Ez bawer dikim bihara Stockholmê êdî hat. Îro roj xweş e, 15 derece germ e. Yanî bihar dibêje ez hatim.
Li gorî rapora hewayê sibe, dusibe germîyan ewê bibe 23 derece. Yanî Stockholmê ji germê bişewita, kesê di hunduran da nemîne.
Ez nuh ji meşa xwe hatim, min xwîdan da. Min montekî hinekî
qalind li xwe kiribû.
Dara li ber mala me ketiye kulîlkan. Nizanim dara çi ye, kulîlkên wê pir xweşik
in. Min du sê rismên wê girt.
Bihar xweş e.
Dinya bihara keç û lawan e, xwelî li serê kal û pîran e.
Mastê biharan bidin neyaran, mastê havînan bidin ezîzan.
XXX
Li gorî xebera Rûdawê, alîkariya Amerîka ya ji bo perwerdeya
pêşmergeyên Kurdistana Başûr bi temamî tê birîn.
Pir baş bûye, belkî piştî vê biryara Amerîkayê hêzên pêşmerge
bikin yek û hukûmetê ava bikin.
Ji bona li Kurdistana Başûr artêşeke netewî, hukûmeteke
netewî, dewleteke netewî çêkin Amerîka serê salan e bi milyaran dolar da PDKê û
YNKê, lê hewildanên Amerîkayê berhem neda, di ser da kilît li deriyê meclîsê jî
xistin.
Heta mecbûr nebin, pere ji ser wan neyê birrîn serokên PDKê
û YNKê kilîta li deriyê meclîsê xistine venakin.
Serokên Kurdistana Başûr, Rojava û Bakur yên nuha mala
kurdan şewitandine, kurd perîşan kirine. Meriv çawa du salan meclîsa xwe girtî dihêle aqilê meriv nagire.
Li ortê tiştekî muhîm jî tune ye, şer li ser kî yê çend wezîran bigire !



Inga kommentarer:
Skicka en kommentar