Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-20
*Ez saet di 17.00a da çûm Federasyonê, min kilît teslîmî
komîta nuh kir. Mekî(Amed Tîgrîs), Wahap, Sidiq Bozarslan û Ahmed Karamûs
hatibûn; Şiyar(Harûn Elîaçik), Hemîd Newroz, Celal nehatibûn. Mekî çend caran
bi min ra peyivî, lê ez pê ra nepeyivîm, min bersîv nedayê.
*Îro rojbûna Rûkenê ye. Min bûkek û solek jê ra kirî, gelkî kêfa wê hat.
*Min telefonî Mahmûd Kîper kir, min got îro karê min heye, ez nikanim werim
afîşkirinê, heger mimkûn e em sibe bikin. Got tişt nabe, ez û Hesen Yoldaş
kanin bikin.
XXX
1996-06-20
*Çendakî berê min li ser şiîreke Ahmed Husênî(Newroza te pîroz
be!)nivîsîbû. Wê rojê min jê ra got were ez nivîsê bidim te, lê li ser rê bû
diçû Brukselê MED TVê. Ma piştî vegera wî. Min nivîs îro careke din xwend, ji
nuh ve serrast kir.
Dema meriv nivîsa xwe wek xwendevanekî piştî demekê dixwîne meriv hin şaşiyan,
hin kêmasiyan dibîne. Hin tiştên dibê meriv bigota û negotiye tên bîra meriv.
*Îro hewa pir ne xweş e, tim ewr û baran e, meriv di hundur da
bînteng dibe.
XXX
1999-06-20
Mazharê Qulpî(Duderî) telefon kir, got ez û xanima xwe
hatine Swêd, nuha em mîvanên Hemê Mêlik in. Min xêrhatin lê kir, me hinkî li hal û
xatirê hev pirsî. Got emê heta 16ê temûzê li Swêd bin. Ewê were bibe mîvanê me
jî, lê tarîx negot. Ewê telefon bike.
Ez Mazhar ji dema DDKD ya Anqerê nas dikim. Hatibû mitînga Wêranşarê, du sê rojan li mala me ma. Bawer dikim sala1975 bû. Ez li Anqerê carê du caran bûm mîvanê wê. Ji wê çaxê da ye dostaniya me dom dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar