Serokê partiya BBP Mustafa Destecî xerîteya Kurdistanê çirandiye û ji kurdan û Kurdistanê ra jî hin gotinên bêedeb kiriye.
Mustafa Destecî çeqelekî bêedb û rezîl e, şelafekî kurtêlxur e, pişta xwe
sipartiye dewletê û heqaretê li kurdên destgirêdayî dike.
Yê ne sûtal û çeqel
be bêedebîyeke wiha nake. Meriv qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xeber nade.
Meriv kevir bavêje her kûçikê diewte piyê meriv ewê biweste.
Derya(bahr) bi devê kûçik heram nabe, bi bêedebîya zirtoleyekî
Kurdistan tiştekî wenda nake.
6 partiyên kurdî bi beyaneka mişterek girtina cîgirê serokê
PSKê Bayram Bozyel şermezar kirine û xwestine Bozyel tavilê were berdan. Gaveke
baş e, dibê em tim wiha bi tifaq bin.
Bi Bayram Bozyel ra gelek siyasetmedar û kesên din jî hatine
girtin, dibê daxwaza berdana wan kesan jî were kirin.
Dewleta tirk êdî ji dewletbûnê dûr ketiye, rojê çend kurdan
êsîr digre. Dibê em hemû bi hev ra li hemberî vê çetewarîya dewletê çareyekê
bibînin, raaksîyoneke mezin nîşan bidin.
Îro bi berbanga sibê ra pûlisan li Diyarbekrê girtine ser
mala cîgirê serokê PSKê Bayram Bozyel, ew girtine.
Bi vê terora dewletê dixwazin kurdan çavtirsiyayî bikin.
Dibê partiyên kurd hemû bi hev ra vê zorbatiyê şermezar bikin û azadiya Bayram
Bozyel bixwazin.
Hûn hov in !
Lê ne Bayram Bozyel tenê ye, 14 kes girtine. Di medyayê da navê wan hîn şekere nebûye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar