Hin partiyên kurd carnan hin karên pir bêmane, bêfêde û hinekî jî beradayî dikin.
Tiştê dikin, pêşek pere lê xerc dikin, lê ne ji wan ra, ne jî ji miletê kurd ra
tu kar û fêdeyeke wan karan tuneye.
Hin însan tên ba hev, çend rojan dikin
leqleq, bi hev ra çend risman digrin, di medyaya sosyal da belav dikin, mesele diqede.
Ê dawî, ji bo çi ye, ne diyar e.
Meriv ji tirsa devê xwe digre û serê xwe naxe teşxeleyek
vala, bi zirar. Devê xwe bigre, li malika xwe rehet bike.
Lê ji bo civatê ev tirsa siyasî, ev otosansora rexnekirinê
ne baş e; baş û xerab, rast û şaş bi rexnekirinê ji hev tê gerandin, civat bi
vî hawî bi pêş dikeve.
Azadiya fikrî, rexneyî ji bo şexsan jî, ji bo miltan jî baş e, bi feyde ye. Lê
di nava me kurdan da ev yek qadeke bi problem e. Çimkî cepheyên siyasî hene, tu
karekî kîjan alî şaş bibînî, rexne bikî, otomatîkman te dikin merivê cepheya
din û dijminê kesê te karekî wî rexne kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar