24 november 2023

Antîsemîtîzim nazîzim e

Piştî êrîşa Hamasê ya 7´ê cotmehê û qetilkirina 1400 însanî, min li ser Hamasê gelek tişt xwendin. Min xwest Hamsê û îdeolojiya wê baştir nas bikim.

Hamas tevgereke ji Birayên Misilman sadir bûye, yên Hamas avakirine kadirên Birayên Misilmanên filistînî ne. Hedefa Hamasê Îsraîl  têk bibe û dewleteke îslamî ava bike.

Rêber û îdeologê Hamasê jî Hesen el Benna û Seyid Qutb e. Seyid Qutb terorîsîyenekî tevgera Birayên Misilman bû. Hamas jî van herdu şexsan wek rêberên xwe yên îdeolojîk dibînin.

Motoya Birayên Misilman ev e: Hedefa me Xwedê ye, Pêxember rêberê me ye, Quran zagona me ye, cîhad rêya me ye, mirina ji bo rûmeta Xwedê jî daxwaza me ya herî bilind e.

Hamas jî eynî îdeolojiyê diparêze, wek Birayên Misilman ew jî Hesen el Benna û Seyid Qutb wek rêberên xwe xwe yên fikrî dibîne.

Evîn Îsmaîl li ser Birayên Misilman û şîdeta Dewleta Îslamî lêkolînek kiriye.

Navê lêkolîna wê: ” Lêkolînek li ser Birayên Misilman û Dewleta Îslamî. Kokên Antîsemîtîk ên Şîdeta Îslamî:

Evîn Îsmaîl di lêkolîna xwe da dibêje, antîsemîtîzm li Rojhilata Navîn li gorî Ewrûpayê diyardeyeke nuh e, bi tevgera Birayên Misilman ra dest pê kiriye, hatiye nuxteya îro.

Berî wê tarîxê têkiliyên navbera cihûyan û misilmanan baş bû, wek yên navbera cihûyan û xiristiyana ne xerab bû, ne mişt kîn û nefret bû.

Lê ev yek piştî damezrandina tevgera Birayên Misilman di sala 1928´a da û bi belavbûn îdeolojiya îslamî ra guherî.

Li gorî Birayên Misilman hêzên emperyalîst misilman bêrûmet kirine, dibê misilman li hemberî wan serî hildin û rûmeta xwe paşda bigrin.

Seyîd Qutb îdeologekî Birayên Misilman ê bi nav û deng e. Ji teoriyên wî yên komployê yek jî xwedêgiravî cihû li dijî îslamê û misilmanan şerekî mezin dimeşînin, cihû dixwazin misilmanan û dînê wan ji ortê rakin.

Ji ber ku misilman û dînê wan li ber wendabûnê ne, lema jî heqê misilmanan e şîdetê bi kar bînin.

Ev şerê li hemberî cihuyan, kafiran ewê heta roja qiyametê bidome, lê dawiya dawî misilman ewê li seranserê cîhanê bibin desthilatdar.
Evîn Îsmaîl dibêje:
”Di lêkolîna xwe da ez matmayî mam, min dît ku antîsemîtîzm ji bo hêzên îslamîs çiqas meseleyeke esasî ye. Bi rastî meseleyeke bingehîn e. Îslamîzim li ser bingeha antîsemîtîzmê hatiye avakirin û ji ber wê jî xurt bûye. Ev îdeolojîyeke nûjen e, ji îdeolojiya nazîzmê nayê veqetandin.”

Gava meriv şîar û retorîka Hamasê û hêzên îslamî dinrêre meriv dibîne bi rastî jî nazîzim û îslamîzim wek goşt û nenûkê ne, herdu jî li ser bingeha antîsemîtîzim hatine avakirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE