30 juli 2022

Tirkiye dixwaze bi keriyên guran kurdan çavtirsiyayî bike

Serokê "Zafer Partiyê" Umît Ozdagê faşîst xwestiye ew jî here li ser sînorê rajavayê Kurdistanê qurretîyekê û şovekê bike.

Êdî wer bûye ne hêzên dewletê tenê, tirkê herî fisek, herî reben, herî qewad jî xwe li kurdan radikşîne, mêraniyê li serê me kurdan dike, diwêre li her kurdî xe, her heqaretê lê bike.

Her roj li derekê kurdekî di nava xwînê da dihêlin, her roj li derekê kurdekî lînc dikin.

Dewletê ne hêzên xwe tenê, tirk jî wek gurên har bera bedena kurdan dane, piştgiriyê dide êrîş û çavsoriyên li hemberî kurdan.

Kurd ji desthilanîn da xistine. Wek milet em di halekî perîşan û zelûl da ne. Lê ev jî derbas be, berê jî me rojên wiha pir dîtine.


XXX

Her kurd zane tirkan welatê me dagir kirine, em kirine bindest, zimanê qedexe kirine û her roj zulmek mezin li me dikin, me dikujin. Rêzkirina zulma tirkan bêfêde ye, em giş zanin dewleta tirk û piraniya tirkan ji me û ji zimanê me nefret dikin. Dubarekirin me xelas nake.

Emê çawa ji bindestiya van gurên devbixwîn xelas bibin dibê em li ser viya bifikirin, serê xwe bi wê ra biêşînin.

Hovîtiya wan, barbariya wan, nemedenîbûna wan eyan û beyan e, ji bo vê yekê îspat û delîlên zêde ne lazim in, halê me îspata vê yekê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE