Mîvanekî Bedel Boselî jê ra gotiye:
”Kalikê min ji min ra digot, ji ber
pirbûna gûzên vira, navê Kozanê li vir kirine.”
Bedel Boselî jî gotiye:
”Bi kurdî ji ”civîzê” ra dibêjin gûz, goz. Yanî Kozan tê maneya diyarê gûzan.”
Li ser vê analojiya Bedel Boselî, mîvanê wî gotiye:
”Esas kalikê min digot koka me kurd e.”
Gava ziman here, însan asîmîle bibin, kurdî ji bîr bikin otomatîkman dibin tirk; dibin wek mîvanê Bedel Boselî.
Di nava 100-150 salên daeî da bi milyonan kurd heliyan, bûn tirk.Ev proses, ev jenosîd berdewam e. Bi milyonan kurd bûne tirk, bi milyonan jî di dorê da ne, ewê jî bibin tirk.
Kurdên îro li malên xwe kurdî napeyivin, zarokên xwe bi kurdî mezin nakin ewê bibin wek mîvanê Bedel Boselî.
Ewê jî rojekê ji kurdekî din ra bibêjin, ”kalikê
min digot koka me kurd e”.
Lê viya bibêjin jî ewê dev ji tirkbûna xwe bernedin, nebin kurd. Ev rastiyeke û her kes bi vê rastiyê zane.
Çimkî tarîxa me ya dûr û nêz şahidê vê radstiya tahl e. Ji Bedirxaniyan bigire, hetanî bi Babanan bi hezaran malbatên kurdên bi nav û deng heliyan, bûn tirk.
Çend îstîsana bimînin jî kurdên kurdî nizanin, zimanê wan û yê zarokên wan tirkî
ye hemû tirkên mistqbelê ne, aqîbeta wan jî wek ya mîvanê Bedel Boselî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar