Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-03-23
Îro li Stockholmê tozan e, ba û bager e, meriv nikane serê xwe ji hundur
derxîne. Baş e ku yekşem e, ez li malika xwe me. Hundur tije kitêb û kovaran,
di ber hev diguherînim.
Ji mesela Eyûb Kemal Adsiz xebereke nuh tune ye. Eyûb ji dema DDKDê da hevalê
min bû, em pir samîbî bûn. Eyûb xortekî zana, kamil û kurdperwerekî pir hêja
bû. Cergî min bihîstiye ji bîra min dernayê.
1996-03-23
*Li çayxanê rastî Firat Cewerî hatim. Nûdem derketibû, da
min. Got min bi postê jî şandiye. Lê min negirtiye. Mihemed Gemîcî jî li wir
bû, got min jî negirtiye.
Ev jimar ji alî naverokê baş e, li ser şiîrê tê da gelek nivîs û hevpeyvîn
hene.
*Min kitêba Osman Şahîn a li ser Bûcaxiyan da Mahmûd Al, ewê bixwîne.
XXX
1999-03-23
*Ji bo ku Mîrhem Yîgît bibînim çûm enîstîtuya wan, lê ne li wir
bû. Min xwest hejmarên dawî yên Azadiya Welat bigrim, gotin nemane. Ez nizanim
ew nivîsa min ji wan reşandibû weşandin ya na.
*Enîs Berberberoglu bersîvek kin daye min, heqaret li min kiriye,
ez biçûk dîtime, gotiye “lawê min.” Min jî bersîvek sert dayê, jê ra eynî tişt gotin.
Min nexwestibû heqaretê lê bikim, lê kemalîstekî pir bêbav e, neyarekî kurda
ye.
*Tunebûna Telewîzyona Medê mal xir û xalî kiriye. Bi min pirr zor tê ez li kanalên
telewîzyonên Tirkan mêze bikim. Loma jî nikanim lê binêrim. Meriv nikane temaşe
bike.
*Min ji malê ra 300 markê D Mark şand.
XXX
2002-03-23
Merheba Turan*!
Newroza te û zarokên te pîroz be!
Min e-maila te nuha bidest xist. Ma tu çawa yî û çi dikî?
Rewşa siyasî li Wêranşarê çawa ye? Min bihîst li Wêranşarê Newroz pîroz
nekirine, gelo ji bo çi?
Viya hema wiha ji nişka ve bû. Bi hêviya di rojên pêş da em
bi hev ra bidin û bistînin.
Ez careke din Newroza te pîroz dikim û di kar û xebata te da
ji te ra serkeftinê dixwazim.
Zinarê Xamo
Not:
Malpereke(sîte) min jî heye, ez nizanim tu qet lê rast
hatiyî ya na? Li jêr ez ji te ra edresa wê jî diþînim. Esas pir kevn bûye, divê
ez nuh bikim, lê ji destê min nayê.
XXX
2023-03-23
Eyşenûr xanim merheba! Çend roj berê birayê min ji Stenbolê
telefonî min kir, got ez li ba xortekî sêrtî me, ji te pir hez dike, dixwaze bi
te ra bipeyive. Kêfa min hat, ez pê ra peyivîm. Got ez hevalê Eyşenûr xanimê
me, em bloga te bi kêfxwşî dixwînin. Navê xwe got, lê min ji bîr kir. Bimîne di
nava xêr û xweşiyê da. Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar