27 september 2024

Qey rojekê rojê li me jî hilê !

Zemanek dihere, zemanek tê, helbet rojekê kurd li hespê siwar tê û digihîje serxwebûn û azadiyê.

Qey rojekê rojê li me kurdan jî hilê. Ev miheqeq e.

Ji bo ku em kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe dijminên me hetanî nuha çi nerindî, xerabî ji destên wan hatiye kirine.

Mezin û rêberên me jî bi piranî hetanî nuha îmtihaneke baş nedane, dersa xwe baş nexebitîne, tim di sinifê da mane.

Lê nifşên nuh radibin hêdî hêdî kêmasiyên pêşiyên xwe, nezanîyên wan dibînin, ji tarîxa xwe ders û ibretê digrin.

Nifşên nuh zanetir in, dost û dijminên xwe baştir ji hev digerînin, êdî nadin dû îdeolojiyên berradayî û bi zirar. Li ser rast û çepîtiyê bi hev nakevin.

Hin tevgerên îslamî hîn nehatine ser riya rast, lê înşela ewê jî baqil bibin, dev ji zilamtî û şûrkêşiya xelkê berdin, ji bo azadiya miletê xwe bixebitin.

Kurdperwerî, nasyonalîzim roj bi roj di nav nifşên nuh da xurt dibe. Ev yek ciyê kêfxweşiyê ye. Dibê meriv mil bide kurdperweriyê, vê tevgerê, vê fikra millî xurt bike.

XXX
Dijminê me yê herî har dîsa gefên mezin li kurdan Kurdistana Rojava xwariye. Li Kurdistana Roava îdareya kurdan, perwerdeya bi kurdî bûye kelemeke di dil û çavê wan da. Lema her roj kurdan tacîz dikin, çend ciwan dikujin û gefên mezn li kurdan dixun.

Lê kurdan dîwarê tirsê ji zûda ye hedimandine, ew çi bikin jî kurd dev ji doza xwe bernadin.
Heger tirsa gur ji baranê hebûya ewê kumek ji xwe ra çêkira.

XXX

Di telewîzyona Haberturkê da daxwaza kuştina Bafil Talabanî hat kirin.

Ev yek tiştekî pir ciddî ye, dibê meriv bi henek lê nenêre.

Serokê Îstîxbarata Serfermandariya Tirkiyê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, di telewîzyona Haberturkê da eşkere got, dibê Tirkiye serokê YNKê Bafil Talabanî bide kuştin.

Gava di telewîzyonê da ev yek eşkere were gotin, gelo nuha bi dizî çi dolaban digerînin.

Kuştina Bafil Talabanî ne fikrê Îsmaîl Hakki Pekîn tenê ye, Tirkiye cînayetên wiha red nake.

Hilbinartinên 20´ê cotmehê nêz dibe, îhtîmala cînayetên wiha heye. YNK gerek tedbîrên baş bigre, şans nede cînayetên wiha.

Bi cînayeteke wiha dixwazin kurdan berra hev bidin, bi hevdu bidin kuştin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE