28 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -20-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-01-28

Saet di 11.00a da çûm dahîra kar, ji bo ku karekî din bibînim. Bi asîstaneke bi navê Yvan Soderlund ra peyivîm. Got karê alîkariya hemşîreyan heye, heger tu bixwazî tu kanî dest pê bikî. Meriv diçe malên kar û pîran paqijiyan dike, hewcedariyên wan temîn dike. Yên hewce bin meriv serê wan jî dişo. Hinek hene seqet in, nikanin serê xwe bişon, dibê meriv serê wan bişo.
Min got ezê li ser bifikirim.

XXX
1987-01-28

Min Hêvî bir ser tuxtor. Ev çendake hinekî nerehet e.
Ezê sibe Rezaq Feylî bibînim.. Rezaq got, hukûmetê li Silêmaniyê gelek zarok bi darda kirine. Heger wiha be felaketeke mezin e. Lê ji ereban tê, kanin zarokan kevir jî bikin. Rejîmeke hov e.
Mûrad Ciwan û Mumtaz sibe ewê werin mal, emê bi hev ra nivîsên Armancê hazir bikin.
Bavê Nazê telefonî min kir, ewê sibe nivîsa xwe bide min. Ez bawer dikim nivîsa dawî ye, ewê bibêje çima dev ji Armancê berdide. Çimkî berê ji min ra gotibû ez hew dinivîsînim.

XXX
1988-01-28

Ez îro saet di 07.30î da li nexweşxaneya Sabatsbergê ji herdu çavên xwe emelîyet bûm. Serê min pir diêşe, halê min ber tuneye. Ji êşa serî çavên min sor dibin, hêsir jê tên. Tuxtoran gotin ji çavên te da ye. Ji ber ku çavên min hinekî şaş in, tuxtoran gotin dibe sebebê serêşa serê te. Tiştê dibêjin nakev esê min lê ezê wek wan bikim. Gotin ji aliyê estetîk jî tu yê ji şaşiyê xelas bibî.

XXX
1996-01-28

Fexriyê farqînî* telefonî min kir, xwest roja sêçemiyê em hevdu bibînin; ewê tiştekî ji min ra bibêje.

Ez ditirsim piştî sohbeta min û Salim ya bi Kemal Burkay ra hesabekî çewt kiribin û teklîfa endametiyê ji min ra bînin. Yanî bixwazin ez bibim hevalê wan.

Ez hêvî dikim ewê çewtiyeke wiha nekin, pêşniyareke wiha ji min ra neynin. Heger tiştekî wiha bibêjin, diyar dibe Kemal Burkay ji sohbeta me netîceyeke pir çewt derxistiye. Ji ber ku him di warê da siyasî da, him jî di warê îdeolojîk da em ji hev pir dûr in. Min di sohbeta xwe da me da ev yek da xuyakirin.

Me armanca ziyareta xwe pir vekirî û zelal gotibû.

Lê wer xuya dike Burkay dîsa jî sohbeta me şaş fêm kiriye. Dema ez Fexrî bibînim ev yek ewê xuya bibe mesele çi ye…

*Fexriyê farqînî: Fahrî Olçer.
-Salim: Salim Çelîker.


XXX

1999-01-28

Texmîna dewlet ewê nehêle HADEP têkeve hilbijartinan rast derket, biryara wan ewe ku berî hilbijartinan HADEPê bigrin.Wer xuya dike. 

Li gor xeberên telewîzyonên tirk yên îşev, serdozgerê dewletê Vural Savaş ji bo girtina HADEPê sibe dosyeyekê teslîmî Dadgeha Qnûna Esasî dike.
Diyar e emrê leşkeran ewe ku HADEPê bigrin. Çimkî li gor ankêtên wan, li donzde bajarên Kurdistanê  Hadepê ewê hilbijartinên belediyan qezenc bike.
Helbet pirr ne dûr e baraja ji %10 jî derbas bike û dîsa têkeve meclîsê.
Lê xuya ye nêta wan tune ye vê îmkanê dîsa bidin kurdan. Şêla dewletê vaye xuya bû, gelo li hember vê şêla dewletê kurd ewê çi bikin? Ya girîng ev e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar