07 maj 2012

Miletê dînê alê


Di fasebookê da bîstek berê ez rastî rismekî hatim, melayekî tirk ala tirk weke pêşmalekê bi hustuyê xwe ve kiriye û wazê dide.

Di binê risim da di nava gelek şiroveyan da şiroveya Seyfî Temel bala min kişand. Seyfî Temel, di şiroveya xwe da dibêje:

”Li bajarê Mûxlayê li navçeya Mîlasê ala tirka bi memberê va daliqandibûn. Min ji mele sewal kir, min got mele ma ev welatê we tu dagir bûye, ana hûn çima vê alê bi memberê va dadiliqînin. Mele got qet pirs neke, dewleteke ehmeqe, guya bira kurd bizanibin ku ev der welatê tirkan e. Min got belê mela welahîn tu rast dibêjî, ev dewlet û zîhnîyet ehmeqe, lewra li welatê me kurdan jî bi tirkî weezê didin.”

Nuha we fêm kir ku bê tirk çima hewqasî bûne dinê ala xwe, Tirkiye û Kurdistan bi wê alê kirine weke derya xwînê û wê li her derê dixin çavên însanan, li mizgeftan bi mîmberan ve dadiliqînin û bi hustuyê melayan ve dikin…

Jı bo ku kurd bizanibin ku ev welat yê tirkan e…
Bi dîtina min mele pir rast gotiye, wekî din tu sebebekî vê nexweşiya alê tuneye.


XXX
Napoleon gotiye, ”kesê ku bikanibe durûtiyê û şalûziyê bike dikane bêbextiyê jî bike.”
Rast e, ji xwe kesên durû û kesên bêbext weke du rûyên pereyê hesinî ne.


XXX
Heger meriv dixwaze serê meriv vehesiyayî be, dibê meriv rişma zimanê xwe û nefsa tim ragire.


XXX
Sirri Sureya Onder gotiye:
"Li welatekî ku li hemberî 45 stargehên jinan yên resmî, 60 kerxaneyên resmî hebin, dewlet li wî welatî bêyî pêzeweng(gewad)ne tiştekî din e."
Tiştekî ku meriv li vê tespîtê zêde bike tuneye,Onder, weke rojnamevan û siyasetmedarekî tirk dewleta xwe bas naş dike, loma jî ji me baştir dizane ev dewlet çi karî dike.


XXX
Rojekê fîlozofê mezin Diyojen di kuçeyeke pir teng da rastî dewlemendekî pozbilind û bêedeb tê. Kuçe hewqas teng e ku dibê yek rê bide yê din, ya na derbasbûn ne mimkûn e.
Dewlemendê pozbilind û qure ji Diyojen ra dibêje:
-Ez ji ber serseriyekî xwe nadim alî.
Diyojen rê dide yê dewlemend û bi dengekî sakin jê ra dibêje:
-Ez xwe didim alî…



XXX
Di civînekê da nîjadperestekî tirk ji bo ku şairê kurd yê bi nav û deng Şêx Riza Talabanî -1842-1910- biçûk bixîne jê ra dibêje:
-Biborin, ma hûn baytar bûn ne wisa?
Şêx Riza Talabanî bîna xwe teng nake û bi dengekî nerm dibêje:
-Belê, ma dereke we diêşe?

06 maj 2012

Erdogan îcar got "yek milet û yek dîn"!


Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe ya Edenê da dîsa dest bi naqararta ”xetên xwe yên sor” kir û got, ”çar xetên wan yên sor” hene. Ew jî, ”yek dewlet, yek milet, yek al û yek dîn.” e.

Erdogan berê digot “yek ziman”, lê îcar gotiye “yek dîn.” Ev jî tiştekî nuh û pir balkêş e.
Gelo Erdogan ji bo çi ji deli zimên va îcar gotiye “yek dîn”?

Piraniya kurdan misilman e û kurd naxwazin dewleteke xiristiy...an jî ava bikin, wê demê ev mesela “yek dîn” çi ye?

Em nuha sebebê wê baş nizanibin jî lê miheqeq sebebek heye.
Carê daxwaza “yek dîn”î, tê maneya înkara hemû dîn û baweriyên din. Li gorî vî emrê Erdogan, dibê êzîdî, elewî û xiristiyan hemû dev ji dînên xwe berdin û bibin misilman.

Ya din, wisa xuyaye ku Erdogan nuha naxwaze “yek ziman”î jî bijmêre û derxe pêş, hîn roja jimartina “zimên” jî nehatiye, lê ewê were.

Ji ber ku bi nejimartina “yek ziman”, Erdogan gelek kurdên pûlperest ji bo armanca xwe ya dûr û dirêj bikar tine û di nava kurdan da propagendeya xwe dide kirin.

Esas gotina yek milet, tê maneya “yek ziman” jî, dema tu hebûna kurdan qebûl nekî, tu hebûna zimanê wan jî qebûl nakî.

Ji xwe sebebê ku hukûmeta AKP-ê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake ev e, ji ber ku ew hebûna miletê kurd qebûl nakin. Gava miletek tunebe, zimanê wî jî tuneye. Mesele ev e.

Erdogan di axaftina xwe ya kongreya Edenê ya AKP-ê da siyaseta xwe ya derbarê kurdan û mesela kurd da wiha aniya zimên:

“Min got çar xetên me yên sor hene. Dîsa min qala sê prensîbên me yên talî jî kir ku em li ser wan jî dixebitin. Çi bû ew çar xetên esasî? Yek, me got “yek milet.” Ji ber ku em li dijî veqetandinê û ne, em li dijî cudaxwaziyê û perçebûnê ne. Tirk, kurd, laz, gurcî, abaza, romen(qereçî), boşnak, arnavut em hemû yek in û bi hev ra ne. Em ferqîyetê naxin nabêna însanan, em dibêjin yek milet. Em dibêjin yek al. Yek al û em nahêlin kes dev bavêje ala me. Rengê vê ala me, xwîna şehîdên me ye. Hîlal îfadeya serxwebûname ye. Ya sêyem jî yek dîn e…”
Erdogan camêr weke herim îcar jî pir vekirî peyivîye, dîsa gotiye kurd murd tunene, li Tirkiyê yek milet heye û ew jî miletê tirk e. Miletên din jî mecbûr in bibin tirk. Lê hin kurdên me hîn jî dev ji piştgiriya AKP-ê û karkiriya hukûmetê bernadin. Esas ew ne li pey rastiyê, li pey nanê xwe ne, loma jî dev ji xenîmeta hukûmetê bernadin...


Serpêhatiyek Sokrates


Dibêjin Sokrates û xanima xwe tu carî li hev nedikirin, nabêna wan gav û saetê şer û pevçûn bû.
Rojekê xanima wî dîsa bi Sokrates ra şer dike, çi tê devê jê ra dibêje. Lê bala xwe didê ku Sokrates qet guh nadê û bi gotinên wê naqehere. Li ser vê, rabûye satilek av bi ser sere wî da kiriye. Sokrates bi dengekî pir sakîn gotiye:

-Piştî hewqas gurre gurre ewran û şîrqîna burûskan min reşêşkek baran ji xwe dipa…



XXX
Ji bo ku meriv sînorên ”îmkanê” bibîne, dibê meriv bêîmkaniyê biceribîne. Ji ber ku gelek tiştên îro mimkûn in, do ne mimkûn bûn.


XXX
Li Sovyetê kurdan zulmeke pir mezin dîtin, dibê ev zulma Stalîn û ya dema Sovyetê ji alî hemû kurdan ve baş were zanîn. Dibê kurd bizanibin di dîrokê da kê, li ku û ji bo çi çavsorî û zulm li wan kiriye. Miletê dîroka xwe nizanibe nikane dost û dijminên xwe jî ji hev bigerîne.



XXX
-Rastiyê bibêje, tu yê mecbûr nemînî ku te çi gotiye bînî bîra xwe.



XXX
Di malpera Avestakurd da xebereke li ser bûyereke li Afrîka Başûr qewimiye heye. Xeber bi risim e. Xeber wiha destpêdike:

”Li Afrîqiya Başûr bûyereke balkêş rû dide. Li dema ku jinik di nava pencên şêr de dihate parçekirin, hevjînê wê rawestiyayî mabû û wêne ji hevjîna xwe re dikişand.”

Ez dest nadim şaşiyên zimên, wan didim aliyekî, tenê dixwazim bibêjim ku lawirê(heywanê) di risim da xuya dike... ne şêr e, PILING e. Ez fêm nakim çawa meriv dikane piling û şêr ji hev negerîne?
Ev cara pêşî ye ku ez rastî rojnamevanekî ku piling û şêr ji hev nagerîne têm.

Gelek kurd şêr û şepal (yanî şêrê nêr û mê) ji hev nagerînin û ji herduyan ra jî dibêjin ”şêr” , ez viya fêm dikim, lê belê jihevnegerandina şêr û piling ez qebûl nakim û loma jî ji Dara Dilbixwîn dixwazim tavilê vê şaşiyê rast bike. Şaşiyeke wiha beloq pir eyb e…


XXX
Hevalno, ji bîr nekin ku zimanê malpera xwe bikin kurdî. Weke min berê jî gotibû, heger di nava 3 mehan da di facebookê da hejmara bikarhênerên kurdî bikartînin nebe 100. hezar facebook ewê kurmancî ji lîsteya xwe bavêje.
Di facebookê da bi karanîna zimanê kurdî vatiniya her kurdî y

05 maj 2012

Erdogan weke generalekî peyivîye



Serokwezîr Erdogan, di Twîttirê da bersîveke pir sert daye rexnegirên artêşê.
Erdogan, ji rexneyên di çapemeniyê da li artêşê û li generalan tê girtin pir aciz bûye û gotiye:
”Heqaretên ku li hêzên çekdar yên tirk, li mensûbên artêşa me ya bi şeref tên kirin bêexlaqî ye, bêedebî ye û zirzopî ye.”

Tam weke çaqokêşekî artêşê û leşkeran peyivîye. Ji ber ku leşker êdî ketine bin emrê wî, loma jî dibê wan baş biparêze.



XXX
Welatekî bêedalet ji mezbeheyê pêva ne tiştekî din e.
//Clemencau
Tu dibêjî belkî camêr li Tirkiyê jiyaye û ev analîz li gorî wê kiriye…


XXX
Nivîskarê fransiz Jean-François Regnard gotiye, ”Li hemberî musîbetên mezin cesaretên mezin dixuliqin.”

Îdeolojiya kemalîzimê jî musîbeteke mezin e, lê li hemberî vê musîbetê liberxwedana kurdan jî cesareteke mezin e. Ev cesareta mezin di demeke nêz da ewê tirk û kurdan ji vê îdeolojiya musîbet rizgar bike.


XXX
Tê gotin ku "zimanê çav dipeyivin li her derê eynî ye." Rast e, ji ber ku dil û çav tu carî derewa nakin.


XXX
Li Sûriyê jî kurd weke başûr berbî dewletbûnê ve diçin. Heger PKK şaşiyan neke û gel ji xwe dûr nexe li Sûriyê jî Kurdistan ava dibe....


XXX
Di malpera Avestakurd da xebereke li ser bûyereke li Afrîka Başûr qewimiye heye. Xeber bi risim e. Xeber wiha destpêdike:

”Li Afrîqiya Başûr bûyereke balkêş rû dide. Li dema ku jinik di nava pencên şêr de dihate parçekirin, hevjînê wê rawestiyayî mabû û wêne ji hevjîna xwe re dikişand.”

Ez dest nadim şaşiyên zimên, wan didim aliyekî, tenê dixwazim bibêjim ku lawirê(heywanê) di risim da xuya dike ne şêr e, PILING e. Ez fêm nakim çawa meriv dikane piling û şêr ji hev negerîne?
Ev cara pêşî ye ku ez rastî rojnamevanekî ku piling û şêr ji hev nagerîne têm.

 Gelek kurd şêr û şepal (yanî şêrê nêr û mê) ji hev nagerînin û ji herduyan ra jî dibêjin ”şêr” , ez viya fêm dikim, lê belê jihevnegerandina şêr û piling ez qebûl nakim û loma jî ji Dara Dilbixwîn dixwazim tavilê vê şaşiyê rast bike. Şaşiyeke wiha beloq pir eyb e…

04 maj 2012

Hukûmet heqaretê li termê kurdan jî dike


Dayika gerilayê HPG-ê Eyşe Mihemed Kutlu, ji ber hovîtiya li ser termê kurê wê hatiye kirin matmayî maye.

Li bajarê Amasyayê di şerekî di nabêna gerîlayên HPG-ê û artêşa Tirk da gerîlayê bi navê Lokman Reşîd jiyana xwe wenda dike. Ji bo teşhîskirinê dayika Lokman Reşîd, Eyşe Mihemed Kutlu diçe Anqereyê û lawê xwe ancax bi deqa li ser hinarika çepê ruyî wî nas dike.

Dayika Lokman Reşîd hovîtiya li ser termê lawê xwe wiha aniye zimên:
”Dema termê kurê min rê min dan, min dît ku çavên wî kola bûn, poz bi temamî heliyabû û guhên wî jî hatibûn jêkirin. Ji bo ku ez dijminên wî kêfxweş nekim, ez nagiriyam. Ew rûmeta min, şerefa min û namûsa min e.”

Ji bo ku însan li merivekî mirî vê nemiroviyê bike dibê cenewar be û ji însaniyetê derketibe.

Bi baweriya min, yên destûrê didin vê wahşetê, vî sûcê li dijî mirovatiyê hukûmeta AKP-ê ye. Heger hukûmeta AKP-ê destûr neda û kesên ev sûc kirine ceza bikira bêguman kesî nikanîbû bi ev hovîtî bi termê xortekî kurd yê hatiye kuştin bikira.

Ji ber ku berpirsiyar îtîrazî vê hovîtiyê nakin loma ev heqareta nemirovî li termê însanekî mirî tê kirin.


XXX
Dibêjin Hîkmet Çetînê licî çûye serdana Mehmet Agarê qatilê bi hezaran kurdî. Nuha ez ji vî babavî, ji vî rezîlî ra çi bibêjim?

Ez xeber û gotinên wî heq kiriye dihêlim ji liciyan ra, Hiko licî ye, dibê berî min licî çend gotinên xweş û weke risasê giran jê ra bibêjin...

Lê ev serdan jî nîşan dide ku Hiko sed qatî ji Agar bêtir neyarê miletê kurd e, ji ber ku herî zêde Agar kurd kurstine û dane kustin loma jî Hiko dihere serdana wî...



XXX
Zanîn çuqasî zêde be derd û xemên dinyayê jî hewqasî zêde û mezin dibin.
Yanî zanîn meriv dike "Eloyê Xemxur"!

XXX
Rast e, kesên bêxeyal tu carî xeyalşikestî nabin, lê belê xeyalên wan jî tu carî birast nagere; çimkî tuneye...
Ev cîhan û mimkûniya nivîsandina van rêzan berhema kesên xwedî xeyal bûn...


XXX
Kî li pey çi ye, dixwaze çi bidest xe û bibe xwesiyê çi, dibê meriv li gorî wê qîmetê bidê.


XXX
Di rojnameya Swêd ya rojê DN da Erik Olsson, li ser Tirkiyê nivîseke pir hêja nivîsîye. Olsson, di nivîsa xwe da li ser rewşa kurdan, rojnamevanên girtî, tunebûna azadiya fikrî tiştên pir girîng dibêje.

Olsson, di nivîsa xwe da şefredaktora... Azadiya Welat Emîne Demîr weke numûne dide û dibêje, Demîr ji ber berpirsiyariya xwe ya Azadiya Welat 138 sal ceza xwariya.

Olsson dibêje, Tirkiyê her çiqasî berendamê Yekîtiya Ewrûpayê be û rewşa wê ya aborî baş bûbe jî lê ji bo rojnamevanan bûye girtîgeh.

Di normalê da çapemeniya swêd zû bi zû rexneyên wiha cidî li Tirkiyê nagre, nizanim gur li ku mir ev nivîsa weşandin.




02 maj 2012

Bîranînek û rexneyek



Di 28-ê nîsanê da Komîteya Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd ya Swêregê, bi minasebeta yekemîn salvegera wefata Turan Seyfioglu li Swêregê merasimek çêkir û roja 28-ê nîsanê weke roja bîranîna şehîdên DDKD-ê yên Swêregê îlan kir.

Bêguman bîrnekirina hevalên xwe wefadariyeke pir baş e, ji bo vê çalakî û biryarê ez hevalan pîroz dikim. Heger şertan dest bida min jî gelkî dixwest ku di nava hevalan da bûma.


Ji ber ku bîranîn bi minasebeta, “Bîranîna şehîd û miriyên DDKD-ê şaxa Swêregê” hatibû çêkirin, loma jî hevalan Turan Seyfîoglu jî weke kadirekî DDKD ya Sêwregê nîşan dane û ew bi wî hawî bibîr anîne.


Bi dîtina min ne rast e ku Komîteya Tevgera Demokratên Şoreger a Kurd ya Swêregê, Turan Seyfioglu weke kadirekî DDKD-ya Swêregê nîşan bide.

Turan Seyfioglu rojekê jî nebûye endamê DDKD-ya Swêregê, ji ber ku ew ne li Swêregê, li Wêranşarê mezin bûye û li Wêranşarê bûye endam û berpirsiyarê DDKD-ê.

Her çiqas bavê Turan swêregî be jî lê Turan Seyfioglu li Swêregê mezin nebûye.
Ez baş nizanim lê belkî jî ew li Wêranşarê hatibe dinê ya jî dema ew zarokekî biçûk bû malbata wî hatibe Wêranşarê.

Turan Seyfioglu, li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê çû mektebê, li Wêranşarê bû endam û serokê DDKD-ê, bû endamê KIP-ê û bû şoreşger.

Yê bi rojan, bi mehan bi dû Turan ketiye, bi saetan pê ra minaqeşe kiriye û ew kiriye endamê DDKD-ê û KIP-ê ne hevalên Swêregî ne, ez im; Zinraê Xamo ye.

Heger îro însan bêbextiyê nekin û rast bipeyivin, kesê ku li Wêranşarê DDKD û KIP xuliqand û kir hêzeke girseyî ez im, yek endam û sempatîzan jî berî min li Wêranşarê tuneye.

DDKD û tevgera Şivan bi min li Wêranşarê bû hêz û ji tevgera kurd ya netewî ra bi sedan kadirên weke Turan Seyfioglu, Sirac Kirici, Mustafa Kiliç, Fethî Yildirim(şehîd ket), Abdo Hançer(şehîd ket), Hasan Gonullu, Mehmet Keskin, Ahmet Yildrim, Fahrî Kaya, Fahrî Înan(şehîd ket), Kazim Ekîncî(şehîd ket) û bi sedan hevalên din hemû bi ked û xebata min bûne şoreşger û kadirên tevgera kurd ya netewî.

Bi qasî serê derziyê jî para Swêregê di qezenkirin û şoreşgeriya Turan da tuneye. Loma jî ne rast e ji ber ku malbata Turan Seyfioglu ji Swêregê ye ew weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were nîşandan û bibîranîn.

Ev şaş e. Turan Seyfioglu, ewladekî Wêranşarê ye, ew li Wêranşarê mezin bû, li Wêranşarê bû DDKD-yî û endamê KIP-ê.

Turan, li Wêranşarê bi hevalên xwe ra xebat kir, li kolanên Wêranşarê belavok belav kir, li dîwarên Wêranşarê slogan nivîsî. Ew li Wêranşarê hat girtin, li Wêranaşrê bû xwedî mal û zarok. Û hemû jiyana xwe jî li Wêranşarê borand.

De îcar çima ewê weke kadirekî DDKD-ya Swêregê were bibîranîn?
Weke min di serî da jî got, jibîrnekrin û bibîranîna hevalan tiştekî pir baş e, dibê meriv li hemberî hevalên xwe wefadar be.

Lê belê dibê meriv dîroka hevalên xwe jî rast bibêje û rast bide nasandin..
Hevalên wefat kirine û şehîd ketine helbet hemû jî ji Kurdistanê û ewladên miletê kurd in, ji vî ya jî wî bajarî ne pir ne girîng e. Lê belê ev yek nabe sebeb ku meriv dîroka wan rast nebêje....
Silav li Turan û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê…










01 maj 2012

Her bijî belediya Sûrê !

Xewn û xeyala min birast geriya...
Belediyeya Sûrê ya Diyarbekirê zarokxaneyeka kurdî vekir. Di zarokxaneyê da karkir û mamoste ewê bi zarokan ra bi kurdî bipeyivin.

Li Kurdistana bakur ev cara pêşîye ku zarokxaneyeke kurdî tê vekirin.
Ev gava belediya Sûrê, gaveke dîrokî û pir bi rûmet e. Ez belediya Sûrê ji dil û can pîroz dikim.

Berî nuha bi çend hefteyan, piştî gazinên Osman Baydemîr ji zarokxaneyên tirkî, min li ser vê meselê nivîsek nivîsî û xwest ku di serî da belediyeyên di destên kurdan dan û kurdên têgihîştî dest bi vekirina zarokxaneyên kurdî bikin.

Berî wê jî ez çend caran li ser vê mijarê rawestiyabûm û min gotibû ku dibê kurd di zûtirîn wextê da dest bi vekirina zarokxanyên kurdî bikin. Ne rast e ku em li bendî dewletê bin.

Nuha qeyda 16 zarokan li zarokxaneyê hatiye kirin. Di zarokxaneyê da ev 16 zarok ewê ji alî mamosteyên kurdîzan ve ji dibistanê ra werin amadekirin.

 Bêguman weke gava pêşî, destpêkirina bi 16 zarokan baş e, lê hindik e. Dibê hejmara zarokxane û zarokan roj bi roj zêde bibe.

Loma jî dibê hemû kurdên têgihiştî û welatparêz, hemû siyasetmedarên kurd miheqeq zarokên xwe bişînin zarokxaneyên kurdî.

 Gava daxwaz, yanî taleb hebe zarokxane jî ewê li pey hev vebin. Yanî her tişt girêdayî daxwazê û bazarê ye. Û ev yek jî di destê kurdan da ye, kurdên ji xwe ra dibêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin.

Ez careke din belediya Sûrê û pêşengên vê gava dîrokî û pîroz dikim û hêvî dikim ku ev gav bi li vir nesekine, li Diyarbekrê û li bajarên din yên Kurdistanê bi sedan zarokxaneyên din vebin.








29 april 2012

Dibê meriv dîroka xwe bincil neke

Di Dunya TV-ê da mele Zeynel Abîdîn bi Murad Ciwan ra hevpeyvînek kiriye. Min bîstek berê lê temaşe kir.

Murad Ciwan di hevpeyvînê da bi yek gotinê be jî qala endametiya xwe ya polîtburoya KIP-ê û sekreteriya xwe ya Partiya Pêşengê nekir. Di ser wê "dîrok û çîrokê" ra qevz kir, nexwest temaşevan bi wê dîroka wî bizanibin.

Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên başûr siyaseteke durû dimeşîne



Tiştê ecêb, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr, li hukûmeta Kurdistana başûr digre hin kes tavilê îtîraz dikin û PKK-ê, BDP-ê û rewşa kurdên bakur nîşan didin, dibêjin weleh kurdên başûr ji me pir û pir baştir in.
Ev şêleke ne rast e, gava meriv rexneyekê li kurdên başûr digre ev yek nayê wê maneyê meriv siyaset û kirinên PKK-ê û BDP-ê diparêze.
Birayên ezîz, helbet rewşa kurdên başûr ewê ji ya kurdên bakur baştir be, ji ber ku ew dewlet in. Mijar ne ev e.
bi baweriya min, dewleta tirk çiqasî dijminê kurdên bakur e, hewqasî jî diminê kurdên başûr e, heger ji destê wan were ewê îro desthilata kurdan hilweşînin.
Lê îro nikanin.
Û ji ber ku bi riya leşkerî nikanin hukûmeta kurd ji ortê rakin, dixwazin bi riya aborî, bi serdestiya zimên û asîmîlasyona kulturî kurdan bi xwe ve girê bidin.
Dema meriv li Zaxo, Duhokê, Hewlêrê digere meriv vê serdestiya tirkan dibîne, bêyî ku meriv bi kurdî û erebî bizanibe meriv dikane li Kurdistanê bijî.
Heta li gelek dikan, mexaze, aşxane û pastexaneyan karkir weke ku li Tirkiyê bin tenê bi tirkî dizanin. Menuyên wan tenê bi zimanê tirkî ye.
Serdestiya zimên bi xwe ra hezkirina ji tirkan û Tirkiyê jî xurt dike û kiriye jî.
Kurdistana Federe beşekî dewleta Îraqê ye û erebî jî li gorî qanûnan li Kurdistanê zimanekî resmî ye. Lê tiştê min dît di bazarê da tirkî ji erebî serdestir û xurttir e.
Rast e kurd bûne dewlet, asîmîlasyona wan weke kurdên bakur di demeke nêz da gelkî zahmet e, lê ne tiştekî ne mimkûn e.
Ya din, armanca mektebên Gulen ne belavkirina ilim Û îrfanê û ya TRT6-ê jî ne tenê weşangerî ye, armanca wan ya esasî di nava kurdan da belavkirina îdeolojiya panturkîzmê ye, xurtkirina tirkîtiyê ye. Dîn, ilim, tîcaret, mekteb, telewîzyon, weşangerî hemû maskeyên vê armanê ne. Dewlet û hukûmeta ku hîn navê herêma Kurdistanê rast nebêje, bibêje ”Iraqa bakur”, dibê meriv bi şik li hemû teşebusên wan binêre.
Heta nuha yek carê jî ne Erdogan, ne Gul û ne jî wezîrekî  hukûmeta AKPê weke mirovan navê Kurdistana Federe negirtine devê xwe.
Gulen jî negirtiye devê xwe. Gulen, li Kurdistanê mekteb ji bo  perwerdeyeke bi kalîte bide zarokên kurdan venekiriye, armanca wî siyasî ye.
Dibê em kurd vê armanca hukûmeta AKPê û ya Gulen yek saniyê jî ji bîr nekin; çimkî ew hîn jî bi çavên neyar li kurdan dinêrin. Hurdu jî gorra kurdan dikolin, herdu jî ji bo kurdan xwedî  planên veşartî ne.
Loma jî ne rast e meriv mektebên Gulen weke yên îngilîzî û TRT6-ê jî weke BBCyê  bibîne.
Dîtineke wiha pir şaş û safîtiyeke mezin e.
Tirk nahêlin kurd kanalên xwe li Tirkiyê vekin û kanalên li derve weşanê dikin jî xera dikin. Heta nahêlin kurdên başûr jî bi tirkî weşaneke azad û bi dilê xwe bikin. Loma jî dibê meriv li hemberî van gavên tirkan hewqasî ne pozîtîf be, tim bi şik lê binêre…





XXX
Ez dibêjim li gel ku tirk, weke dewlet, weke hukûmet û weke milet neyartiya kurdên başûr dikin, lê kurdên başûr, bi soran û kurmancên xwe ve heyranê Tirkiyê û tirkan e. Bi kêmanî ekseriyeteke mezin wiha ye.

Gava yek ji meriv hez neke, bi meriv ra neyartiyê bike, heta navê welatê meriv jî rast nebêje meriv jî gerek jê hez neke. Lê kurdên başûr ji tirkan û ji Tirkiyê pir hez dikin.

Tirk ji kurdî nefret dikin, lê kurdên başûr ji tirkî hez dikin, ji muzîka kurdî bêtir li muzîka tirkî guhdarî dikin.

Kanalên nêzî PKK-ê bi îmkanên xwe yên bi sînor bi kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, tirkî, erebî weşanê dikin.

Îmkanên kurdên başûr di warê madî, siyasî, huqûqî û teknîkî da hezar qatî ji yên PKK-ê zêdetir in, lê dîsa ji bo kurdên bakur qanalekê venakin.

Tirkiye di nava kurdan da bi kurmancî, soranî, zazakî propagendeya xwe dike, lê kurdên başûr li hemberî vê hegomanyaya tirkan gavekê navêjin. Ez vê pasîfiya wan rex dikim, dibêjim gerek ew hî li Tirkiyê propagendeya xwe bikin.