24 juni 2021

Cezayê tûkirinê

Yê serxweş bala xwe dayê hewşa mizgeftê xalî ye, sakîn e. Çû li quncikekî rûnişt û şûşa xwe da ber xwe û dermanê xwe bi ser xwe da kir.

Mele ew dît, bi hers got:

-Tufî li te, hey bêexlaq, tu şerm nakî tu li hewşa mizgeftê araqê vedixwe?

Serxweş got:

-Mele, tu dua bike nuha karekî min î muhîm heye, ya na minê nîşanî te bida cezayê tûkirina mizgeftê çi ye !

 

Ev pirs ne heqê te ye

Di meha remezanê da yekî serxweş girtin, birin ba qadî, gotin, ev serxweş e, me dît araq vedixwar.

Qadî, ji bo ku bizanibe mêrik bi rastî serxweş e, ne serxweş e, jê pirsî:

-Xwedayê te kî ye?

Yê serxweş got:

-Pirseke wiha ne karê qadîya ye, ancax melekên gorrê kanin pirseke wiha ji min bikin.

 

Şêrê qol

Yekî berdûş, diçe ba mêrikê deqkir, got þêrekî li pişata min çêke. Mêrik got baş e, lê çêkirina şêr hinekî zahmet e, pirr diêşîne, dibê tu kanibî tehemul bikî.

Berdûş xwe aciz kir, got ev çi gotine? Zû dest pê bike.

Mêrik dest bi deqandinê kir, lê bêxwediyê şêr lawirekî mezin e zû bi zû naqade. Heta ji yê berdûş hat li ber xwe da, nexwest qelsiya xwe bide der. Lê dawiya dawî gihîşt nuxteyeke wer hew kanîbûe tehamul bikira. Got:

-Bes, zêde pêde nekeve.

Mêrik got:

-Hinkî din jî li ber xwe bide, dêla wî tenê maye.

Berdûş ji ciyê xwe hol bû, got:

-Jê bigere, bira bê dêl be, ma tu dibê me qet şêrê qol nedîtiye!

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE