Serokê Beledîya Esenyurtê Prof. Ahmet Ozer bi îthama “endamtiya PKK´ê” hat tewqîfkirin û qaymeqamê qeza Beşîktaşê Oguzhan Bîngol wek qeyûm danîn dewsa wî.
Beledîya Esenyurtê çend roj berê şeveke muzîkê li dar xist. Muzîsyenên kurd jî beşdarî şevê bûn û Ahmet Ozer bi xwe jî bi yekî ra duet kir.
Diyar e Ahmet Ozer bi kurdperweriya xwe Erdogan û Bahçelî pir qeherand, lema defterên kevn, yên 10 sal berê vekirin.
Tiştê pê Prof. Ahmet Ozer îtham dikin qal û qîlên vala ne, Ahmet Ozer bi dizî bi kesî ra nepeyivîye, her tişt, her hevdîtin li ser daxwaza hukûmeta Erdogan kir.Ahmet Ozer tenê bi Ocalan û Qendîlê ra nepeyivîye, gelek kesên din jî hene, giş jî li ser daxwaza hukûmetê çûn û hatin. Çima wan nagirin?
Him xelkê têxin nabênê, him jî dûra bikin sûc qeşmerî ye.
Hetanî kurd azad nebin, Kurdistan çênebe li tirkiyê mohra terorê û endametiya PK´ê wek Şûrê Demokles ewê li ser serê her kesî li ba be.
Heger tirk, mixalifên dîktatoriya Bahçelî-Erdogan dixwazin nebin ”terorîst”, nekevin zindanê dibê piştgiriyê bidin têkoşîna miletê kurd.
Hetanî mesela miletê kurd hel nebe Tirkiye ji bo her kesî ewê tim cahnime be, azadîya kesî, garantiya jiyana kesî tune be.
XXX
Avrupa Eventê, di Facebookê da bi tirkî îlana konsera
Rojdayê daye, gotiye:
”Rojda tê Stockholmê.Bilêtên xwe bikirin, me taqîb nikin”.
Îlan gotineke, lê dîsa jî bi tirkî ye. Dibê meriv bikanibe
bi kurdî bibêje "Rojda tê Stockholmê". Min wiha rexne kir:
Rojda sitranbêjeka kurd e, hûn dixwazin kurd werin konsera
wê, lê îlana we ne bi kurdî ye, bi tirkî ye!
Ma tirk bi kurdî îlaneke wiha didin, ji tirkan ra bi kurdî
dibêjin werin vê konserê?
Şerm e, îlana xwe ne bi tirkî, bi kurdî bikin !
Tarîxa konserê: 12-12-2024. Seet 20.00
Cî: Göta Lejon, Stockholm.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar