05 november 2024

Êrîşên we nikane vî karwanî bisekinîne

Sed sal e pantirkîstên tirk ji bo ku kurdan bikin tirk her riyê bi kar tînin, her zulmê li kurdan dikin.

Di vî şerê man û nemanê da bi milyonan kurd ji Kurdistanê derxistin, li metropolan belav kirin, bi milyonan asîmîle bûn.

Lê miletê kurd neqediya. Bira teslîmîyet li wir bimîne, her ku diçe berxwedan xurttir dibe, micadela antîkolonyalîst berfirehtir dibe.

Erê zayîat pir mezin e, lê yên ji bo azadî û serxwebûna xwe li ber xwe didin jî roj bi roj zêde dibin.
Ev ne cara pêşî ye hûn qeyûman tayin dikin, berê jî we gelek caran ev rê ceriband. Bi vê riyê hûn nikanin bi ser kevin. Miletê kurd bi êrîşên wiha teslîm nabe.
Tarîx şahid e, bi girtinê, bi kuştinê, bi terora bênabên hûnê tu carî nikanibin vî miletî ji riya azadî û serxwebûnê vegerînin.
Bi zulma xwe, bi zalimiya xwe hûn bêtir me şiyar dikin.
Karwan carê ketiye rê, bi zulma xwe hûn çiqasî serî li me bigerînin jî beyhûde ye, ev karwan ewê bigihîje armanc û menzîla xwe.

XXX

Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyeyê Sanchez Amor li dijî tayinkirina qeyûmên ser belediyên Mêrdînê, Batmanê û Xelfetiyê derketiye û gotiye, “êrişeke li dijî demokrasiyê ye.”

Rexneyên wiha kenê serokên Tirkiyê tîne. Dev ji van gotinên bêtesîr berdin, tiştê dibê were kirin bikin.

Tirkiye ne layiqî endamê Konseya Ewrûpayê û NATO´yê ye. Dibê Yekîtiya Ewrûpayê û NATO Tirkiyê ji nava xwe biqewitîne.

Heger hûn cidî ne viya bikin, heta hûn viya nekin Erdogan û Bahçelî ewê hîn gelek qeyûman tayin bikin.

Erdogan hetanî sax be dev ji kursiya xwe bernade.

XXX

Li Îranê hin jinên wêrek li dijî çarçefê, hîcabê, derdikevin, xwe tazî dikin. Zulm û terora li dijî jinan protesto dikin.

Lê êdî dereng e, mele hatine ser hukim û cî dane nigên xwe. Dibê we nehîşta mele werin ser hukim.

Di vir da sûcê komunîstan, hêzên çep pir e, wan jî destek dan Xumeynî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE