14 september 2026

Li Swêd carnan pereyê bêrîka meriv pere nake


Îro ji bona kirîna tiştekî(alvêrekê)çûm mixazeya MÎOyê. MÎO, mixazeya mobîlya û kelûpelên malê ya Swêd gelkî mezin e, li her bajarî heye.

Min tiştên xwe kirî, ji bo ku perê tiştên min kirîye bidim çûm ber kasê, ketim dorê. Xanima berî min xwest perê nextî bide, keçika kasê got, ”em pera nagirin, dibê tu bi kartê bide.”
Jinikê bi kartê pera da.

Dema dor hat ser min, min got, ”ma hûn perê nextî/kontant nagirin?”
Keçikê got, ”na, em pera nagrin, dibê tu bi kartê bide.”


 Li Swêd ne li MÎO tenê, li gelek derên din jî meriv nikane bi perê fizîkî alvêrê bike, dibê meriv bi kartê bide. Banqe jî ne pera digrin, ne distînin, dibê meriv ji bankomatê bigire, bi bankomatê pera têxe hesabê xwe.
Çimkî hebûna perê fizîkî talûkeyê çêdike, çete dişêlînin. Ji bo wê jî gelek dikan, mixaze pera nagire, dibê meriv bi kartê kirîna xwe bike.

XXX

-Gotina ji dev derdikeve wek fîşeka, guleya ji sîlehê derkeve: herdu jî dikujin. Yek bedenê dikuke, ya din ruh dikuje.

-Minaqeşeya bi kesên cahil ra, wek meriv rengan tarîfî yekî kor bike.

-Guh mede kesên din çi difikirin,tu guh bidî ûjdanê xwe, li gorî ûjdanê xwe hereket bike.

XXX

-Tu carî nebêje bes e, dev jê bermede, carê nebû, careke din biceribîne.
Heger tu ketî rabe ser xwe, tu ne li ser xwe bî, xwe topî ser hev bike; heger tu şaş derketî, ji nuh va biceribîne. Yê di rê da bimîne riya wî naqede.

Her ketinek, rabûna ser nigan fêrî însên dike, her şaşî ji rastîyê ra ye qilawizek e.

///Mewlana

XXX

-Dawiya comerdiyê seadet e
Dawiya virekiyê rezalet e
Dawiya diristîyê selamet e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar