26 oktober 2024

Me îro hawirdora xwe baş pak kir

Îro roja paqijya taxa(mehela) me ye. Bîstek din, seet di 09.00a da em û cîranan emê li hev kom bibin û dest bi paqijiya hawirdorê û hewşên xwe bikin.

Daran pel weşandine, emê pelên daran, qilêra derdorê, pel û pincarê hewşê top bikin.

Baş e baran nabare, lê hinekî sar e, germîyan 6 derece ye. Bîstek din ewê germtir bibe.

Salê du caran, biharê û payizê emê vê paqijiyê dikin. Paqijî baş e, dibê meriv derdora xwe paqij bigire.

Dûra emê manqelê deynin, sosîs bibrêjin, bîstekê sohbet bikin. Cîranên nuh hebin, wan nas bikin.

Me paqijiya xwe qedand. Zêde kes nehatibû. Ez gelkî westiyam. Berê, çaxa swêdî pir bûn kal, pîr, xort her kes dihat, çend kal û pîrên swêdî mane, ji sedî 95-97 bûne xerîb. 

Lema roja xebatê kes nayê. Ew kultur bi wan ra tune ye. Ketina xaniyên wek vîlla lê ne xwediyê wê kulturê ne.

Bi zêdebûna xerîban ra qîmeta xaniyên me jî daket. Berê herêm wek cinetê bû, kesî tiştek nediavêt erdê. Lê nuha paqijiya rojane şîrketek dike.

Di her kongreya komelê da li ser vê meselê tê peyivandin lê çareserî nayê dîtin. Însan şerm nakin, lema li me dinêrin lê nayên naxebitin.

Gotin em kesên neyên xebatê ceza bikin, lê ew jî neçû serî.
Dawiya dawî me beşekî kar daye şîrketeke paqijiyê. 

Birrîna daran, çinîna gîhê, çîmenan û hin paqijiyên din şîrketa paqijiyê dike.

Em salê du caran, biharê û payizê paqijiyê dikin. Kuçeyên xwe, hewşa xwe, dora hewşên xwe paqij dikin, tilmên suretê û astenkirina erebayan em datînin. Ji bo ku erebe ji hin riyan derbas nebin.

Piştî kar, me neçû sosîs nexwar. Em hatin mal, me qahwa xwe vexwar, bîstekê westa xwe girt û dûr em çûn meşa xwe ya rojane.

XXX

Min ji serî heta dawiyê li bernameyê temaşe kir. Hersê axavtevanên hêja li ser nivîskariya Hesenê Metê tiştên balkêş gotin. Analîzên hersiyan jî muhîm in.

Hesenê Metê bi sitîla xwe, bi berhemên xwe nivîskarekî taybet e. Ne mirîdî tu fikrê, tu îdeolojiyê ye. Azadiya xwe ya fikrî di ser her tiştî ra digire.

Wexta we hebe li bernameyê temaşe bikin. Hûnê li ser nivîskariya Hesenê Metê hin tiştên balkêş bibihîzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE