tirkiyê û Kurdistanê jî siyasetmedarê kurd yê bi kurdî nizanibe ewê êdî nikanibe bibe berdevk û nûnerê kurdan û li ser navê kurdan siyasetê bike…
Ji min gotin…

10 december 2013

Beq nikanin bibin ga

Ez bi xwe hîn nebûme beq…
Rojekê li mêregekê beqek rastî gayekî hat. Di cî da bû heyranê  bejn û bala gê, dilê wî bijiya mezinayiya wî. Ji bo ku ew jî bi qasî gê mezin be xwe nebixand û nepixand û nepixand. Bû wek balonekê. Dageriya ser xanima xwe, jê pirsî, got:

-Xanim, hela carê bala xwe bide min, ma ez jî bi qasî gê mezin bûm?
Xanimê ji vî alî, ji wî alî da bala xwe dayê, got “niç”, tu li ku ga li ku?

Beq bi hêrs hinekî din jî xwe nepixand. Û dû ra got:
- Hela îcar mêze bike, ma îcar jî ez bi qasî wî mezin nebûme?

Xanimê ji mecbûrî dîsa bala xwe da şikil û şemala wî, bi ken jê ra got:

-Tu bi ya min dikî tu yê dev ji vê sewdayê berdî, tu çi biki jî, tu xwe çiqasî binepixînî jî tu nikanî bibî ga, bi qasî gê mezin bibî. Dev jê berde tu yê biteqe…

Li ser van gotinên xanimê beq dîn bû, xwe hinekî din jî nepixand. Lê dawiya dawî got “PEQ” û teqiya…

Hin nivîskar hene beq in, belkî hîn nebûbin beq jî, lê eynî wek wî beqî xwe dinepixînin û dixwazin bibin GA. Bes beq, çiqasî xwe binepixînin jî nikanin bibin GA...

Lê çi heyf ku beqên dixwazin bibin ga, bi vê nexweşiya ”mezintiyê” him xwe dikin pêkenîn û him jî ked û xebta xwe ya salan li ber çavên însanan reş dikin, ji qîmet da dixînin.

Bi hêviya hemû beq rojekê berî rojekê ji vê nexweşiya ”mezintiyê” xelas bibin û bi beqîtiya xwe razî bibin…
Ez bi xwe hîn nebûme beq jî…

XXX
Li Meclîsa Tirkiyê hersê partiyên tirk(MHP, CHP, AKP)li dijî gotina Kurdistanê bûn yek û peyva ”Kurrdistana Tirkiyê” ji reşnivîsa butçeya 2014-a derxistin.

Di dema minaqeşeyên li ser butçeyê da parlamenterên BDP-ê 7 caran gotina ”Kurdistana Tirkiyê” bikaranîbûn û xwestin navê Kurdistanê ji reşnivîsê dernekeve.

Lê bi dengên hersê partiyan(MHP, CHP, AKP) gotina "Kurdistana Tirkiyeyê" ji reşhnivîsa butçeyê hat derxistin.
Ev jî nîşan dide ku hersê partî jî di esasê xwe da ji bo kurdan wek hev in. Di hin tiştên biçûk da wek hev nefikirin jî lê di meseleyên esasî da li hemberî kurdan tim yek in.

XXX
Hemşeriyên min yên Rihayî bi bandroleke pir xweş çûne pêrgî namzedê serokatiya belediya xwe. Ji dêlî ku binivîsin "tu bi xêr hatî", gotine "Tu bi ker hatî."

Bi dîtina min şîareke di cî da û pir bi îsabet e. Dibê piştî hilbijartinan jî wî paşpê li kera wî kin û paşda bişînin Meraşê...