26 januari 2021

Ereb û karîkatorên Hz. Muhammed

 10/2-2006
 Netkurd

Ev serê mehekê ye ku dinya Îslam li hember Danîmarka û hin welatên Skandinavî rabûye pêdarê.

Ev serê mehekê ye ku dinya îslam dîsa gelkî hêrs bûye
Ya rasttir, ev serê mehekê ye ereban dîsa qerepereyeke mezin li dar xistine, hey hewar!

Bi tahrîk û pîjkirina ereban dinya îslam êrîşê dibe ser sefaretên hin welatên Ewrûpa, wan didin ber keviran û dişewitînin.

Li Filîstînê û li Afganîstanê êrîşê dibin ser karkirên Koma Milatan, ser mîsyonerên ku ji bo alîkariyê bi li wir in.

Sebebê vê hêrsa ”Dinya Îslam”, bi gotineke din sebebê hêrsbûna ereban, belavkirina 12 karîkatorên Hz. Muhammed e.

Di 30ê meha îlona sala par de rojnameyeke Danîmarka ya muhafezakar(Jyllands Posten) 12 karîkatorên Hz. Muhamed belav kir.
Bi belavbûna karîkatoran ra Tirkiye jî di nav da, çend welatên musilman belavkirina karîkatoran protesto kirin û xwestin ku Serokwezîrê Danîmarkayê ji ”Dinya Îslam” uzrê xwe bixwaze.

Serokwezîr wek şexs, belavkirina karîkaron rast nedît û ne parast, lê ji ber hebûna azadiya fikir û ramanê girtina rojnameyê ya jî xwestina uzur jî qebûl nekir.
Çimkî yê çewtî kiribû rojnameyeke serbixwe bû, ne ew bû.

Dûra, di serê meha yekê de(10/1-06) rojnameyek Norweçî, hemû karîkator careke din ji nuh ve weşandin.
Piştî vê dubarekirinê protestoyên girseyî û bûyerên gelkî ne xweş dest pê kirin. Berê li Filîstînê merivên el Fetih bi hawakî çekdar bûyer protesto kirin.
Dûra jî li Şamê û li Beyrûdê erebên neteweperst û hin hêzên Îslam yên radîkal avêtin ser sefaretên Swêd, Danîmarka û Norweçê û ew şewitandin.

Piştî wê, bûyer êdî roj bi roj firehtir û gurrtur bûn. Li gelek welatan musilman, hinek bi nêteke paqij û hinek jî ji bo armancên xwe yên siyasî rabûn ser piyan û êrîş birin ser sefaratên Ewrûpiyan. 

Li Îranê, li Pakistanê û li Afganîstanê bûyerên gelkî ne xweş hatin meydanê û çend kes hatin kuştin. Li Tirkiyê li Trabzonê yekî tirk keşê dêra katolîk da ber gullan û kuşt.

Ez bawer nakim kesên êrîş dibirin ser sefaretên Danîmarka karîkator dîtibin û li gor wê protesto kiribin.
Esas ji bo wan grûban di esasê xwe da karîkator pir ne girîng bû jî. Ji ber ku sebebê êrîş û protestoyên bi şîdet ji belavbûna karîkatoran bêtir siyasî ye.
Helbet hin kesên ku bi van karîkatoran êşiyan jî hene.
Lê mesele tenê ne ev e, hin hêzên ereb yên li dijî Emerîka û Xerbê ev yek ji xwe ra kirin behane û pê gel tahrîk kirin û hîn jî dikin.

Bêguman mafê her kesê bawermend e ku belavkirina karîkatoran protesto bike. Lê dibê ev protesto bi hawakî bêşîdet, bi rengekî medenî û demokratîk be. Dibê însan nehatana kuştin, sefarat nehatana şewitandin û heqaret li sîmbolên miletan yên netewî nehata kirin. Lê mixabin ev tişt hemû hatin kirin.

Dema meriv li dijî neheqiyekê derkeve, dibê meriv bi xwe neheqiyê li kesê din neke.
Hurmet û rêza meriv ji bo xwe ji xelkê dixwaze, dibê meriv jî wê rêz û hurmetê nîşanî xelkê bide. Lê hêzên Îslamî vê yekê nakin.
Ew dixwazin hemû dinya li hember ol û baweriya wan bi hurmet tevbigere, lê dema dor tê wan, ew tu mecbûriyeteke wiha hîs nakin. 

Dibê meriv bipirse, çima ev bîntengî, ev hêrs û ev êrîşkarî?

Çima civatên Mmusilman li gor civatên xiristiyan hewqas bînteg û bêtolerans in?

Çima musilman û civatên Şerqî hewqas zû tahrîk dibin û zû şîdetê bikar tînin?

Em dizanin ku di her dînî(olê da) û her civatê da yekcarnan hin kesên xwenezan ya jî ji ber hin armancên îdeolojîk û siyasî êrîşê dibin ser sîmbolên dînî yên muqedes.
Lê di nava dinya xiristiyan da gel tu carî hewqas zû û hêsan nayê xeleyanê.  Bûyerên wiha nayên meydanê, însan wiha rehet nayên provakasyonê.

Dema meriv li bûyeran hinekî hûr dibe, meriv dibîne ku sebebên bingehîn yên van bûyerên şîdetê ji baweriya dînî bêtir sebebên civakî û siyasî ne.

Mesela li Xerbê jî gelek caran li ser Îsa Pêxember jî gelek tiştên ne xweş dibêjin û diweşînin.
Çend sal berê li Swêd jineke femînîst û homoseksul di raxistineke xwe ya risman da Hz. Îsa wek homoseksul nîşan dabû. Û ev raxistina xwe heta bir danî dêrekê û Meclîsa Swêd jî. Him dêr û him jî gelek kesên bawermend li dijî van tabloyan derketin û jinik bi xurtî protesto kirin.
Lê tu kesî wek ”Muslimanan” û ereban êrîş nebirin ser mala jinikê û şîdet bikar neanîn. Fetwea kuştina jinikê nedan.

Lê di dinya îslam da ne weha ye. Di dinya Îslam û bi taybetî jî di bûyerên îro de reaksiyon ji moral bitêr siyasî ne. Ji xwe di Quranê da jî qedexeyek wiha tuneye. Heger wiha be dibê yek musilan ne li rismekî bikşîne û ne jî lê mêze bike. Dibê kesên musilman li telewîzyonan jî mêze neke. Ûhwd.

Kok û sebebên reaksiyonên îro mesela Filîstîn e. Dûra jî Afganîstan û mudaxela Îraqê ye. Ji ber mesela Filistîn, nabêna ereban û Emerîka û Xerbê tuneye. Yanî ereb û hin hêzên îslamî meseleyên xwe yên siyasî di demên wiha da dixin qalibên dînî û bikartînin. Hin dewletên ereb, Îran û Tirkiye bûyerên wiha ji xwe ra wek fersendekê dibînin û li hember Emerîka û Xerbê ji bin de pîj û gur dikin. 

Ji ber ku Îran, Tirkiye û Sûriye naxwazin Emerîka li Îraqê bi ser keve. Serketina Emerîka wek têkçûna rejîmên xwe dibînin. Dibê em kurd vê rastiyê bibînin.

Netkurdê do(9/2-06) li ser karîkatoran xebereke pir balkêş weşand (ji bo nûçeyê bitikîne) . Li gor xebera Netkurdê, heyeteke meleyên ereb yên li Danîmarka dimînin li ser karîkatoran broşorek bi erebî belav kirine. Wêneya mirovekî wek palyaço ku bi bîvil û guhê xwe, xwe şibandiye berazekî, wek ku rojnameyê ew risim jî wek yê Hz. Muhammed weşandibe xistine broşorê. 

Lê tu têkiliya wêneyê bi karîkatorên Hz.Muhammed re tuneye, risim yê beşdarekî fûareke Fransayê ye. Ji bo ku milet tahrîk bikin û provakasyonan derxin ev sextekarî kirine. Yanî ji bo armancên xwe yên siyasî heqerat û bêexlaqiya herî mezin wan bi xwe li Hz. Muhammed kirine û di vê heqereta xwe da jî camêran tu mahzûrê nabînin. Ma ji vê mezintir heqaret heye? Çima li dij vê heqeratê dernakevin?

Wek min li jor jî got, mesele siyasî ye. Hin hêz û dewlet dixwzin vê bûyerê ji bo armancên xwe yên siyasî îstîsmar bikin û jê sûdê bigrin. Loma jî dibê em kurd bi oldar û neoldarên xwe ve, vê plana hin hêz û dewletan bibînin û xwe û gelên xwe nekin aletê vê lîstika wan. Xurtbûn û serkeftina van hêzan wek miletê kurd têkçûn û mirina me ye.
Dibê kesên me yên oldar bi gotinên vala û xapînok nexapin û zêde xwe tevî van bûyerên nêtxerab nekin.
Çimkî kirinên hêzên îslamî li ber çavan e. Li Îranê û li Tirkiyê hêzên îslamî li ser hukim in. Lê em dibînin ku ev herdu dewlet jî çi tînin serê gelê me.

Li Îraqê milîtanên Hamas û el Qaîdê diçin di şîn û şahiyên gelê me de xwe diteqînin û bi sedan mirovên me yên hêja, zar û zêçên me dikujin. Û di vê terora xwe da jî camêran tu carî ferqê naxin nabêna oldar û ne oldaran, nabêna zarok û mezinan, nabêna kal û pîran.
Kî bi ber wan keve wiya dikujin. Hemû jî musilmanên temam in.

Mafê her kesî heye baweriya xwe bi Xwedê û bi Pêxember bîne, lê dibê meriv li ser navê wan ehmeqiyan neke.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar