Yek hebû, ji xwe ra tim difikirî, pir meraq dikir, gelo Xwedê çawa bû Xwedê, kê Xwedêtî da wî ?
Rojekê lêxist, çû ba hevalekî xwe, jê pirsî:
-Ezê tiştekî ji te bipirsim. Gelo ev Xwedê çawa bû Xwedê, kê
ew kir Xwedê?
Hevalê wî keniya, got:
-Ma tu nizanî Xwedê çawa bûye Xwedê?
Mêrik got:
-Na wele, ez nizanim, loma ji te dipirsim.
Hevalê wî got:
-Ez ji te ra bibêjim. Xwedê çi kir jê ra ma, çi kir jê ra
ma, çi kir jê ra ma, kesî dengê xwe nekir. Dû ra hêdî, hêdî bû Xwedê û çû...
Ji yê alim pirsîn, gotin:
-Jîriya merivekî hûn çawa fêm dikin?
Alim got:
-Ji axaftina wî.
Gotin baş e:
-Le dema qet nepeyive?
Alim keniya, got:
-Merivê hewqasî biaqil tuneye...
Tiştê daimî
Hevalên xort jê pirsîne, gotine:
-Dema tu bizewice, tu yê bixwazî bi yeka bedew ra bizewice
ya jî bi yeka bûdele ra ?
Xort gotiye helbet bi yeka bûdele ra
Hevalên wî matmayî mane, gotine çima kuro?
-Ji bo ku bedewî tiştekî demkî ye, tê û dihere, lê bûdeletî
daîmî ye.
Dinya
Mamoste ji Berfîna biçûk pirsî:
-Berfîn, ma dinya girover e?
-Na, ne girover e!
-Baş e, wê demê qey dûz e?
-Na, ne dûz e jî!
-Ê le çawa ye?
-Bavê min dibêje pir tevliheve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar