Îro roja me
ya paqijiyê ya taxa me bû. Me yê saet di neha da dest pê bikira. Ez saet
di hefta da rabûbûm û ximîna baranê bû, heta neha jî venekir.
Min ban xanimê kir, min got xanim, rabe bes e, wa ye cîran derketine, eyb e, dibê em ji xelkê nemînin. Min xwe jidand, rahîşt tirmixa xwe û dest bi paqijiyê kir.
Lê di şilî û şepeliyê da tirmizkirin zor e. Baranê nehîşt
em karekî zêde bikin, me gemara der û dorê top kir û dev jê berda.
Payizeke din ji umrê me çû, payizek din ji umrê me kêm bû
Payiz naşibe demsalên din, pelên zêrîn tenê mexsûsî payizê
ye. Hela ka em binêrin ev payiz ewê çi nîşanî me bide. Kî zane, belkî ev payiz,
payiza kurdan be û hin dîyariyên baş bide kurdan…
Miletê welatê meriv dagir kiribe û meriv kiribe bindest,
dilê meriv tu carî li hev sipî nabe, meriv tu carî baweriyê bi hev nayne û ji
dil ji hev hez nake.
Kurdê ji dagirkerê welatê xwe hez dike, pê ra dibe heval,
êdî ew şûrkêşekî tirka ye, neyarê qewmê xwe ye.
XXX
Amerîkayê ji bo hemwelatiyên Tirkiyê wîze rawestandiye.
Biryareke derengmayî ye, lê dîsa jî baş e. Talûkeyeke cidî tunebe Amerîka
biryareke wiha nagre.
Dibê Yekîtiya Ewrûpayê jî biryareke wiha bigre. Bi hezaran
merivên pir talûke di bin destê tirkan da hene, peyder pey wan dişînin Ewrûpayê,
Amerîkayê.
XXX
-Însan jî dişibin fotograf, tu çiqasî mezin bikî, hewqasî jî
qelîteya wî dikeve.
-Berê kesê min binê navê wan çixîz dikir, nuha ser navê wan
çixîz dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar