21 november 2023

Hudapar û dizê Xoce Nesredîn

Rexneyên li HUDAPArê dişibe mesela Xoce Nesredîn û dizê ketibû mala wî.
Diz ketibû mala Xoce Nesredîn. Cîranên wî pê hesiyan. Kî hat hundur gazin ji Xoce kir, kir sûcê Xoce.

Hikekan gotin qey te deriyê xwe negirtiye. Hinekan gotin, qey te paceyek vikirî hîştiye.
Welhasilî kelam gişan sûc, kêmasî kir ya Xoce Nesredîn.

Xoce hêrs bû, got:
-Yaho ma sûcê diz qet tune ye, sûc giş yê min e?

Diz ketiye mala min, hûn gazinikê ji diz nakin, di ser da min sûcdar dikin.

Mesela Hudapêrê jî eynî tişt e, ez jî di nav da, gelek kes piştgiriya Hudaparê ya bi HAMASê ra rexne dike.

Em serokê HUDAPARê, berpirsiyarên wê rexne dikin, em dibêjin çima HUDAPAR van mitîngan ji bo HAMASê çêdike, çima piştgiriya terora Hamasê dike?

Partiyake kurd dibê ji bo miletê xwe, ji bo welatê xwe bixebite, dibê piştgiriya terora Hamasê neke, dibê hewqasî angajeyî gelşa nabêna ereban û Îsraîl nebe.

Baş e ma sûcê bi hezaran însanên diçin mitîngên Hudaparê jî tune ye, çima ew diherin?
Bira neçin.
Dibê em gazinekê ji wan însan jî bikin. Çima ew diherin ji terora Hamasê ra li çepika dixin, halanan di teror û qetlîamên terorîstan hildidin?

Ma HUDAPAR wan bi darê zorê top dike, yîne mitîngên xwe?
Na Hudapar kesî bi darê zorê nabe mitîngên xwe. 

Kesên diherin meş û protestoyên Hudaparê, kesên ala filisîtn li ba dikin, kesên rismê Ebû Ubeyde bi bedena Amedê va dikin bi dil vî karî dikin, ew jî heval û dilxwazên Hamasê ne.

Lema sûc ne yê Hudaparê tenê ye, yên diherin protestoyên Hudaparê jî sûcdar in, dibê meriv viya jî bibêje.

Heger hinek li Batmanê, li Amedê mitîngeke piştgiriya Îsraîl çêkin ma hewqas însan ewê herin wê mitîngê jî?


Ez bawer naikim. Bira çûyina mitîngê li wir bimîne, bi hezaran ewê êrîşç mitîngê bikin. Ewê bixwazin wan lînc bikin.

Yanî miletê me jî ne tu milet e. Hekbet ez viya kesên, dîndarên derî vê cepheyê, yên beşdarî mitîngên Hudaparê nabin nabêjim.

Gotina min ji bo HUDAPARê û kesên beşdarî mitîngên piştgiriya HAMAsê dibin dibêjim. 

Hudapar bûye maşeyeke di destê dewleta tirk da, serok û birêvebirên wê kurd in, lê di cepheya dijmin da ne. 

Bira milet neçe ba wan, bira ew nebin zilamên dagirkerên welatê xwe û ereban.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE