10 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -145-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-06-10

Îro neçûm kar. Ji bo dirêjkirina pasaporta Hêvîyê em çûn ba pûlis. Piştî karê me qediya min Hêvî şand mal, ez çûm bajêr.

Min û Henefî Celeplî saet di 17.00a da hevdu dît, em bi hev ra çûn civîna bi ABFê ra. Ji bo ku em ji Federasyonê ra lokalekê bibînin. Berpirsiyarê ABFê(Federasyona Karkeran a Perwerdeyê) got hetanî hefteyekê emê bersîvekê bidin we.

Li ABFê civîneke ISTIBê(navê komeleke TKPê ye) hebû. Dr. Nacî Kutlay li wir bû, ji Henefî ra gotibû were vir, ez jî bi Henefî ra çûm wir.

Civîn ji bo Dîlekçeya(arzûhala)Ronakbîran(Aydinlar Dîlekçesî) bû. Dixwestin komîteyekê ava bikin. Piştî hin axaftinan Demir Ozlu, Mazlûm Kîper, Mehmet Ûzûn ji bo 6 mehan bûn komîta îdarekirina kar û bar. Civîn hîn neqediya bû ez, Henefî û Dr. Nacî Kutlay rabûn, em neçûn dereke din, her kes çû mala xwe.

XXX
1986-06-10

Îro hewa pir xweş e, 20 derece germ e. Lawikê xwediyê havîngeha me bi bota xwe em bîstekê gerandin. Got gerek hûn heqê benzîna min bidin. Min 50 kron heqê benzîna wî dayê. Kêfa zarokan hat. Gerra bi botê pir xweş e, botê û xuşîna avê tiştekî ecêb e.

Min kitêba Garo Sasonî îro qedand. Min çend kitêb ji bo xwendinê bi xwe ra anîne.

XXX

1999-06-10

*Min telefonî bavê wê keçika kurd(Gulbiharê) kir û jê ra got di şahî û munasebetên wiha da dibê meriv zarokên xwe bi tenê nehêle. Sipasî min kir, got tu rast dibêjî, nizanim karekî min hebû lema min îmkan nedît werim.
Lê pir baş bû ez pê ra peyivîm, belkî careke din tiştekî wiha neke…

*PADEKê( Platforma Azadî û Demokrasîya Kurdîstanê) li ser şêla Ocalan ya mahkimê belavokek belav kiriye, li Ocalan rexne digre, dixwaz partîyên kurd hemû li dijî vê helwesta wî derkevin. Beyanek baş e lê bi ya min hinekî sert e.

Min telefonî  Mahmûd Kîper kir, jê ra got ez şêla Ocalan ya siyasî û taktîka daye ber xwe rast nabînim, bêguman dibê meriv vê şêla wî rexne bike. Ocalan riya teslîmiyetê daye ber xwe.
Lê meriv vê rexneya xwe bi uslûbek maqûl bibêje baştir e, ewê tesîra wê zêdetir be. Gotinên giran kane bibe sebebê PKK li parastina Ocalan xwedî derkeve. Ya muhîm PKK jî neçe xeta wî û şêla wî neparêze.
Mahmûd dîtina min maqûl dît.

Dewlet dixwaze tiştên li gorî dilê xwe bi Ocalan bide gotin û dûra jî belkî bi darde bike.

Dema meriv bizanibe yê hember tiştekî nade tu mane tuneye meriv ji ya xwe dakeve.

*Leşkerên Yoguslawyayê dest bi vekişandina ji Kosowayê kirin. Li ser vê serokê Natoyê Javier Solana seet di 15: 20 da emirê sekinandina bomberdûmanê da û bi vî hawî, bi hawakî resmî peyman ji alî herdu aliyan ve hat qebûlkirin.

Helbet rawestandina şer ji bo me baş bû. Mumkûn e êdî cî ji peyivandina mesela me ra jî hebe.

Lê Sirb mehû bûn. Şertên peymanê pirr giran in. Li gor peymanê ewê tu hêzên Sirban ên pûlis û leşkerî nemînin.

Kosova ewê ji her alî ve ji alî Koma Miletan ve bête îdarekirin, heta pereyê resmî jî ewê DMê Almanya be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar