02 maj 2023

Îro şansê min hebû

Xemsarî û tembeliya min tu nemabû li ser min buha mal bibe, lê bi tesadufî di deqîqeya dawî da jê filitîm.
Yanî vê carê şansê min lêxist.

Hindik mabû ez beyannameya bacê ya îsal di wextê da neşînim.
Îro roja dawî ya şandina beyannama bacê (skattedeklarationê)
 ye, dibê meriv beyannama xwe bişîne. Heger meriv dereng bişîne 1250 kron cezayê wê heye.

Yanî ji ber tembelî û sersariya xwe me yê 2500 kron(250 dolar)ceza bida.

Xwedê kir min di telewîzyonê da li xeberên saet 18.00a temaşe kir, di xeberan da got îro roja dawî ya şandina beyannamê ye.

Min zû zûka kompîtor vekir û beyannama xwe û ya xanimê çêkir û şandin.

Heqê me hebû me çend quriş jê daxista, lê min çiqasî li ber da jî ez ji heq derneketim, ji mecbûrî Dahîreya Bacê (Skatteverketê) çi nivîsîbû min gişan ra got erê û wek nivîsîbûn qebûl kir.

Ez tu salê deklarationa(beyannama)xwe dereng naşînim, tim çend rojan berê dişînim, lê îsal min cangiranî kir, hindik mabû 2500 kronî xwe li zirarê xînim.

XXX

Derdê cahilan nayê kişandin. Yekî ez nas nakim, nizanim çi kes e, ji ku ye di Facebookê da daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû.

Min bala xwe dayê kurd e, min daxwaza wî qebûl kir.

Min çer qebûl kr, sê vîdeo li pey hev ji min ra şandin. Min got bes e vîdeoyan ji min ra bişîne.

Di cî da telefona min got zirrr. Min bala xwe dayê ew e, îcar dixwaze bi min ra bipeyive.

Ji bi ku zêde min nerehet neke, ji mecbûrî min bloqe kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE