Heger hûn ji xwe û ji miletê xwe, ji welatê xwe hez dikin û
naxwazin wek nuha, heta û heta bindest û koleyên tirkan bimînin û zarok û
neviyên xwe jî bikin koleyên tirkan, zimanê xwe fêr bibin û bi zarokên xwe jî bidin fêrkirin.
Ev yek berpirsiyarîyeke we ya dê û bavîtiyê ye. Wek dê û bav dibê em wefîfeya xwe ji bîr nekin.
Bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, çaiqasî fêr bibin jî baş
e.
Ev ji destê me tê, pir, hindik em kanin bikin.
XXX
Kurdê ne nasyonalîst be, ya jî li dijî nasyonalîzma kurdî be, bi ya min fena koleyê ne li dijî koletiyê be û azadiya xwe nexwaze. Çimkî nasyonalîzma me nasyonalîzma miletekî blindest e, loma jî bi heq e û pêşverû ye.
Bi baweriya min çep, sosyalîst, komunîst nasyonalîstên herî ji dil in, lema jî dibê ew ji her kesî bêtir nasyonalîst bin.
-Dînîtî yeko yeko di însanan da pir sêrek e. Lê belê di
grûban da, di partiyan da, di nava xelkê da û di serdeman da wek qaîde heye.
Nietzsche
Ez dibêjim ev tespîta Nietzsche tam li gorî tirka ye, tirk
bi rastî jî dîn in. Piçek aqilê di serê wan da hebû jî îslamîyan vala kirin.
Nuha qafikekî vala, irqçî û antî-kurd maye.
XXX
Wek ewladê miletekî blindest ez merivekî kurdperwer
im(nasyonalîst im), ji viya jî şerm nakim û tim dibêjim.
Ji ber ku nasyonalîst im ji gelê xwe, ji welatê xwe, ji
zimanê xwe hez dikim, başî û pêşketina gelê xwe dixwazim û ji bo wê jî çi ji
destê min tê dikim.
XXX
Gotinên xweş, di cî da, him kêfa meriv tînin, him jiî meriv
didin fikirandin. Ka em vêsê em bala xwe bidin vê gotina Dostoyewsî ya manîdar.
-Tu çi dikî bike, tu yê poşman bimrî. Belkî ji ber tiştên te
kirin, belkî jî ji ber yên te nekirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar