12 september 2026

Çeteyên îslamî li Sûriyê serê ciwanekî me jêkirin û li Kobanê jî 9 kesan kes kuştin !

Do ne pêr(du roj berê), hin çeteyên ereb li Hesekê xortekî kurd ê bi navê Sîpan(Samî Şêxmûs)bi xayinî ji mala wî birin, gulebaran kirin, serêwî jê kirin û vîdeoya wahşeta xwe jî di mdyaya sosyal da parve kirin. Pişta qatilan ne xurt be, ne çeteyên Colanî bin nikanin vê wahşetê bikin.

Samî Şêxmûs endamê hêzên ewelakriyê yê Sûriyê bû, lê çeteyan dîsa jî ev wahşet kirin, heta nuha tu kes nehatiye girtin. Hukûmet jî resmî tiştekî nabêje, tenê dibêjin lêkolîn berdewam e.

Ji ber bêdengiya hukûmetê, ji ber negirtina qatilan xelkê do li Kobanê kuştina Samî Şêxmûs protesto kir.
Çeteyên hêzên ewlekarîyê yê Sûriyê, wek her tim dikin, xelk gulebaran kirin. Li gorî Rûdawê nivîsîye, 9 kes hatine kuştin, 17 kes jî birîndar in. 27 ciwanên kurd jî êsîr girtine, birine Helebê.
Di meşekê da çawa meriv 9 kesan dikuje û 17 kesan jî birîndar dike?
Di girtîxana Kobanê da şewat çêbûye, 26 girtî şewitîne, yên birînên wan giran in hene.
Çeteyên HTŞê bi sîlehên ji HSDê girtin nuha li Kobanê kurdan gulebaran dikin, bi tankên HSDê kurdan dikujin. Serokên HSDê, PYDê li hemberî vê trajediyê dibê xweêiyê li serê xwe kin.

Çimkî em dibînin tu ferqa vê hukûmetê ji Daîşê tune ye, ew jî serê kurdan jê dikin, ew jî kurdan dikujin.

Xwedêgiravî lihevhatin, ÎNTEGRASYON çêbûbû, êdî keç û xortên me ewê nehatina kuştin, çeteyên îslamî êdî ewê zarokên me wek kahr û berxan şerjênekirana.
Lê şerjêkirina Samî Şêxmûs bi vê namerdiyê û li Kobanê gulebarankirina milet, kuştina 9 kesan, birîndarkirina gelek kesan nîşan dide, çete hîn çeteyên berê ne, di siyaseta wan da, di neyartiya wan a li hemberî kurdan da tu gujertin çênebûye.
Heger hîn jî zarokên me ew werin şerjêkirin, heger ji bo protestokê miletê me ewê were gulebaran kirin, di rojekê da 9 kurdan bikujin, weê demê meriv ji serok û berpirsiyarên HSDê, PYDê, YPGê, YPJê, ENKSê bipirse, teslîmîyeta we, jahra we belav kir ji bo çi bû?
Ev çito lihevkirine û ENTEGRASOYON E, ev çito aştî ye?
Dibê hûn hesabê xwîna van şehîdan ji qatilan, ji çeteyên ereb bipirsin, wan yek bi yek ceza bikin.
Heger hûn viya nekin, nikanibin bikin, dibê hûn derkevin hemberî milet, uzrê xwe, efûya xwe ji milet bixwazin û kurdî û meqamên çeteyên îslamî dane we îstîfa bikin. Çimkî hûn nikanin nûnertiya vî meletî bikin, hûn nikanin miletê xwe, zarokên xwe biparên û celadên wan ceza bikin.
Pir xemgîn im, kezeba min dişewite, sê roj in ji qahra, ji hêrsa nizanim çi bibêjim!

NOT:Dibêjin hêzên dewletê xwestine 26 girtiyên di hefsa Kobanê da bibin Helebê, girtî li dijî vê derketine, di hundur da şer derketiye. Ji bo ku neçin Helebê, girtiyan xwe şewitandine, 12 mirî hene, yên din jî birîndar in.

-Li Konaê 9 kess hatin kuştin

 -Li Kobanê agir bi girtîxanê ket

-Xortekî kurd hat şerjêkirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar