21 november 2024

Li Îraqê zewaca bi keçikên 9 salî ra dike serbest bibe


Li gorî rojnameya îngilîz The Telegraphê nivîsîye Îraq kane di rojên pêş da zewaca bi keçên 9-10 salî ra bi qanûnekê serbet bike.

Partiyên şîe yên konservatîv di meclîsê da piranî bi dest xistine, dixwazin zewaca bi zarokên, keçikên  9-10 salî ra serbest bikin, bikin zewaceka qanûnî.

Heger pêşniyar bibe qanûn, bêyî zewaca bi keçikên 9 salî ra, jin ewê nikanibin ji mêrên xwe veqetin, mafê hevdu berdanê ewê ji jinan were girtin, bibe mafekî mêran tenê. Mêrê kanibe jinê berde, lê jinê nikanibe xwe bide berdan.

Mafê welätiya zarokan û heqê mîratê jî ewê ji jinan were girtin. Yanî li Îraqê jin ewê bibin objeyeke seksê û makîneyên zarokanînê.

Kevneperestên îraqî berê jî di 2014´a û 2017´a da xwestin qanûnan biguherînin û jinan ji her mafî bêpar bihêlin, bikin koleyên seksê û zarokanînê, lê kurdan û hin erebên demokrat nehîştin. 

Lê nuha şîeyên paşverû kanin di meclîsê da piraniyê bidest xînin û qanûna heyî biguherînin.

Profesorê teolojiya îslamê Seyyed Mohammad Fazlhashemî gotiye:
”Meleyên şîe vê daxwaza xwe dibin 1000 sal berê. Dibêjin wê demê bedewîyên pêşiyên me bi keçên 9-10 salî ra dizewicîn û ev normal bû. Lema dibê nuha jî serbest be."

20 welatên li cîhanê rêjeya zewaca bi zarokan ra lê herî zêde ye: Li van welatan ji sedî 20-24´ê jinan berî bibin 18 salî bi zor tên zewicandin.

1-Nîger, 76 prosent

2-Cumhûrîyeta Navendî ya Afrîkayê, ji sedî 66

3-Çad, ji sedî 61

4-Malî, ji sedî 54

5-Mozambîq , ji sedî 53

6-Burkîna Faso, ji sedî 52

7-Sûdana Başûr, ji sedî 52

8-Bangladeş, ji sedî 51

9-Guînea, ji sedî 43

10-Nîjerya, ji 43

11-Malawî, ji sedî 42

12-Erîtrîa, ji sedî 41

13-Etîyopya, ji sedî 40

14-Madagaskar, ji sedî 40

15-Mauretanîya, ji sedî 37

16-Cumhûrîyeta Domînîk, ji sedî 36

17-Lîberîya, ji sedî 36

18-Somalîya, ji sedî 36

19-Surînam, ji sedî 36

20-Nîkaragua, ji sedî 35

Çavkanî: Girls not Brides

Gelo li Îranê kînga meriv kane bizewice?
Li Îranê jî li qorî qanûna şerîetê keçik di 9 salî da, lawik jî di 15 salî da berzewac in, kanin bizewicin.
Dîsa li gorî qanûnê, keça berzewac bûbe umrê wê çi be kane bi riza bavê were zewicandin.

https://www.svt.se/nyheter/utrikes/barnaktenskap-kan-legaliseras-i-irak-ultrakonservativa-partier-har-majoritet

https://www.ui.se/utrikesmagasinet/analyser/2024/september/irak-pa-vag-att-legalisera-barnaktenskap/

https://www.amnesty.se/aktuellt/irak-lagandringar-riskerar-att-tillata-barnaktenskap/

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE