18 augusti 2023

Xewneke pir bi heyecan bû

Vêsê(vê sibê) piştî min bîstekê di medyaya sosyal da çend tişt xwendin û yek du tiştên kin nivîsî, çavê min êşiya, min xwe li ser dîwanê dirêj kir, min got ez bîstekê westa xwe bigrim. Ez di xew ra çûm.

Min dît ez û çend heval em li çolekê ne, diçin derekê. Pêşiya me çemekî bi heybet û zinarekî asê bû. Gere kem ji çem derbas bibûna.

Me her yekî ji alîkî da ji ser zinêr, bi destopelkê, hêdîka xwe bera jêr da.

Ez û kekê Zîya Avcî tenê man, hevalên din ji me dûr ketin, ji ber çavên min wenda bûn.

Em li ser dîyarekî bilind bûn. Jêrî me çem bû, xuşîn û hîbe hîbe ava çem bû.

Min hew dît kekê Zîya wek xortekî sportmen xwe çindî ser gomeyekî kir. Şemitî, ji ser gome wek loxekî totî jêr bû.

Min got wele tiştek tê nema, pir êşiya.
Ez hîn li jor bûm. Min dît rabû ser xwe, xwe dawşand, bi milê xwe yê rastê girt, got:
-Ez silamet im, lê milê min pir êşiya.

Min got, înşela tişt nebûye, ez bi xwe hesîyam.
Ji ber ku ez zanim nexweş e ez ketim taswasê, hinekî jî tirsîyam. Min di dilê xwe da got înşela xêr e.

Numra telefona wî ya welêt li ba min tuneye, min bi Messengerê mesajek jê ra şand, li halê wî pirsî.

Bîstek derbas bû telefonî min kir, got ez baş im. Got bi xêra tuxtorên kurd ez ji mirinê xelas bûm.

Pir pesnê camêrî û hekîmiya tuxtorên kurd da.
Me bîstekê sohbet kir. Got di orta îlonê da ewê were were Swêd.
Min ji bîr kir jê ra qala xewna xwe bikim.

Tabîra, maneya xewna min talûkeyek mezin derbas kiriye, lê şikir xelas bûye, di demek nêz da ewê baş bibe û dîsa dest bi xebatên xwe yên wergerê bike.
Ez jê ra sihetê û şîfa xêrê dixwazim.

4 kommentarer:

  1. Gelek sıpas kekê Zınar, her hebî.

    SvaraRadera
  2. Sipasxweştir birayê ezîz. Başbûna te ez kêfxweş kirim. Gelek silavên biratiyê.

    SvaraRadera
  3. Xalo welleh ev vêsê ya te ez heyirandî me. Erê meriv li aliyê we di peyivînê de wer dibêje lê di nivisînê de divê tu vê sibê binivisî.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Carnan wer dinivîsînim, dibêjim "vê sibê", carnan jî ji bîr dikim. Lê ne qusûreke mezin e, ne şaşî ye, devokî ye.
      Meriv kane hin peyvên herêmî, devoka xwe bi kar bîne. Bîna xwe teng meke.
      Ez bawer dikm tê fêmkirin.
      Têm herdu çavên te !

      Radera

PARVE BIKE