Rojekê ji siyasetmedar, xatibê bi nav û deng yê îtalî Cîcero pirsîne, gotine:
-Mamoste, gelo tu dixwazî ji nuh ve vegerî dema xwe ya xortaniyê?
Cîcero gotiye:
-Hespa di bezê da bûbe yekem, ji bo çi ewê bixwaze careke din vegere ciyê jê
dest pê kiriye?
Baş xerab meriv umrekî dijî, tê dawiya hêniyê. Li wir êdî veger tune ye.
Hin xort hene wek kalên 70 salî kamil û maqûl in, hin extîyar
jî hene wek xortên 20-25 salî rûgeş û dilgeş in. Meriv dibe heyranê kesên wiha.
Lê hin xortên extîyar jî hene, ne fizîkî be jî rûhî kal bûne.
Extîyarî ne tenê dewreyeke jiyanê ye, di eynî wextê da rewşeke rûhî, psîkolojîk
û aqilî ye jî.
Sal di warê fizîkî da însên zeîf dike, cildê însên diqermiçîne, lê belê ruh ne
bi salan, bi qedandina heyecanan diqermiçe.
Însan bi qasî baweriya xwe ciwan e, bi qasî hestên xwe extîyar e, bi qasî
wêrekîya xwe xort e, bi aqasî tirsên xwe extîyar e, bi qasî hêviyên xwe xort e,
bi qasî bêzariya ji canê xwe kal û pîr e.
Însan bi salan, bi jiyana zêde tenê extîyar nabe, tiştê însên esas extîyar
dike, nemana îdealan e, bêhêvîtî ye.
Bi derbasbûna salan ra gelek kes wer bawer dikin extîyar bûne, dibê êdî ne wek
xortan, wek extîyaran hereket bikin.
Lê extîyarî ne jimara salan tenê ye, extîyariya ruh e, nemana îdîalan û bawrîyê
ye. Dibê meriv wan ciwan bihêle.
Însan roja xwe extîyar his bike, bibêje wele ez êdî extîyar im, extîyar e. Gelek
extîyar hene hîn xort in, gelek ciwan jî extîyar bûne.
Mehek maye ez bibim 75 salî, lê hîn jî xwe xort, ciwan his dikim, tew nizanim
dikim bibim 75 salî.
Berê çavê min li 60´î bû, dema 40 salî bûm min digot belkî 60 umrekî pir dirêj
e, ez pê qayil bûm. Nuha min çav berdaye 90´î.
Heger çend salan zêde bibe jî ez
ne li dij im. Belkî heta wê çaxê dîtina Kurdistana serbixwe, dewleta kurd bibe
qismet û nesîbê min. Ji bo dîtina wê rojê çi ji destê min tê dikim...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar