10/2-2006
Netkurd
Ev serê mehekê ye ku dinya Îslam li hember Danîmarka û hin
welatên Skandinavî rabûye pêdarê. Ev serê mehekê ye ku dinya îslam dîsa gelkî hêrs bûye Bi tahrîk û pîjkirina ereban dinya îslam êrîşê dibe ser sefaretên hin welatên Ewrûpa, wan didin ber keviran û dişewitînin. Li Filîstînê û li Afganîstanê êrîşê dibin ser karkirên Koma Milatan, ser mîsyonerên ku ji bo alîkariyê bi li wir in. Sebebê vê hêrsa ”Dinya Îslam”, bi gotineke din sebebê hêrsbûna ereban, belavkirina 12 karîkatorên Hz. Muhammed e. Di 30ê meha îlona sala par de rojnameyeke Danîmarka ya
muhafezakar(Jyllands Posten) 12 karîkatorên Hz. Muhamed belav kir. Dûra, di serê meha yekê de(10/1-06) rojnameyek Norweçî,
hemû karîkator careke din ji nuh ve weşandin. Piştî wê, bûyer êdî roj bi roj firehtir û gurrtur bûn. Li gelek welatan musilman, hinek bi nêteke paqij û hinek jî ji bo armancên xwe yên siyasî rabûn ser piyan û êrîş birin ser sefaratên Ewrûpiyan.
Li Îranê, li Pakistanê û li Afganîstanê bûyerên gelkî ne xweş hatin meydanê û
çend kes hatin kuştin. Li Tirkiyê li Trabzonê yekî tirk keşê dêra katolîk da
ber gullan û kuşt. Ez bawer nakim kesên êrîş dibirin ser sefaretên Danîmarka
karîkator dîtibin û li gor wê protesto kiribin. Bêguman mafê her kesê bawermend e ku belavkirina karîkatoran protesto bike. Lê dibê ev protesto bi hawakî bêşîdet, bi rengekî medenî û demokratîk be. Dibê însan nehatana kuştin, sefarat nehatana şewitandin û heqaret li sîmbolên miletan yên netewî nehata kirin. Lê mixabin ev tişt hemû hatin kirin. Dema meriv li dijî neheqiyekê derkeve, dibê meriv bi xwe
neheqiyê li kesê din neke. Dibê meriv bipirse, çima ev bîntengî, ev hêrs û ev êrîşkarî? Çima civatên Mmusilman li gor civatên xiristiyan hewqas bînteg û bêtolerans in? Çima musilman û civatên Şerqî hewqas zû tahrîk dibin û zû şîdetê bikar tînin? Em dizanin ku di her dînî(olê da) û her civatê da
yekcarnan hin kesên xwenezan ya jî ji ber hin armancên îdeolojîk û siyasî
êrîşê dibin ser sîmbolên dînî yên muqedes. Dema meriv li bûyeran hinekî hûr dibe, meriv dibîne ku sebebên bingehîn yên van bûyerên şîdetê ji baweriya dînî bêtir sebebên civakî û siyasî ne. Mesela li Xerbê jî gelek caran li ser Îsa Pêxember jî
gelek tiştên ne xweş dibêjin û diweşînin. Lê di dinya îslam da ne weha ye. Di dinya Îslam û bi taybetî jî di bûyerên îro de reaksiyon ji moral bitêr siyasî ne. Ji xwe di Quranê da jî qedexeyek wiha tuneye. Heger wiha be dibê yek musilan ne li rismekî bikşîne û ne jî lê mêze bike. Dibê kesên musilman li telewîzyonan jî mêze neke. Ûhwd. Kok û sebebên reaksiyonên îro mesela Filîstîn e. Dûra jî Afganîstan û mudaxela Îraqê ye. Ji ber mesela Filistîn, nabêna ereban û Emerîka û Xerbê tuneye. Yanî ereb û hin hêzên îslamî meseleyên xwe yên siyasî di demên wiha da dixin qalibên dînî û bikartînin. Hin dewletên ereb, Îran û Tirkiye bûyerên wiha ji xwe ra wek fersendekê dibînin û li hember Emerîka û Xerbê ji bin de pîj û gur dikin.
Ji ber ku Îran, Tirkiye û Sûriye naxwazin Emerîka li Îraqê bi ser keve.
Serketina Emerîka wek têkçûna rejîmên xwe dibînin. Dibê em kurd vê rastiyê
bibînin. Netkurdê do(9/2-06) li ser karîkatoran xebereke pir balkêş weşand (ji bo nûçeyê bitikîne) . Li gor xebera Netkurdê, heyeteke meleyên ereb yên li Danîmarka dimînin li ser karîkatoran broşorek bi erebî belav kirine. Wêneya mirovekî wek palyaço ku bi bîvil û guhê xwe, xwe şibandiye berazekî, wek ku rojnameyê ew risim jî wek yê Hz. Muhammed weşandibe xistine broşorê.
Lê tu têkiliya wêneyê bi karîkatorên Hz.Muhammed re tuneye, risim yê
beşdarekî fûareke Fransayê ye. Ji bo ku milet tahrîk bikin û provakasyonan
derxin ev sextekarî kirine. Yanî ji bo armancên xwe yên siyasî heqerat û
bêexlaqiya herî mezin wan bi xwe li Hz. Muhammed kirine û di vê heqereta xwe
da jî camêran tu mahzûrê nabînin. Ma ji vê mezintir heqaret heye? Çima li dij
vê heqeratê dernakevin? Wek min li jor jî got, mesele siyasî ye. Hin hêz û dewlet
dixwzin vê bûyerê ji bo armancên xwe yên siyasî îstîsmar bikin û jê sûdê bigrin.
Loma jî dibê em kurd bi oldar û neoldarên xwe ve, vê plana hin hêz û dewletan
bibînin û xwe û gelên xwe nekin aletê vê lîstika wan. Xurtbûn û serkeftina
van hêzan wek miletê kurd têkçûn û mirina me ye. Li Îraqê milîtanên Hamas û el Qaîdê diçin di şîn û şahiyên
gelê me de xwe diteqînin û bi sedan mirovên me yên hêja, zar û zêçên me
dikujin. Û di vê terora xwe da jî camêran tu carî ferqê naxin nabêna oldar û
ne oldaran, nabêna zarok û mezinan, nabêna kal û pîran. Mafê her kesî heye baweriya xwe bi Xwedê û bi Pêxember
bîne, lê dibê meriv li ser navê wan ehmeqiyan neke. |
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar