31 augusti 2023

Vî şairî dibê meriv bixwîne

Abdurehîm Kiliç

Do di netîceya tesadufeke xweş da min hemşeriyê xwe, nivîskar û şairê hêja Abdurrehim Kiliç nas kir.

Di Facebookê da em hevalên hev bûne lê min ew nas nedikir, nivîseke wî, şiîreke wî tu carî bi ber çavê min neketiye.
Heger min dîtibe jî nayê bîra min. 

Gava ez rastî nivîskarekî, şairekî wêranşarî têm kêfa min tê, silavekê didimê û hewil didim nas bikim, berhema wî/wê bixwînim.
Navê Abdurehîm Kiliç qet nayê bîra min. Ji eşîra Kumneşa ye. Kumneşa eşîreke mezin e.

Abdurehîm Kiliç mamosteyê edebîyatê ye, rojnamevan e, sînemacî ye, nivîskar e, şair e. Hewqas kar ne bes e, programên radyoyê û telewîzyonan jî çêdike.

Gelek nivîsên wî, şiîrên wî yên bi tirkî kurdî di gelek kovar û rojnameyan da belav bûne.

Yanî camêr xwedîyê gelek huner û marîfet e, gelek mezîyetên wî hene.
Di sala 2016a da xelata Homeros a şiîrê girtiye. Wek aşirekî girtina xelata Homeros rehet nadin kesî, dibê meriv şairekî baş be. Jixwe ne şairekî baş bûya, şiîrên wî bala bala xelkê celbî ser xwe nekira ew layiqî vê xelatê nedidîtin.

Sê kitêbên wî hene. Hersê jî şiîr in. Dilopên Jiyanê, Cebimdeki Çakil Taşlari, Yasaktir Bu Aşktan Çikmak.”

Wek ji navên kitêban jî xuya dibe, ”Dilopên Jiyanê” bi kurmancî ye, herduyên din jî bi tirkî ne.

Min kitêbên Abdurehîm Kiliç yek jî nexwendiye.Lê îro di malpera wî ya Facebookê da min çend şiîrên wî xwendin û çend hebên kin jî wergerandin kurmancî.

Piştî min çend şiîrên wî xwendin min dît ku Abdurehîm Kiliç ne şairekî henek menek e, şairekî baş hoste ye.

Mijarên qal dike, gotinên wî, taswîr û metaforên wî hexwqasî û di mikemel in meriv dixwaze careke din, careke din bixwîne û wan metaforan xeyal bike.

Şairekî wiha çima zêde neyatiye naskirin, rexnegirên me, medyaya kurdî çima qala wî nakirin, nakin ez matmayî mam.
Ne ji ber ku hemşeriyê min e, ji ber ku şairekî wiha hetanî nuha min nas nekiriye ez xemgîn bûm.

Yên Abdurehîm Kiliç hetanî nuha nexwendine dibê bixwînin, ez soz didim ewê poçman nebin.

Di şiîrên wî da gotineke zêde, gotineke ne di cî da, peyveke meriv jê hezneke, metaforeke meriv nebêje ”waw”, çi mecazeke mikemel û xweş e tune ye. Hemû gotinên wî metaforîk in, derdê me, hesreta me ya azadiyê wek hebên tizbiyê li dû hev rêz dikin.

Şairekî wiha dibê bi kurmancî binivîsîne, giraniya bide kurmancî. Şiîrên hewqasî xweş dibê meriv tirkî nenivîsîne, jidestê min were ezê nehêlim kurd tiştên xweş bi tirkî binivîsînin. Çimkî şiîrên wiha, çîrok û romanên xweş kurdan ditahmijînin tirkî.  

Kesên rexnegir, evîndarên şiîrê dibê vî şairê hêja bidin naskirin.

Min şiîrên wî yên bi kurmancî nedî, xwezî min bidîta.
Çend numûneyên min ji tirkî wergerandine kurmancî ev in. Hêvî dikim hûn jê hez bikin.


XXX

-Ez bi evîna hêviyê mezin dike sond dixum, tiştê me xweşik dike şerê me yê azadiyê ye.

Abdurehîm Kiliç


-Herî zêde enqaz, herî zêde binê dojehêye ev heyat
ji Nîlê heta Ferêt, ji Tendûrekê heta Everestê diherike dengê min
Çîmena min pelixand, gula min jê kir, canê min perçe kir ji min bi gazin e.
Hemû çiyayên hûn dizanin, ez nifira hemûya me
Nuha ez im karkirê herî giran

XXX

-Ji odeyeke tarî dinêrim li dinyayê
Dengê erebayan, vîçîna çûkan û qelebalix li di nav hev da ne
Dilopên baranê li caman dikevin
Hin wext dibin jîneke ziravik
Destê xwe bi wê dilopê dikim
Destê xwe bi wextê dikim
Bi çavên xwe yî di pacê ra li dinyayê dinêre.

XXX
-Nuha min berê xwe da te
Nuha di qelîşteka çiyayekî ra herikîm ba te
Nuha ji şelaleyekê rijiyam ba te
Nuha ji mistek xwelî şewitîm ji bo te
A nuha ew ruyê min hatiye birrîn,
a nuha ew çiya tê bombebarankirin,
a nuha ew şelale hişk dibe,
a nuha ew xwelî li ba dibe
A nuha ez tuneme di wê eşqê da, bi gotinekê: ez tune me.

XXX
-Di jiyanê da seferî hatime nivîsîn li gorî erbabên îş
Li Serêkaniyê hatime dinyê, heger însanîyet meraq dike
Tucaran fîyetek li umrê min birrîne
Dûra midetekê bêdeng mane
Gotine ev evdal e, zarokekî baş e û bêzirar e
Navê min cara pêşî şêxê min sê caran di guhê min da kiriye pistîn
Navika min bi diya min ra avêtiye dibistanê
Belkî jî ji ber vê yekê ye hertim bi huzna mekteblîyekî digerim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE