11 juli 2009

Şerm û heya

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro li Erzeromê di kongreya partiya xwe ya sêyemîn da dîsa weke ”pêxemberan” peyivî û dîsa heq, heqûq, edalet û wekhevî li cîhanê belav kir.
Fena ku Tirkiye li vê cîhanê weletê herî bêtir heq û huqûq lê heye, fena ku hukûmeta wî zulmê li tu miletî nake, heqê tu miletî naxwe peyivî, berda û ha berda...
Erdogan, bêyî ku li kurdên di bin zilma xwe da bifikire, bêyî ku dê û bavên ku nikanin navên kurdî bidin zarokên xwe bîna bîra xwe, bêyî ku bifikire ku li welatê wî jî kurd ji hemû mafên xwe yên însanî û netewî bêpar in, nikanin bi zimanê xwe perwerde bibin, nikanin navê welatê xwe hildin, nikanin telewîzyonên xwe vekin, bêyî ku li van kirinên dewlet û hukûmeta xwe hemûyan bikire siyaseta Çînê ya li hember Tirkên Uugur rexne kir û xwest ku Çîn dev ji siyaseta asîmîlasyonê berde.
Û li gel ku ew bi xwe asîmîlasyona herî dirinde dike.
Di kanaleke TRT-yê da dema dipeyivî min li Erdogan guhdarî kir, weke merivekî herî adil û heqnas dipeyivî, şîret li Çînê kir û aqil dayê, got:
”Bi kuştina însanan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi bêparkirina însanan ji mafên wan yên însanî tu welat, tu civat nagihîje huzûrê, îstîkrar û ewleyiyê. Em ji hukûmeta Çîn ra dibêjin, ev asîmîlasyona tu karê nade we. Dev ji vê yekê berdin.”
Û ji bo 150 kesên ku di bûyeran da hatine kuştin jî got:
”Dixwaze bira Tirkê Uygûr be, dixwaze bira Çînî be, em tu carî bi xweşbîniyê (musamahayê) li wahşeteke wiha nanêrin.”Kurd ji kesên wiha him neheq û him jî zimandirêj ra dibêjin, guruyo navê min li te, kumê min li serê te…Ev 25 sal in li Kurdistanê ne 150 kes, ji alî JÎTEM, artêş û pûlisên dewleta Erdogan va bi kêmanî li dora 50 hezar kurdî hatine kuştin, lê Erdogan ji vê ra nabêje ”wahşet”, nabêje ”qetlîam” û bîna xwe jî tu carî jê teng nake, dema mesele dibe ”kuştin û qetilkirna” kurdan ”xweşbîniya” Erdoga tim bêsînor e.
Diyar e qey Erdogan kurdan ji însanan nahesibîne, loma jî dema qala ”wahşeta” li hember ûygûran dike, wehşeta ku hukûmet û dewleta wî li kurdan dike qet naynê bîra wî û dema vê durûtiyê dike jî ne fedî dike û ne jî ruyê wî sor dibe.
Reheke(tamareke)însên ya ”manewî” ya exlaqî heye. Fedî, hestê wê tamarê li ba mirov qewî dike.
Lê dema însan bêrûtiyê, bêexlaqiyê û bêheyatiyê ji xwe ra bike kar û meslek, ew ”reh/tamar” hêdî hêdî zeîf dibe û nîhayet ”rojek tê” diqete, bi însan ra êdî şerm û heya namîne...
Êdî însan dibe merivekî bêheya, bêşerm, bêrû û bêedeb û loma jî êdî meriv ji tu tiştî û ji tu kesî fedî nake.
Meriv dikane her derewê, her durûtiyê bike.
Ji ber ku ew êdî merivekî bêheya ye…
Pir mixabin ku siyasetmedarên tirk jî ketine vî halî, ji ber ku ”tamara heyayê” êdî bi wan ra nemaye…
Fedîkirin, meziyetekî mirovî yê pir baş e, bi hebûna vî hestî însan bêtir însan e, Însan ku ji fediyê bêpar ma, hat şuştin dikane her tiştî bik.
Însanê ku li hember derew, sextekarî û durûtiya xwe şerm neke, ruyê wî sor nebe, li ber xwe nekeve maneya xwe ew e ku tamara eniya wî/wê ya ”arê”, yanî ya şerm û heyayê qetiyaye û êdî ji însaniyetê dûr ketiye…
Erdogan, kirinên xwe yên li hember kurdan, ermeniyan, asûriyan û hindikayiyên din nabîne, çînê rexne dike.
Bêguman siyaseta Çînê ya li hember miletên din ne siyaseteke demokratîk û mikemel e, dibê meriv rexne bike, lê ev yek ne mafê Erdogan e, çimkî siyaseta Tirkiyê ji ya Çînî gelkî xerabtir e.
Çîn, carê weke dewlet hebûna 56 hindikayiyan yanî hebûna 56 miletên ne çînî nas dike.
Û ûygûr jî yek ji van miletan e.
Yanî Çîn, bi kêmasî weke ku Tirkiye kurdan înkar dike, ûygûran înkar nake, ziman û kultura ûygûran jî weke ya kurdan ne qedexeye.
Li Çînê li gor "qanûnan", mafê her miletî heye ku kultur û zimanê xwe biparêze û pêşda bibe.
Lê ka li Tirkiyê di qanûnan da çi mafê kurdan û hindikayêyên din heye?
Ji bo ku Erdogan kanibe Çînê rexne bike, dibê ew bi xwe jî eynî zulmê û neheqiyê li miletên ne tirk neke.
Dema Erdogan ev yek di praktîkê da bi cî anî, wê demê meriv dikane rexneyên wî yên li hember siyaseta Çînê ya asîmîlasyonê qebûl bike û bigre cidiyê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE