10 januari 2025

Sohbeteke xweş bi şairekî muhîm ra

Şair Şêxmûs Kûrt
Di War TV´ê, di programa Kitêbxaneyê da mîvanê
Înan Eroglu yê vê hefteyê şair, akademîsyen, lêkolîner Şêxmûs Kûrt e.

Înan Eroglu bi Şêxmûs Kurt ra li ser şiîrê, edebîyatê, karê akademîk sohbeteke xweş kiriye.
Min Şêxmûs Kûrt nas nedikir, cara pêşîye min camêr di vê programê da dît û lê guhdarî kir.
Şêxmûs Kûrt merivekî xwedî gelek huner e; şair e, akademîsyen e, lêkolîner, wergêr e. Ji îngilîzî wergerê dike. Kurmancîya wî heta hûn bixwazin sade ye, otantîk e, ne sûnî û sentetîk e.

Meriv ji şiîrên wî, ji axaftina wî ya li see şiîrê, edebîyatê fêm dike Şêxmûs Kûrt şairekî pir baş e, zana ye û pir jî mutewzî ye. Jixwe jiber ku zana ye ne pozbilind e, mutewazî ye.

Çi heyf Şêxmûs Kûrt hetanî nuha nehatiye nasîn, di quncikê xwe da meye. Diyar e ji bo ku ne li dû mezinkirina navê xwe ye, reqlama xwe nake, lema baş nayê naskirin.

Belkî jî tê naskirin ez di guhê gê da bûme, min nas nekiriye. Herdu îhtîmal jî mimkûn e.
Axirê çawa be jî baş e ku şairekî me yê bi navê Şêxmûs Kûrt heye.

Hebûna şairên wek Şêxmûs Kûrt zana, haya wan ji şiîra cîhanî, teroriyên edebîyatê heye ji bo şiîra kurdî, ji bo edebîyata me îmkaneka pir baş e.

Wexta we hebe li sohbeta Înan Eroglu û Şêxmûs Kûrt guhdarî bikin. Min pir jê hez kir. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

Însan Eroglu bi nasandina kesên wiha karekî pir baş dike. Xwendevan dibê şairên wiha nas bikin, ji şiîrên wan bêpar nemînin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE