Carnan gava ez dibêjim em kurd êsîr, koleyên tirkan in gelek kes xwe aciz dikin, dibêjin na, em ne kole ne.
Êsîr jî, kole jî, herdu jî ne merivên azad in. Merivê ne azad, ne hur, navê wî ne êsîr, ne kole be jî, di rastiyê da esîr e, kole ye. Çimkî ne azad e, ne xwediyê îradeya xwe ye.
Miletê ne xwediyê tu mafekî netewî be, miletekî êsîr hatiye girtin, miletekî kole
ye . Dibê em viya fêm bikin.
Tirkan welatê me dagir kirine û em jî êsîr girtine, kirine şiklekî koleyên xwe.
Ji bo wê jî mafê me û yê tirkekî ne bi qasî hev e. Tirk, xwediyê dewletê ye,
meclîsa wî, ala wî, dibistan û zanîngehên wî, pûlis û artêşa wî heye, bi zimanê
xwe dixwîne, nasnameya wî heye.
Lê yê me wek kurd, wek milet mafekî me yê herî biçûk jî tuneye. Ev êsîrtî û koletî
ye.
Piraniya kurdan hîn ev rastî fêm nekirine, ji wan wetnê kole tenê yê tê kirîn û
firotin, êsîr jî dibê meriv di herbekê da êsîr bikeve.
Erê tirk li mazatê me nafroşin, lê statuya me ya siyasî ya êsîr û koleyan e.
Çimkî tu maefekî me yê netwî tuneye.
Tirkan di şer da zora me birine, welatê me ji me stendine û em jî êsîr girtine.
Ev rastiyeke.
Dibê em kurd giş, zengîn, feqîr, rast, çep, dîndar vê rastiyê fêm û qebûl bikin
û ji bo xelesbûna ji koletiyê dest bidin hev û zincîrên koletiyê bişkînin.
Heger hevalbendiya Daîşê, êrîşa ser Kobanê ji tirkan ra
nema, nikanîbûn Efrîn dagir bikirana.
Heger dagirkirina Efrînê ji tirkan ra nema, newêrîbûn êrîşî
Serê Kaniyê û Girê Sipî bikin û wan jî dagir bikin.
Heger dagirkirina Serê Kaniyê, Girê sipî ji tirkan ra nema,
nediçûn Yêmenê, Lîbyayê, bela xwe di Qibrisê û di Yûnanîstanê da nedidan û nuha
jî bi sîlehên ewrûpiyan firotina wan, êrîşî Êrmenîstanê nedikirin.
Sûcê ewrûpiyan, Amerîkayê û Rûsyayê ye, wan rû dan Erdoga,
ew aşûnî, gewî kirin. Mêrik nuha bi dilê xwe dilîze, dixwaze bi girtina Qerebaxê
li Qafqasan bi cî
bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar