20 september 2024

Anter Anter jî îro got bi xatirê we


Lawê apê Mûsa Anter ê mezin Anter Anter îro li Nisêbînê, li gundê xwe Zivingê wefat kir. 

Îro roja şehîtketina bavê wî apê Mûsa Anter e. Apê Mûsa 32 sal berê bi destê sîxurên dewletê bi namerdî hat kuştin.

Tesadufeke pir îstîsna û pir manîdar e; Anter Anter jî di roja şehîdketina bavê xwe da wefat kir, çû ba bavê xwe yê rahmetî.

Mirineke pir bêwext û ji nişka ve bû, hêvî dikim tiştekî din nebûbe sebebê wefata wî.

Îsal li Mêrdînê, di Fûara Kitêban da hat ba min. Got te ez nas kirim?

Min got, çawa te nas nakim! Em çûn lep û ruyên hev, me bîstekê sohbet kir. Min jê ra kitêba xwe îmze kir.
Gorra wî bihuşt be, serê malbatê sax be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE