Osmaniyan sed sal berê, di Şerê Cîhanê yê Yekê da ji
kafkasîyan artêşeke Kafkayayê çê kirin û bi wê artêşê êrîş birin ser Rûsyayê, ketin
Îranê, xwestin Azerbêcanê, tirkan û misilmanên Kafkasan gişan bi xwe ve girê
bidin, wan erdan dagir bikin.
Lê hesabê mal û bajêr li hev dernekt, kortika hustuyê xwe
xurandin û di dawiyê da Dewleta Osamanî teslîm bû belav bû...
Dewlweta Osmanî di 30 cotmeha 1918a da bi Peymana Mondrosê teslîmî Dewletên
Îtîlaf( Îngiltere, Fransa, Îtalya, Rûsyayê)bû û ji Kafkasyayê, ji derên dagir
kiribûn bi zaîyateke mezin paş da vekişiyan û dawî li Dewleta Osmanî hat.
Wer xuya dike Erdogan li dû rewanşekê ye, dixwaze careke din
fetha Kafkasyayê biceribîne,
Enver Paşa çawa teslîm bû û revî revî ji Kafkasan reviya, eynî
tişt ewê were serê xelefê wî Erdogan jî.
Serkutî û çavsoriya li kurdan, dagirkirina Kurdistana rojava û başûr û Sûriyê
Erdogan tahmijand, mêrik bû bizina kol, tahmijî danuyan. Lê êrmenî ne kurd û
ereb in, Erdogan ewê bi vê êrîşa xwe bedelekî mezin bide.
Azerî gerek bi benê Erdogan daneketana bîrê, benê Erdogan ji
yê Enver Paşa pir qelstir e, ewê jî wek yê Enver biqete.
XXX
Hinek kurd çiqasî tirkan zey bikin, xwe çiqasî bi wan şîrîn
bikin jî hewildaneke beyhûdeye, hezkirin, dostî yekalî nabe. Tirk kurdan neyarên
xwe dibînin û dixwazin wan bikin tirk. Ji bo ku Kurdistan ji wan ra bimîne.
Heta Kurdistan çê nebe em tirk û ji hev nagerin, nabin dostên hev.
XXX
Vîrusa Koronayê dûzana însên a hebû, şiklê têkiliyan
serobinî hev kir, însan êdî wek berê naçin ba hev, bi sedan, bi hezaran li hev
kom nabin.
Lê ewrûpiyan mêrikan ji vê gelşê ra jî tavilê çareyek dîtin,
ji dêlî însan li hev kom bibin, tiştekî bi navê Zoomê bi pêş xistin, bi rêya wê
ji dûr va perwerdeya xwe didomînin, civînên xwe çê dikin, bi hev ra sohbet û
minaqaşe dikin. Û him jî gelek kes bi hev ra.
Ewrûpî mêrikan wek mûriyan dixebitin, gava gelşek, nexweşiyek
peyda dibe, tavilê jê ra çareyekê, dermanekî dibînin. Covîd-19 derket, Zoom
Meetîng bi pêş ket…
Em jî xêra her roj li konferans, semîner û sohbetên kurdan
temaşe dikin.
Xwedê kir camêrên ewrûpiyan Zoom îcad kirin, ne Zoom Meetîng
bûya emê hunduran da genî û merezarî bibûna. Bi xêra Zoomê me bi sedan alim,
zane, pispor nas kirin û gelek tiştên baş fêr bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar