18 december 2024

Tirkiye kînga bixwaze kane DAÎŞ´ê belav bike

Amerîkî li Sûriyê û li Kurdistana Rojava piştgiriya xwe ya bi hêzên kurd ra tim bi hebûna Daîşê va, bi îhtîmala vegera Daîşê va girê didin. Ev şêleke apolîtêk e, nedîtina hevkariya Tirkiyê ya bi Daîşê û terorîstên din ra ye.

Cigîrê Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Robert Wood gotiye:
”Divê em piştrast bin DAIŞ ewê ji nû ve venegere. Lema jî emê bi hevkarên xwe yên din ra şerê li hemberî Daîşê bidomînin, ji bo ku DAIŞ nikanibe xwe ji nû va ava bike û terorê li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê pêk bîne.”

Amerîkî vê retorîka xwe tim dubare dikin. Yanî hevkarî û alîkariya Amerîkayê ya bi kurdan ra bi şerê li dijî Daîşê va girê didin.

Ev tê wê maneyê dema Daîş nemîne ewê piştgiriya kurdan nekin û herin welatê xwe, kurdan di nava keriyên guran da bihêlin.

Dibê wiha nebe. Dibê li Sûriyê mesela kurd di warê siyasî da were çarserkirin, statuya kurdan di Sûriya nuh da were qebûlkirin.

Daîş, Nusra, OSO, HTŞ, filan û bîvan, hêzên cîhadçî hemû girêdayî artêşa Tirkiyê ne, giş paramîlîterên Tirkyê ne.

Heger Amerîkayê, NATO´yê ev rastî hîn nedîtibe pir şerm e, wê demê îstîxbarata wan sifir e. Serokên rêxistênên îslamî hemû ya li Tirkiyê ne ya jî li Efrînê, li Serê Kaniyê,li Îdlibê, li herêmnên di bin dagirkeriya Tirkiyê da ne.

Tirkiye kînga bixwaze kane Daîşê lewx bike û navekî din lêke.
Heta nuha deh caran navê çeteyên Daîşê guherandine.

Yanî nemana Daîşê di destê Tirkiyê da ye, ji bo ku Amerîka bihêle êrîşî kurdan bike kane sibe Daîşê belav bike.

Ji bo ku Daîş ji Tirkiyê ra hîn lazim e tezkereya terorîstên îslamî tije nake. Çimkî ji dêlî eskerên xwe, wan dajo ser kurdan, bi çeteyên cîhadçî şereê kurdan dikin.

Heger Amerîka piştgiriya xwe ya bi kurdan ra bi şerê li dijşî Daîşê tenê va girê bide, Tirkiye di nava hefteyekê da ewê Daîşê belav bike, ji terorîstên cîhafçî ra bibêje karê we qediya, hûn kanin li malên xwe rûnin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE