12 juli 2009

Serpêhatiyeke Dr.Nacî Kutlay û çîroka xebata kurdan

Çendakî berê Enstîtuya Kurd ya Parîsê, li ser ”Bûyera 49-an” semînerek amade kir.
“Bûyera 49-an”, di sala 1959-an da 50 kurdperwer û welatparêzên kurd ji ber doza kurdayetiyê û avakirina Kurdistaneke serbixwe hatibûn girtin. Ji girtiyan Emîn Batu, di zîndanê de wefat kiribû û mabûn 49 kes.
A ji ber wê yekê jî di dîroka me ya nêzîk da navê wê bûyerê ma weke “Bûyera 49-an.”Ji girtiyên bûyerê Dr. Nacî Kutlay, Şerafettîn Elçî û Av. Ziya Acar weke axaftevan beşdarî semînerê bûbûn.
Bêyî Kutlay, Acar û Elçî, serokê kanala Kurd1-ê Kendal Nezan û Prof. Hamît Bozarslan jî axaftevanê semînerê bûn.
Diyar e Kanala Kurd1-ê tevayiya panelê diweşîne.
Do êvarî gava min bala xwe dida kanalên kurdî, min dît ku Dr. Nacî Kutlay dipeyive.
Nûçeya panelê min di çapemeniya kurd da xwendibû, lê min nizanîbû ku Kanala Kurd1-ê ewê panelê biweşîne.
Kêfa min ji vê tesadufê ra hat û min berê xwe da programê.
Dr. Nacî Kutlay, nas û dostekî min ê kevn e, piştî darbeya leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-î çend salan ew jî li Swêd surgûn ma.
Li Stockholmê me hevûdu ji nêz va nas kir û di nabêna me da dostaniyeke baş û germ çê bû.
Heta, dema me rojnameya Armanc derdixist, li ser ”Bûyera 49-an”, min li mala wî pê ra sohbetek kir û dûra jî di Armancê da li ser ”Bûyera 49-an” weke nivîsekê weşand.
Jimara Armancê û sal nayê bîra min. Lê ewê piştî 1990-î be.
Ez bawer dikim nivîsa ku cara pêşî li ser ”Bûyera 49-an” hatiye nivîsîn ewê ev nivîsa min e.
Ev nivîsa min piştî bi demekê ya jî salekê, ji alî hevalekî me ve di kovara Medya Guneşî da bi tirkî û bi îmzeya wî hat weşandin.
Yanî camêr nivîsa min tercumeyî tirkî kir û bi navê xwe weşand.
Ev întîhala ji malê bi devikî min ji hin hevalan ra got, lê min li tu derê nivivîsî.
Ev cara pêşî ye ez li vir qala vê ”întîhalê” dikim.
Ez ji mijarê hinekî dûr ketim.
Dr. Nacî Kutlay cerah e, ne dîroknas e, lê ji siyaset û dîrokê gelkî hez dike û merivekî xweşsohbet e.
Ji ber ku Dr. Nacî Kutlay, ne dîroknas û lêkolîner e, loma jî nivîs û axaftinên wî yên li ser dîrokê ne metodîk û sîstematîk in.
Axaftina wî ya li ser ”Bûyera 49-an” jî wisa bû, yanî ne bi ser û ber û bi dûzan bû, lê wek hergav sohbeteke xweş bû.
Doktor, di axaftina xwe da qala serpêhatiyke xwe kir. Bûyerê gelkî bala min kişand. Loma jî ez dixwazim li vir qala vê serpêhatiya wî bikim.
Got ew hîn nuh bûbû tuxtor. Li bajarê ew lê, di sohbetekê da ji yê kêleka xwe ra dibêje, bi îngilîzî, fransizî, almanî muzîk serbest e, ma çi dibe ku bi kurdî jî serbest be?
Yê kêleka wî(ew yê kêleka xwe nas nake, piştî girtinê, bi riya xanima xwe fêr dibe ku ew generalek bûye) jê ra dibêje, ”erê di destpêkê da viya weke daxwazeke pir mahzûm xuya dike, lê ne wisa ye. Ji ber ku li vir mnasekine”Û dûra jî ji Doktor ra dibêje ezê ji te ra meseleyekê bibêjim.
Dibêje rojekê xortek di trênê da rêwîtiyê dike. Di kompartumanê da ew, yekî navsale û keçek rûniştine.
Xort, ji bavê keçikê saetê dipirse, dipêje ma saet çend e?
Bavê keçikê bersîva xort nadê
Xort, çend carên din dipirse, mêrik dîsa mersîvê nade.
Li ser vê, xort dibêje, tu çima bersîva min nadî? Tu xerabiyeke vê pirsa min tuneye…
Bavê keçikê dibêje, hertişt wiha, bi tiştên biçûk dest pê dike. Tu nuha saetê ji min dipirsî, ku ez bersîvê bidim te, tu yê bîsteke din navê min, bîsteke din navê keça min, welhasil heta dawiya rê tu yê hevaltiya xwe bi me ra germ bikî û pir ne dûr e ku heta dawiya rê dilê keça min jî tê keve te.Û dûra jî gotiye, tuxtor, mesela kurd jî wiha ye, nuha muzîk, ku tu viya bidê, sibe ewê doza tiştekî din bikin û ev îş her ku here ewê mezintir bibe…
Helbet mêrik yekî gelkî jîr û zane bûye. Bi rastî jî eynî wek wî texmîn dikir, wisa bû, berê bi govendê, bi muzîkê, bi danîna komeleyên kulturî û yên telebeyên kurd, yanî bi tiştên pir biçûk destpêkir û netîce hat gihîşt vê derê.
Ev bûyer jî nîşan dide ku dijminê me çiqasî jîr û zane bûne û em jî çiqasî nezan bûne. Ji ber ku me zêde giranî nedida xebatên wiha.
Bêyî vê serpêhatiya pir balkêş, Dotor qala tiştekî tiştekî din jî kir. Got, dema ew telebe bû, rojên tatîlan telebeyên kurd bi hev ra diçûn piknîkê. Bi vê riyê kanîbûn li çolê govendê bigrin, bistirên û bi kurdî bipeyivin.
Lê ji bo ku xwendevan xwe negihînin hev, bi hev ra bi kurdî nepeyivin, pûlisên siwîl çûne li derûdora wan geriyane û bi wan ra li eynî wesayitan suwar hatine.
Ji bo ku kes bi hev ra bi kurdî nepeyive.
Dema meriv van herdu bûyeran dibihîze, meriv hîn baştir fêm dike ku dewlet li hember kurdan çiqasî bi tedarik, çiqasî bi tedbîr bûye.
Vê dewleta zalim zanîbûye ku girtina govendê, hevaltiya xortên kurd, axaftina bi kurdî jî dikane bibe heyvan û destpêka serîhildaneke pir mezin.
Lê kurdan tu carî fêm nekir ku destpêka hertiştî wiha ye.
Loma jî tu carî qedir û qîmetê nadin kirin û xebatên pêşiyan, wan gelkî biçûk dibînin…

2 kommentarer:

  1. zinar
    Ziya Avci ne ji 49-an ne divè ev Ziya Acar be. Ziya Avci hèn yè doye.

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas ji bo vê rastkirina te. Rast e, ne Ziya "Avci" ye, dibê Ziya Acar e.
    Min Acar û Avci tevhev kir. Tiştê ecele tim wiha ye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE