04 februari 2025

Kurd ji ereban xêratekê naxwazin

Li Sûriyê di daxwaza azadî û serxwebûna xwe da dibê serokên kurd ne şermok bin, tu carî xwe sansor nekin.

Kurd ji serokê HTŞ´ê Ehmed Şer, (mêrik nuha xwe wek serokê Sûriyê îlan kiriye) parsê nakin, sedeqeyekê, xêratekê naxwazin. Kurd dixwazin îdara welatê xwe bigrin destê xwe.

Ereb çiqasî heqê wan heye bibin xwedî dewlet, mafê kurdan jî hewqasî heye bibin şirîkê wê dewletê.

Heger ereb dixwazin bi kurdan ra bijîn dibê herdu milet di her warî da bi qasî hev xwedî desthilat bin…

Tu tiştekî ereban dibê ji yê kurdan ne zêde be. Di Sûriya nuh da desthilata ereban çi be, çiqas be, dibê ya kurdan jî ew be, hewqas be.
Kurd him bi hêza xwe ya leşkerî, him jî bi destega xwe ya navnetewî ji Ehmed Şer û çeteyên li dora wî gelkî xurttir in.

Dibê ne serokên kurd, Ehmed Şer tenezulî kurdan bike, li ber kurdan bigere.
Gerek serokên kurd ji gefên tirkan û Ehmed Şer netirsin, kurd di her warî da him bi heq in, him jî xurt in.

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro dîsa rejîma xwe bi asîmanan xistiye, gotiye, ”emê dom bikin Tirkiyê di her warî da pêş da bibin, mezin bikin.”

Berde binê te erd e. Beroşê gelkî pesnê xwe da, got, ”binê min zêrîn e.”

Heskê got, ”le ez ji ku têm”?

Tu dibêjî qey em we nas nakin, 23 sal in we ne welatê xwe tenê, we Kurdistan û welatên cîranên xwe jî wêran kirin.

Hûn ne yê başiyê, rindiyê, avakirinê ne, hûn yê xerabiyê û malwêrankirinê ne.

Lema her sal bi sedhezaran însan ji ber zulma we xwe li mirinê diqelibînin, diriven derve.

Feqîrî roj bi roj zêde dibe. Bi milyonan însan hesretiya mehê çêniyek goşt in.

Hûn her sal 9-10 zindanan li zindanên xwe zêde dikin. We 400 hezar însan xistine zîndanan, hûn bi viya jî qîma xwe naynin, hûn dixwazin 11 hebên din jî îsal lê zêde bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar