Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-08
Kongra Federasyonê ya îstîsnaî îro dest pê kir. Kongre saet
di 11.00a da bû, lê di 12.00a da dest pê kir.
Demek dûr û dirêj dîwan nehat
hilbijartin. Dûra li ser pêşniyara hevalên Koçkakê sawcî Cengîz Guneş, ji Riya
Azadî Ahmmed û Birîndar hatin hilbijartin. Cengîz Guneş bû serokê dîwanê,
hevalên din jî bûn alîkarên wî.
Nûnerê Koçkakê bi israr ew pêşniyar kirin. Her çiqas me got camêr nuh hatiye, bi usûl û zimanê me baş nizane qebûl nekirin. Gotin sawcî ye, çawa nizane?
Lê piştî bîstekê sawcî Cengîz Guneş teslîm bû, got ez nikanim. Çimkî tecrûbeyeke wî ya wiha tunebû, him jî ji zimanê me, bi taybetî jî hevalên soran fêm nedikir. Dîsa li ser daxwaza hevalên Koçkakê dîwanê des tji karê xwe berda û dîwanek nuh hat hilbijartin.
Eliyê Mûşî, Heyder(Heyder Diljen) Ahmedê Riya Azadî û Ahmedê Dêrikî ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Elî bû serokê dîwanê. Kongrê hetanî 15.30î dom kir. Li ser endametiya komelan hat peyivîn. Axaftin bi piranî li ser mesela ”uslê” bû, axaftinên li ser ”usûlê” gelek qext girt. Me îro tu tişt hel nekir.
Dîwan ji ya berê baştir bû. Dîwana berê xwe hetikand.
Piştî kongrê ez, Mahmûd Kîper, Nafî Çilgin, Mumtaz û Heyder
em çûn mala Yilmaz(Selîm Bakaç). Em li ser kongrê peyivîn. Hin haziriyên dibê
Kîper û Mumtaz bi anîbana, lê tiştek hazir nekiribûn. Lema Heyder gazin ji
Kîper kir, ew rexne kir. Kîper rexneya Heyder qebûl nekir.
Em li ser kî ewê ji me têkeve komîta karger peyivîn. Hevalan dixwest Kîper
têkeve komîta karger. Lê Kîper xwe neda ber, got ez nikanim sozê bidim. Çimkî
ne diyar e ezê karekî çawa bibînim. Heta ez kar nebînim ez nikanim bibêjim erê.
Min got ez Kîper pêşniyar nakim, çimkî wa ye mazereta wî heye, dibê meriv
hevalê xwe mecbûrî wezîfegirtinê neke, dibê ew bi xwe bixwaze.
Me xwest em Nafî têxin komîta akrger, lê wî jî qebûl nekir. Di vî warî da me tu
biryar negirt û em belav bûn. Min got gava ji me hevalekî bixwazin emê bibêjin
em nakevin komîta karger. Min hin tişt nivîsên û ez û Heyder em çûn suneta
KUKçiyan.
Ji sunetê jî ez, Elîyê Mûşî û Ahmed em bi Mihemed xoce ra çûn mala wan. Saet
12ê şevê Mihemed xoce bi ereba xwe ez birim mala Yilmaz, ez li wir raketim.
Sibê ez û Heyder bi hev ra çûn kongrê.
XXX
1999-06-08
Dozgerê mahkima Evdila Ocalan îro îddîanama xwe xwend û di
dawiyê da îdama wî xwest.
Lê ji bo ku Ocalan û abûqatên wî parastinên xwe yên dawî bikin mahkime panzde
roja taloq kirin. Mahkima ewê di 23ê hezîranê da dest pê bike. Çend rojan bajo
ne diyar e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar