Çend roj berê min ev nivîsa jêr bi Messengerê ji nivîskarekî hevalê xwe yê Facebookê ra şand.
Ew û zarokên xwe çûbûn bajarekî Ewrûpayê seyahetê. Berê gelek salan li wî bajarî jiyabûye. Nuha jî bûbû rêberê zarokên xwe.
Rismekî xwe û zarokan parve kiribû û gotibû, ”ji bo sê rojan bi zarokan li
Svîsreyê digerim. Welatê ciwaniya min lê derbas bû.”
Ev rêz ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîbû.
”Merheba E… hêja!
(…)
Tu wek kurdekî zana, bîrewer, siyasetmedarekî xwedî tecrûbe,
çima tu vê cumleyê ne bi kurdî, bi tirkî dibêjî?
Kurmancîya te pir baş e, te kanîbû bigota:
”Ji bo sê rojan bi zarokan ra em li Siwîsreyê digerin. Welatê ciwaniya min lê
derbas bû.”
Here were cumleyeke, ne lêkolîneke felsefî, ilmî ye, cumleyeke basît e.
Gava tu wek siyasetmedarekî, wek nivîskarekî, wek ronakbîrekî kurd vê cumleyê
jî di medyaya sosyal da bi kurdî nabêjî, gelo tu li ba xwe tu gelşekê, şaşiyekê
nabînî?
Ez zanim hin berhemên te yên bi kurmancî hene, lê gava meriv bala xwe dide
malpera te ya Facebookê parvekirinên te gişk, belkî ji sedî 99 bi tirkî ne…
Yanî meyla te, tercîha te ya esasî, zimanê te yê di medyaya sosyal da tirkî ye.
Ji dêlî ku tu zimanê xwe, edebîyata xwe bi pêş xînî, ji ciwanan ra bibî numûne,
tu dost û hevalên xwe, hezkiriyên xwe mecbûrî xwendina tirkî dikî.
Tu merivekî ne motajî şîretên min î, lê min xwest fikrê xwe bibêjim. Emê him
bibêjin em li dijî asîmîlasyonê ne, him jî bi xwe kurdan asîmîle bikin.
Gava meriv bizanibe tiştek ji bo miletê meriv ne baş e, bi zirar e dibê meriv
neke.
Gelek silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
2024-10-27
Stockholm
Camêr bersîva da min, got tu rast dibêjî. Hêvî dikim di rojên pêş da giraniyê bide zimanê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar