23 mars 2022

Çend rêz ji bîranînên min -71-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-03-23

Îro li Stockholmê tozan e, ba û bager e, meriv nikane serê xwe ji hundur derxîne. Baş e ku yekşem e, ez li malika xwe me. Hundur tije kitêb û kovaran, di ber hev diguherînim.

Ji mesela Eyûb Kemal Adsiz xebereke nuh tune ye. Eyûb ji dema DDKDê da hevalê min bû, em pir samîbî bûn. Eyûb xortekî zana, kamil û kurdperwerekî pir hêja bû. Cergî min bihîstiye ji bîra min dernayê.

XXX

1996-03-23

*Li çayxanê rastî Firat Cewerî hatim. Nûdem derketibû, da min. Got min bi postê jî şandiye. Lê min negirtiye. Mihemed Gemîcî jî li wir bû, got min jî negirtiye.

Ev jimar ji alî naverokê baş e, li ser şiîrê tê da gelek nivîs û hevpeyvîn hene.

*Min kitêba Osman Şahîn a li ser Bûcaxiyan da Mahmûd Al, ewê bixwîne.

*Min û Farûk Aras hinekî sohbet kir, em li ser yekîtiya hêzên sosyalîst peyivîn. Min got tiştek ji wan dernakeve, ez bawer nakim kongra xwe jî çêkin. Heger kongra yekîtiyê çêkin jî piştî salekê ewê belav bibin. Tiştên wiha zorakî pir najîn, bi texmîna min ewê Apocî tenê bimînin. Yên din bimînin jî ewê tenê nav be. Wî jî got rast e, Apocî dixebitin ewê bimînin.

XXX
1999-03-23

*Ji bo ku Mîrhem Yîgît bibînim çûm enîstîtuya wan, lê ne li wir bû. Min xwest hejmarên dawî yên Azadiya Welat bigrim, gotin nemane. Ez nizanim ew nivîsa min ji wan reşandibû weşandin ya na.

*Enîs Berberberoglu bersîvek kin daye min, heqaret li min kiriye, ez biçûk dîtime, gotiye “lawê min.” Min jî bersîvek sert dayê, jê ra eynî tişt gotin. Min nexwestibû heqaretê lê bikim, lê kemalîstekî pir bêbav e, neyarekî kurda ye.

*Tunebûna Telewîzyona Medê mal xir û xalî  kiriye. Bi min pirr zor tê ez li kanalên telewîzyonên Tirkan mêze bikim. Loma jî nikanim lê binêrim. Meriv nikane temaşe bike.

*Min ji malê ra 300 markê D Mark şand.

XXX
2002-03-23

Merheba Turan*!

Newroza te û zarokên te pîroz be!

Min e-maila te nuha bidest xist. Ma tu çawa yî û çi dikî? Rewşa siyasî li Wêranşarê çawa ye? Min bihîst li Wêranşarê Newroz pîroz nekirine, gelo ji bo çi?

Viya hema wiha ji nişka ve bû. Bi hêviya di rojên pêş da em bi hev ra bidin û bistînin.

Ez careke din Newroza te pîroz dikim û di kar û xebata te da ji te ra serkeftinê dixwazim.

Zinarê Xamo

Not:

Malpereke(sîte) min jî heye, ez nizanim tu qet lê rast hatiyî ya na? Li jêr ez ji te ra edresa wê jî diþînim. Esas pir kevn bûye, divê ez nuh bikim, lê ji destê min nayê.

 *Turan Seyfioglu

XXX
2023-03-23

Eyşenûr xanim merheba! Çend roj berê birayê min ji Stenbolê telefonî min kir, got ez li ba xortekî sêrtî me, ji te pir hez dike, dixwaze bi te ra bipeyive. Kêfa min hat, ez pê ra peyivîm. Got ez hevalê Eyşenûr xanimê me, em bloga te bi kêfxwşî dixwînin. Navê xwe got, lê min ji bîr kir. Bimîne di nava xêr û xweşiyê da. Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar