Do bi şev li Silêmaniyê qatilên Daîşê êrîşî hêzeke pêşmerge
kirine, 5 pêşmerge şahîd ketine, 4 pêşmerge jî birîndar bûne. Pir xemgîn im. Kezeba min
peritî.
Dibê van çeteyên devbixwîn nikanîbûna ev derb li pêşmerge xistana. Vê xebera reş ez hejandim.
Ev demeke êrîşên ser pêmergeyan zêde bûne, kane tiliya artêşa Îraqê tê hebe.
Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî
gotiye, Daîş ji herêma hêzên îraqî êrîşî pêşmerge dike. Ev jî nîşan dide kane
tiliya artêşa Îrqê di van êrîşan da hebe.
Dibê meriv ji bîr neke her tişt ji
erebên neyarên me tê.
Serê heval, hogir û malbatên wan sex be. Dibê qatil miheqeq
werin cezakrin, heyfa şehîdan were girtin.
XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li paytexta
Tirkmenîstanê bi serokê Azerbeycanê Îlham Alîyev ra hevdîtineke kiriye.
Ev demeke tebatî nayê efendî, telefon ji destan nakeve, rojê telefonî çend
serokên çend dewletan dike. Top avêtiye, bi parsê ketiye. Wê rojê Şêxê Emîrat
soza 10 mîlyar Dolarî dayê. Bi îhtîmaleke mezin îro jî xwe avêtiye bextê
Alîyev, jê çend quriş xwestiye.
Lê bi perê parsê welatek îdare nabe, ekonomîya Tirkiyê têk çûye, bi alîkariya
şêxên ereb û Alîyev Tirkiye ji kirîzê xeas nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar