26 augusti 2026

Xelkê gelek îcadên aqilê me nagire îcadkirine

Ferzan Şêr li ser teknîka dijîtal kane çi bike agahiyeke pir muhîm daye, gotiye:

”Di kitêban de min ku derê xêzr kiribe, ji bilî derkenaran, ji chatgbtê re dixwînim, ji min re derbasî nivîsê dike.
Ecêb e eyn wek di kitêbê de çawa be wisa dike hema hema.
Dibe ku hemû kitêbên matbû di cîhana AÎyan de barkiribî be. Ne dûrî aqilan e.”

Yanî tu kitêbekê, tekstekê bi kîjan zimanî be dixwînî chatgbt ji zimanê te fêm dike û tiştê te xwendiye wergigerîne nivîsê û dide te.

Chatgbt çi ye, ne çi ye ez nizanim, bi qasî Ferzan Şêr gotiye, bi her zimanî zane û tiştê meriv dibêje, kane binivîsîne.!
Ne karê aqil e, lê rast e. Jixwe îcadên di 100 salê dawî da çêbûne yek jî ne karê aqiê e; ya jî ne karê aqilê me ye.
Ma telefon, telewîzyon, înternet, dron û bi hezaran îcadên din kîjan karê aqil e ku?
Tu li vî serê dinyê, ez li wî serê dinyê li malên xwe rûniştî, ya jî di trênê û di ereba xwe da kanin him bi hev ra bipeyivin û him jî rismê hev bibînin.!
Xwediyên van îcadan ne kûpên aqil, derya aqil in.
Me kal û pîran di taliya umrê xwe da gelek ecêbên aqilê me nagire dîtin. Ez bi xwe nej ê ffahm dikim û ne jî navên wan zanim. Tenê li hemberî tiştê dibînim û dibihîzim matmayî dimînim, devê min hirinekê ji hev dihere.

XXX

Ax li pey însên e, dixwaze însên bikşîna ba xwe. Însan jî di derdê girtina axê da ye. Ji bona hinek ax, ji bona zîfêlek erd ji hev bistînin, qirra hevdu tînin, welatên hev wêran dikin.

Di dawiya çîrokê da her kesê, ax jî, însan jî ewê bibe xwedî ax.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar