Dema min nivîs dît, ji ber ku hinekî dirêj bû, qey wexta min tunebû ez bixwînim, min got bira bimîne rojeke din, ezê bi bîna fire û bi serîyekî vehesyayî bixwînim. Û dû ra jî min ji bîr kir.
Bîstik berê min ekrana kompîtorê paqij dikir, ez lê rast hatim. Ez pir kêfxweş
bûm. Fena ku tiştekî xwe yê min pir jê hez dikir û min wenda kiribû bibînim,
pir kêfxweş bûm. Belkî min nivîs berê jî xwendibe, lê nayê bîra min.
Îbrahîm Bûlak dibêje li gorî kitêbê, Dr. Şivan pêşgotin di
14ê adara 1971ê da nivîsîye. Yanî 49 sal berê.
Di pêşgotinê da meriv dibe heyranê zanîn û mistawa wî ya întellektuel. Li gel
ew ne kurmanc e, zaza ye, lê dîsa jî kurmancî baş fêr bûye ferhenga Joyce
Blau û gramera Celadet Bedixan ji fransî wergerandiye kurmancî.
Hin kêmasiyên biçûk ên îmlayê, rastnivîsînê hene, lê ji alî naverokê ve nivîseke pir bi mistewa ye.
Dr. Şivan doktorê tibê ye, ne lînguîst û fîlolog e, lê meriv dibîne zanîna wî
ya li ser zimên û kurdolojiyê pir kûr e û bi eşqeke mezin berê xwe daye kurdî û
dixwaze her siyasetmedarê kurd miheqeq bi kurdî bizanibe, bikane bixwîne û
binivîsîne.
Di pêşhotinê qala sohbeteke xwe û Dr. Qasimlo jî dike. Sohbeteke pir balkêş e, li ser siyasetê û girîngiya zimên e. Ez naxwazim li vir qala sohbeta wan bikim, dema we xwend hûnê bibînin sohbeteke çiqasî xweş û muhîm e.
Min çend carên din jî gotiye, ezê dîsa
jî bibêjim, di nava kurdên Kurdistana bakur da heta nuha lîderekî wek Dr.
Şivan (Saîd Kirmizitoprak) jîr, zana, întellektuel û ji xwe bawer derneketiye. Pêncî(50)sal berê ji
alî Doktorekî tibê ve û kurmancî jî dû ra fêr bûbe nivîsîna nivîseke hewqasî bi
qalîte ne karê her mêrî ye.
Yê vê pêşgotinê pêxwîne ewê bibîne ku Dr. Şivan merivekî çiqasî zana û mezin bûye.
Di dema wî da yek kurdekî din jî bi qasî wî girîngiya zimên nizanîbûye û fêm
nekiriye.
Em vê yekê ji fêrbûna wî ya kurmancî, ji wergerên wî û di nav partiyê da jî ji ferzkirina wî ya kurdî fêm dikin.
Ew dixwaze endamên partiyê giş fêrî xwendin û nivîsîna kurmancî bibin. Dibêje siyasetmedar û întellektuelên kurd giş dibê bi kurdî bizanibin.
Wî pênce sal berê zanîbûye heger kurd asîmîle bibin ewê bibin tirk. Lema jî hîn wê demê fêrbûna kurdî, pêşxistina kurdî di ser her tiştî ra girtiye û ev yek jî sohbeta xwe ya bi Dr. Qasimlo ra dubare kiriye.
Wek min got, di nivîsê da şaşiyên pronoman û rastnivîsî hene, lê nivîs bi
naveroka xwe, bi analîzên tê da, nivîseke şahaneye, bixwînin û bibînin bê Dr.
Şivan merivekî çiqasî hêja û mezin bûye.
Gelê kurd û hevalên wî, ewê Dr. Şivan tu carî ji bîr nekin. Ez vî gernas û canfîdayê kurd û Kurdistanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim.
XXX
Rûpelek ji dîroka rewşenbîriya Kurdî
Sait Kirmizitoprak an jî bi navê xwe yê eyan Doktor Şivan, li gel bîrewerî û
têgihîştina xwe ya siyasî û neteweyî, bi zimanê Kurdî re jî mijûl bûye, serê
xwe pê êşandiye. Li ser zimanê Kurdî yek jê ferheng yek jê jî rêziman xwedan du
berhemên hêja ye. Salên 1970’yî van her du berhemên Doktor Şivan pêşî li
xebatên zimanê Kurdî vekir û bi saya serê van, gelek kesan xwe li Kurdî girt.
Ferhenga ku Doktor Şivan ji zimanê Fransî wergerandibû, a Joyce Blau bû û çapa
wê ya ewil gava Doktor Şivan li Başûrê Kurdistanê bû, tê kirin. Û çapa wê a
diduyê jî piştî mirina Doktor Şivan ji alî hin heval û peyrewên wî ve li
Brukselê tê kirin. Ya din jî ji zimanê Fransî hatiye wergerandin û li gorî
salixên Doktor Şivan, esasê kitêbê Gramera Kurmancî a Celadet Bedirxan e - bêhtir
jî sîstema Kamiran û Celadet (di Hawarê de ji 1941´ê û pê ve), û birêk ji
kitêbê Kamiran Alî Bedirxan ê ku ji bo di zanîngehê de dersê bide wekî kitêb
kom kiribû. Jixwe, li serê wekî nivîskar li gel Doktor Şivan navê Kamiran Alî
Bedirxan jî heye. Çapa wê ya ewil bi halê teksîrê li Başûrê Kurdistanê ronayî
dibîne, paşê jî sala 1976´an Weşanên Kava wê çap dike. Di vê kitêbê de belkî
beşê herî balkêş pêşgotina Doktor Şivan e ku li gorî kitêbê 14 Adarê 1971´ê
hatiye nivisîn. Tê de mirov li gel meyl û meraqa Doktor Şivan a li ser Kurdî,
dibîne ku hingî Doktor Şivan çendî di meseleya ziman û Kurdolojî de şareza
bûye.
Ew di pêşgotinê her wiha ji ber xemsariya siyasetvanên Kurd
a hînbûna Kurdî rexne dike û ji wan dixwaze li gel kar û barê xwe yî siyasî
zimanê xwe yê întelektuelî jî bikin Kurdî. Her wiha li ser gengeşe û kêşeya
elfabeya Kurdî jî radiweste û pêşniyaza Celadet Bedirxan a elfabeya latînî bibe
elfabeya Kurdî, maqûl dibîne û daxwaza wî jî ew e Kurd bi vê elfabeyê emel
bikin. Lê di pêşgotinê de tişta herî zêde bala min kişand bibîranîna hevdîtina
wî ya bi Dr. Abdulrahman Qasimlo re ye. Minaqeşeya wan li ser ziman e, û pê re
jî modeya 'siyaseta bilind’ a di nav întelîjensiyaya Kurdan de. Ez naxwazim
zêde behsa wê bikim ji ber ku di pêşgotinê de heye. Berî wê, divê ez bibêjim ku
tişta xwendevan li wir dixwînin tîpguheziya tîpguheztinê ye, min guheztina
nivîsê ji kitêba Weşanên Kava kiriye, ango yekser ne çavkaniya ewil yan jî
destnivîsên Doktor Şivan e. Loma jî dibe ku tê de çend şaşîtiyên biçûk hebin,
her wiha hingî Doktor Şivan li dewsa herfa 'i', 'ı' nivisiye, li dewsa 'î’ jî,
'i'. Yanî li ser herfa 'i' kumik bi kar neaniye, ev yek piştî Şivan jî ji aliyê
hinek fraksiyon û weşanxaneyan ve heta demekê dihat bikaranîn lê îroroj êdî kes
bi vî şiklî nanivîse. Min ev her du li gorî îro nivîsandin, her wiha hin tişt
jî wekî orîjînala wê ez ê bihêlim, wekî mînak Doktor Şivan di nakirina lêkeran
de qertafa nakirinê ji lêkerê cuda nivisiye; wekî 'na kin, me de, me be, na
girin' min dest neda wê. Li hin cihan dibe ku dema tîpguheztina wê de hin herf
bêhemd şaş hatibin nivisandin, wekî mînak; heta bûye beta, çend bûye şend,
carinan jî li dewsa jî ji hatiye nivisîn, dewsa xebata, xbata û hwd. Min ew jî
rast kirin.
Bi min pêşgotina Doktor Şivan pir muhîm e, pê re ne tenê mirov bi ser hizr û
ramanên Doktor Şivan vedibe her wiha mirov tê de kelecana wî jî dibîne, hingî
xuyaye ew çendî hêvîdar bûye ji bo xurtkirina têkoşînê û rizgariya Kurdistanê.
Da ku herçî bixwaze Doktor Şivan tozek be jî ji nêz ve nas bike û zarê wî yê şîrîn
bixwîne, ez ê yekser pêşgotinê (K. Bedirxan- S. Şivan, Zmanê Kurd-Kürd dili,
Weşanên Kava, 1976, Stenbol) li wir jî belav bikim. Ji wir şûnde nivîsa ku hûn
ê bixwînin tevde bi Kurmanciya Doktor Şivan e:
PÊŞGOTIN
Zman çi ye?..
Berî gişan, divê em bi rengekî tevayî, li ser vê pirsê bisekinin û jê hin mijûl
bibin. Herwekî, ji aliyê hemû zanyaran ve jî hatiye ders kirin û teyîd kirin;
zman girêdayê saziyek sosyo-ekonomîkî nî ne. Yanî rejîma miletek çi dibe bila
bibe, bingehê zmanê ew miletî tim û tim wek xwe dimîne, her ji bin xizmeta hemû
kesê, ew miletî de, dom dike. Ger em bi gotinek din bibêjin, zman girêdayê
sistema ekonomîkî nî ne; û ser de jî, ew wek miesîseyek çêbûna serî (supra -
structure=üst yapı) jî na yê qebûl kirin.
Ji ber vê yekê ha, ji rojên saziya komunotê vir ve, û bi heta qonaxên rêjîma
kolîdarî, derebegatî (feodalîte), sermayedarî (kapîtalîzm) û sosyalîzmê de, her
milet xwediyê zmanek taybetî dijîye. Çi di nav qonaxên tarîxî û çi jî rojên îro
de; saziya miletek çi dibe bila bibe, zmanê ew miletî ji beraberê ew saziyê de,
tim û tim serbixwe ye û her dom e. Mesela, ji berî Şorişa Oktobrê, miletê Ûris
û hemû miletê dinên Sovyetîstanê jî, xwedî zmanek taybetî bûn. Piştî şoriş,
herwekî sistema ekonomîkî yanî milkîyeta wesîteyên îstîhsalên van welatan, bi
destên şorişgeran ve hat guhêrandin û hikmê îktîdar ket destê karger û
cotkaran. Bi tebî´î, miesîseyên çêbûna serî jî; wek; hiqûk, sanat, fîlozofî,
din û êd…, li gora sistema şoriş, hatin guhêrandin û ketin di nav qaliba
sistema sosialîzmî. Lê belê, herwekî tê zanîn; zimanê Ûris û yê hemû miletên
dinên Sovyetîstanê, bi manaya asasî de, her wek xwe man.
Ji ber ku, zman milkê tebaqayek sosyal an yê kes û grubên sosyal nî ne. Yanî
zman, milkê hemû kes û însanên ew miletê tevayî ye. Di bin ronahiya vê mitalaê
de, em dikarin bi kurtî û hêsanî, salixa zman bidin:
Zman wesita ye, wesita welê ye ku, bi vî wesita, mirovin dikarin bi hevûdu re
baxêfin, danûstandina xwe pêk bînin; û nîzîk an jî dûr ve ji hevdu ne xeber
bistînin û xeber rêkin. Yanî her miletek zmanê xwe yê taybetî heye û der saya
vê wesita yanî ziman ve, hemû kesên ew miletî dikarin di nav xwe de, li hev
bên, bexefin û danûstandina kesî an komelî (civakî) vî bînîn.
Herwekî me di rêzên jorîn de diyar kir ku, zman bi manaya asasî de, girêdayê saziyek
nî ne, serbixwe û milkê hemû kes û tebaqayên miletek e. Û gava rejîma wî milet
bête guhêrandin, zman wek miesîseyên çêbûna serî na yê guhêrandin û der di bin
xizmete ew miletî de dom dike. Tiştekî dinê giring (muhîm) jî, zman girêdayê
dewlet an hikûmetek jî nî ne. Ji ber ku, miletek xwedî dewlet û hikûmetek be;
an jî me be, dîsa her xwedî zmanek taybetî û serbixwe ye. Ji ber hingê jî, di
hin welaten de miletên bin destî henin ku, zmanê van miletan, bi serbestî û bi
rengekî resmî ne hatiye nas kirin û qebûl kirin; lê dîse jî wan miletên bin
destan han, xweyî zmanek taybetî û serbixwe nin, û bi rengekî zanîstî (îlmî)
ûsa tên hisêb kirin. Baş xuya dibe ku, çi têkiliya bingehîn; di nav dewlet,
hikûmet an rejîma ew miletî û zmanê wî de, mewcit nî ne.
Lê çi heye ku, zman ne ew tişte ku, di pêşî û paşiya demên tarîxîyê miletan de,
hatiye cemidandin û her wek xwe yê berî ma ye. Herwekî tê zanîn, berî bersiva
vê niqtê, divê em hin li ser wesfên asasiyên zman de, bi kurtî çend gotin
bêjin:
Her zman xwedî xezineyek gotinan e. Ji wê re vokabular jî tête gotin. Di nav
van gotinan de, saziyek taybetî û asasî heye ku, li gora vê saziyê wan gotinan
ha, bi hevre tên girêdayin ku, vê tiştî re jî, sîstema movikî
(articulaione=mafsal) dibêjin. Dawiyê, wan gotinan ha ne bi bêserûberî, lê
belê, li gora wazîfe û aksiyonên (tevger, eylem) xwe yên bingehîn berhev dibin
ku wê re jî, "sintaks" tête gotin. Van her du kirên paşî yanî sîstema
movikî û sintaks, digel hevdu, rêzmana zmanek yanî gramêra wî zmanî teşkîl dikin.
Niho, hema em dikarin bi ser ve zeyde bikin ku, di navbera demên borî û
îro de, hin gotin û qeydeyên gramêrî, li gora dem û hevcebûnên her miletî û li
gora îmkaniyetên sosyal û sîyasî ya wî, dikarin bên guhêrandin û pêş ve biçin.
Yanî, ji alîkî, bi aliyê gotinan ve, xezîna vokabuler hedî hedî dewlementir
dibe; ziravtî, ahengî, siviktî, şîrîntî dikeve nav gotinan. Ji aliyê din ve,
gramêra zman her baş tê analîz kirin û ders kirin, yanî her pêş ve diçe û
digehe dereceyek biserûberî, sîstematîkî, û lenguîstîkî. Bî vî awayî; di nav
devok (şîwe) û lêhçeyên zman de jî, hêdî hêdî yekîtîyeke tebîî û tevayî çêdibe.
Dawîyê, divê em îlawe bikin ku, her zman, di navbera demên tarîxîyên drêj û
danûstandinên pêtiyên îro de; mecbûr e gotin, terîm û tiştên dinên peyvistî, ji
zmanên din û nemaze jî, ji zmanên cîran ve bigire, an bide. Lê, ew gotinên ku
ne peyvîst in; lê, di bin tesîra hin tiştên tarîxî, siyasî û sosyal ve ketine
nav zmanê milet, divê ewan ji bên avêtin û xezîna gotinan safî û paqij bibe. Lê
belê, tu caran, bingehê xezîna gotinan û sîstema gramêra zmanek, ji ortê ranabe
û na çe. Bi gotinek din, heke milet bi xwe rewşa (hal) jiyan de ye, yanî
timamaî asîmîle (bişawtin, helandin) ne bûye an bi timamî ne hatiye hilkişandin
û hilweşandin; zmanê ew miletî jî, tu caran winda na be û bi heta paşî xwendin
û nivîsandina wî jî, na yê qedexe (memnu, yasak) kirin.
ZMANÊ KURD…
Li ser mesela zman; gotin an mitalaên ku tên derpêş kirin, divê di nav vê
çarçava zanîstî de bin. Di welatên paşde mayî an faşîstîyan de, li ser mesela
danîna zman nû çandî (kültür) ji, hin mitala û teoriyên derewîn, ne zanistî û
şowenî carina tên belav kirin û bi zordarî wek teoriyên îlmî didin ber çavên
miletên hindur û di zanîngeh û dibistanan de didin xwendin. Li Rojava, wek van
teoriyên derewîn re "les prêtentionas pseudoscientifique" yanî bi
navê zanîstî ve palavrayên (fort) derewîn tête gotin û jê re hinekan dikin.
Belê niha hemû miletên cîhanên kevn, Miletê Kurd jî xwedî zmanek e û jê re
kurdî tê gotin. Herwekî Miletê Kurd, berî çend hezaran salan ketiye nav meydana
tarîxê û bi destê wek dehayên mezin Kîaksar, Keyhosrew, Selahadînê Eyubî û êd.
ve dewlet û împaratorîyên bi nav û deng çêkiriye; ew rojan ji vir ve, Zmanê
Kurd jî, wek Miletê Kurd, bi hetanî roja me dom kiriye.
Herwekî ku, nijadê Miletê Kurd, bingehê tarîxî de, girêdayê miletên
Endo-Ewropayî (Aryen) ye; Zmanê Kurd jî mendihesîbîne. Di nabeyna Zmanê Kurd û
yên dinên Rojhilatê Navîn de, bi taybetî yên qewmên Îranîyan de, gelek
danûstandina gotinan û lêzimtiya etîmolojîk (bingeh û asasê gotinan) heye. Ji
aliyê din ve jî, di bin tesîra Ola Misilmantî û bi taybetî di bin tesîra Zmanê
Quran, wek miletên dînên Misilman, mesela; Tirk, Ecem, û bi heta End û
Endonezya jî, ketine bin tesîrê erebî, û îro jî di nav zmanên van hemû
miletan de, gelek gotin, biwêj (terîm, deyîm) û qeydeyên erebî henin. Ji bilî
vê yeka han, Zmanê Kurd, zmanek jîndar e, serbixwe ye û xwedî gotinan û
gramêrake taybetî ye. Yanî kurdî; wek tirkî, frensawî, erebî êd. serbixwe û
jîndar e; û ji aliyê Kurdên milyonan ve tête peyivandin.
Ta bi heta berî 280 salî bêtir, Seydayê Mezin û nivîskarê bi nav û dengê
Kurdan, EHMEDÊ XANÎ, di pêşgotina afirandina (eser) xwe ya dramteatral MEM û
ZÎN ê da, wan misrayên jêrîn derpêş dike û dibêje:
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wî me du sed renc
Ev meywe eger ne avdar e
KURMANCÎ ye ev qeder li kar e
Ev tifle eger ne zanîn e
Nûbar e bi min qewl şêrîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifle bi min qewl ezîz e
Mehbûb û lîbas gûşwaş e
Milkê di min ne mistear e. (1)
Mirov gava li ser zman û Edebîyata Kurd, nemaze li ser felsefe û raman Ehmedê
XANÎ mijûl bibe; bi eşkera dibîne ku digel wî û ramangerên mezînên van sed
salên paşîn de, gelek niqteyên şirikên felsefî- ku li vir cî yê me na hêle ku,
mesela em li ser felsefeya Xanî û yê Hegel-Marks de bisekinin û niqteyên
mişterek û nîzîk jê derxînin- û zanîstî, li ser dîtana zman milet û welat
parêzî de, wekhev in. Gelek dîtin û mitalaên ramangir-şorişgerên vê sed salî
jî, nîzîkî XANî nin. Mesela, Şorişker û ramangirê mezînê vê çaxî LENÎN jî, ji Xanî
220 salî şûn ve, mîna wî, li ser zman, welat û miletê xwe, bi heyecan û
kelandineka mil û şoreşgerî, wan gotinan dibêje:
''Em ji zmanê xwe û welatê xwe re haz dikin. Wezîfa me ya yekemîn, ew e ku em
xebatkarên me yên berfirehtir yanî ji dehan nehên miletê me re çeka zanîn û
egahbûna şiurê tebaqayî bidin fam kirin û nas kirin… Em bi serbilindiyek MILÎ
VE TİJÎ NIN, û ji ber vê yekê ji, ji KOLETIYA ME YA BERÎ RE… Jİ KOLETIYA ME YA
ÎRO RE, NIFRET DIKIN. Ger MİLETEK, LI SER MILETÊN DIN KOLEDARIYA XWE ÇÊBIKE û BIPERÇIQÎNE,
EW MILET BI XWE JÎ, NE AZAD E. Di sedsala Nozde de, mimesîlên dimoqrasiyê
mitlaq û hostayên Şorişa Proletariya Marks û Engels, ûsa gotî bûn. Em karkerên
mezinên Ûrisya, Bİ TIJÎBÛNA SERBILINDIYEKA MILÎ- BI HER AWAYÎ AZAD, SERBIXWE,
OTONOM-DIMOQRAT, CIMHURÎ Û BI RÛMET; NE KU BI CÎRANÊN XWE VE BI XULAMTÎ, AN
MEBDEYA REZÎLÎYA NIZMKIRINA MILETÊN DIN; BI BÎRÛBAWERIYA ÎNSANÎ, WEKHEVÎ VE
DIXWAZIN DANÛSTANDINÊN BRATÎ ÇÊKIN Û BI HEV RE ÛRISYAYEK MEZIN PÊK BÎNIN.'' (2)
Xwedî û nivîskarê KOVARA bi nav û deng HAWAR, û hostayê elfebaya kurdî ya
latînî CELADET BEDIRXAN jî, li ser vê mewzuê dûrûdrêj disekine û ji xwende û
entelektuelên kurdan re piştî çend hawar û gazindeyên dijwar, wan peyvên jêrîn
qîr dike:
''Belê, em bi zmanê xwe ê mader, xwendin û nivîsandinê ni zanin. Ew zmanê ku
xwendin û nivîsandina wî, ji her zmanî hêsanîtir e. Min bi xwe ceribandiye,
kurdekî nezan, li gora şehrazayiye xwe, di wextekî gelek kurt de, hînî elfabeya
xwe dibe; ji pênc bi heta sih rojî.
MALXIRABNO!.. Ma ew çend wext nî ne, hûn ku ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi
salan xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ku bikarin ''finfoneke'' derewîn bi
lêw bikin.
KURO EYB E ŞERM E, FEHÎT E. AN HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINA ZMANÊ XWE BIBIN, AN
MEBÊJIN EM KURD IN. BÊ ZMAN KURDÎTÎ JI ME RE NE TU RÛMET E. JI WE RE RÛREŞÎKE
GIRAN E.’’
Herwekî di dinav hemû zimanên cîhanê de, hin lehçe û şiwê mehalî jî henin;
Zmanê Kurd ji xwedî lehçe şiwên e. Di vî warî de, gotinên kurdolog û
zmanzanayên (lenguîstîkvan) kurdî, bi timamî wekhev nî ne. Lê, bi a me, wek
çend Kurdolog û lenguîstîkvanên kurdiyên bi nav û deng û xweyî otorîte; wek,
Celadet û Kamuran Bedirxan, Roger Lescot, Prof. K. Kurdo, Jacques de Morgan,
Basile Nikitine, D.N. Mackenzie, Oscar Mann, Guw Mikriyanî, Kemal Badıllı û êd…
mitalaeya Thomas Bois,gelek dirust, tekûz û zanîstî ye. Bi serde jî, divê em
bînin bîra xwendewaran ku, Thomas Bois, ji sala 1927 vir ve, û bi heta berî du
salan, bi hemû enerjî û dilsoziya xwe ve; li ser zman, tarîx, edebiyat,
folklor, dîn û torevaniya Miletê Kurd de xebitiye; û bi sedan makale û
dehapirtir kitêb, bi wî warî de (fransawî an kurdî) daye çapê. Ji ver van
yekan, ge em paragrafek, ji kitêba wî ya bi nav û deng ''Connaissance des
Kurdes=Naskirina Kurdan'' ve bixin pêş xwendewarên xwe, bes e:
''Kurd bi zmanek Endo-Ewropayî (Indo-Europeên) ve daxêfin. Zmanê Kurdan lêzimek
farsiya modern e; belê, çi ji aliyê xezîna gotinan (vocabulaire) û sistema
movîkî (articulatione) û çi jî, ji alîyê sazîya gotinan (syntaxe) de; tu
tevlihevbûyîn di nav wan du zman de mewcud nî ne. Yanî her yekî serbixwe ye.
Di kurdî de du lehçeyên mezin henin; KURMANCIYA BAKUR: Di Bakur û Rojava de, ku
Kurdên Tirkiya, Suriya, Sovyetistanê û Kurdên Bakurê de Iraq û Îran bi vê lehçê
ve daxêfin. Ya din KURMANCIYA NÎVRO ye; ku wê re SORANÎ jî tête gotin û di
Nîvroya Kurdistanê Iraq û Îran de tête peyivandin. Di nav van her du lehçan de,
Çemê Zabê Mezin, wek sînorek nisbî ye.
Hin Kurdên din, wek Zaza, bi lehçeya taybetiya Goranî (Hewremanî) ve daxêfin.
Em dikarin bêjin ku, di nav her eşîr an gelî de, hin ferqên taybetiyên devokî
jî henin. Lê ew tişt ha, gelek normal e. Ji ber ku vê bûyer di nav hemû xelkên
çiyayî de bi heta di nav hemû xelkên din de jî, bi aliyê zman de, wek Kurdan e.
Mesela, Erebên Magrep, nikarin erebiya Iraqê tê bigehin, û bi heta Misirî jî
gelek caran nikarin digel Libnaniyan bipeyivin.’’(4)
DÊ KURDÎ ÇAWA BÊTE NIVÎSANDIN?
Di rojan me de, nemaze ji bo lehçe Kurmancî, bersiva vê pirsê bi sedîsedî
hatiye danîn û ji bo miletê Kurd jî, bûye realîteyek giranbiha. Her çiqasan ku,
berî Ola Îslamî, Elfebeyek Kurdan ê taybetî hebû û îro jî, hin xwendayên Kurdên
Ezdîyan dîsa bi vê elfabê ve dikarin binivîsin û bixwînin; lê belê, êdî çi mana
nî ne ku li ser vê elfabêya arkaîkî, - ji aliyê giranî bihaya wê ya tarîxî pê
ve,- em israr biki. Ji aliyê din ve jî, li gora elfabeya Elmanî û Slavî
(Cyrillique), Armenî jî, di wî warî de hin ceribandin henin. Mesla, di
Sovyetîstanê de, piştî Şorişa Oktobra Mezin, qasê deh salan, kurdî, bi elfabeya
latînî ve hatî bû nivîsandin, û xwendin. Piştre, vê elfabe hate guhêrandin û di
şuna wê de, elfabê krîlîk hate danîn. Lê, îro dîsa, nemaze bi pêşengiya Prof.
K. KURDO û hin kurdolog û zanyarên din ve, di Sovyetîstanê de, tîpên latînî,
dest avêtine nivîsandina kurdî. Û em hevîdar in, di demek gelek nîzîk de, zaningeh
û instutîyên kurdiyên Lenîngradê, Moskovê, Erîvanê û Bakûyê de, elfabeya latînî
dîsa bête qebûl kirin; ew afirandin û belavokên ku bi kurdî Soveytîstanê de tên
çap kirin… ku di nav 30 salî de 600 pirtir kitêb, orîjînal an goharto û du
ferheng, yekek ji van 30.000 û ê din 35.000 gotinên kurdî derpêş dike, gelek
kovar, rojname û êd. di ew derê de ketina nav meydana çapê… evan re xwendewarên
ku elfabeya latînî nas dikin, îstîfade jê bistînin.
Mixabin e ku, di Iraq û Îran de, bi tîpên erebî ve xwendin û nivîsandin bi
rengekî tevayî, ketiye nav Kurdan. Îro di Kurdistanê Iraqê de, ji dibistanê
pêşî bi heta universîtê, di hemû derên Kurdistanê de, bi şiklekî resmî û bi
destên dewlet û karbidestên Kurdan ve, hemû xizmetên zanyarî (eğitim) kurdî
nin. Di Îranê de jî, hêdî hêdî di wî warî de, pêngavin tên avêtin, lê dîsa bi
tîpên erebî. Êdî em nizanin, karbidestên Kurdên Iraq û pêşeng û zmanzanayên
Kurdên Îran, bala xwe didin elfabeya latînî, an na?.. Bi a me, ger vî tişt ha,
dirust bibe û ji aliyê elfabê de yekîtî çêbibe, - ku vê yekîtî sedîsed, divê li
gora elfabeya latînî û bi taybetî ê HAWAR be, ji ber ku karbidestên Kurdên Iraq
û pêşengên Kurdên Îran jî, hêsanî û avantajên (çi ji aliyê tilafiz, hêsanî
nivîsandin û çi jî, ji aliyê bihaya unîverseliya wê) elfabeya latînî, qebûl û
teslîm dikin-.Ew çax ha, dê kurdî zutir pêş ve diçe, zirav û dewlementîrîya xwe
ya tebîî bixe pêş xwendewaran; û ya bingehîn jî, miletê me yanî hemû kesên Kurd
û nemaze karker û cotkarên me, dê gelek jê îstîfade bistînin û di nav demek gelek
kurd de, bikaribin bibin xwenda û xwedî kulturê tevayî.
Herwekî me gotî bû, li Suriya û Tirkiya de, mesela elfabe hal bûye. Elfabê
HAWAR (5) wek elfabeyek tevayî û universel (glemî, navnijadin), ketiye nav hemû
Kurdan. Ji ber ku, elfabê HAWAR, di nav çend salan de, bi xurtiyeka tebîî û
determînî (peyvîstî, kaçınılmaz), ji sînorê zmanzana û instituyên kurdî ve der
çûye; ketiye nav miletê Kurd. Bi heta, bi xwe elfabeya latînî ketiye nav gelek
Kurdên Iraq û Îran jî. Bes, bi rastî, ji ber sebebên ku, xwenda û rewşenbîrên
(entellektuel, minewer) Kurdistanê Iraq û Îran, bi tîpên erebî ve dinivîsin û
dixwînin, elfabeya HAWAR, mixabin di wan ci yan de, baş û dirust ne hatiye nas
kirin.
Bi heta van salên paşî, li Tirkiya jî, ûsa bû. Ji ber ku, nivîsandin û xwendina
kurdî, piştî sala 1924 an û ji vir ve, di nav Kurdên Tirkiya de, qeta bû bû. Lê
îro, çiqas gelek hêdî û bi zehmetkêşiyek dijwar re be jî, ELFABAYA HAWAR,
ketiye nav xwendayên Tirkiya û em dikarin bi dilşadî bejin ku, ew elfabeya
giranbiha ha, bi heta gundiyan tesîrek qaîm kiriye. (6) Lê, bi rastî, li ser
elfabe û nivîsandina kurdî, ew kirên teng û miweqet, çiqas hêja û bi feyda nin
jî, ji aliyê gramêr, biwêj, gotinên mecazî (figure) yanî ji aliyê isul û saziya
zmanê nivîskî de, hêj qonaxek gelek xav û sist de nin. Hin, ji ber sebebên
dijwarî, bêimkaniyatî û siyasî; û hin jî, ji ber qelsî, çewtî û ezîtîya me ya
çend salan e ku, em jî vê qonaxa xavî û sistî ve, derbaz ne bûne.
Bi a me, divê em asas li ser vê problema dawî yanî li ser qelsî, ezîtî û
çewtiya me de bisekinin. Herwekî rehmetî CELADET, berî sih salî gotiye, em
entellektuelên Kurd, ji bo hînbûyîna zmanê biyaniyan bi salan ve dixebitin; lê,
ji bo hînbûyîna nivîsandin û xwendina zmanê yê MADER, çend rojan na din û
tenezula xwendin û nivîsandina wî na kin. Bi hema vê niqtê, ez dixwazim,
bîranîneka xwe, tikrar bikim.
Di sala borî de, rojek bi tesadufî, Evdirehman Qasim Lo (profesorê Universîta
Prag û nivîskarê Tarîxa Kurd û Kurdistan) bi ser me ve hatî bû. Ew rojan ha, ez
bi xurtî, li ser ferbûna xwendin û nivîsandina kurdî mijûl bûm. Digel çend
hevalên din, Qasim Lo her dixast meselên siyasî baxêfe, ji beranberê wî, min
tim û tim axaftin anî li ser zman û berî her tiştî, xwast ku di wî warî de,
bala hevalan bikêşim. Hingê, heval Qasim piçek acêb ma û gote min:
"- Gelo karê te çi ye? Mirov entelektuel be û derveyî welat jî, li ser
siyaset mijûl me be; ew çi tişte?!…"
"- Bra, ew siyaseta ku çi hindur û çi ji derveyî welat de, gelek caran bi
fortan tête kirin, jê re çi eqlê min na bire. Ji ber hingê jî, dibe ku ditîna
gelek mirovan de piçûk xuya dibe; lê min wek karek bingehîn, berî her tiştî,
hînbûyîna kurdî girtiye ber çavên xwe."
"- Ma qey tu ne Kurd î?.."
"-Erê, ez Kurd im. Lê mixabin, kurdiya min ne ewqas xûrt e. Ji ber zmanê
min ê mader lehçeya Zazakî ye. Ya didoyê jî, herwekî tu dizanî, di nav zmanê
nivîskî û devkî de, hin ferqên giring (muhim) henin. Ger mirov bala xwe baş me
de û pê re hûr û kûr mijûl me be; tu caran nikare bi kurdî tiştên edebî, siyasî
an sosyal binivîse û bide bin xizmeta Kurdên din."
Qasim Lo, herwekî mirovek gelek diltenik, rûken, û sempatîk e, ji nişka ve
dengê xwe biiriya; piştî midetek fikiriya û bi dengek gelek dilgerm, dest bi
axaftinê kir:
"- Min bibor e. Bi amin jî wek ê we ye. Bi rastî, bi heta îro, di nav
gelek xwendekar û enetelektuelên me de , tim û tim makro-politika (siyaseta
bilind) moda bû ye û bi rastî, me ewqas bala xwe ne daye mesela zman. Li ba
gelek biraderên me, mesela ziman lenguistîkî ye û şolekî piçûk e. Ji lewre, ez
dikarim bêjim ku, li Parîsê û ci yên dinên ku tê di institu an zaningehên kurdî
henin, Kurdên siyasî û ewên ku Ewropê de nin qet wan tiştan giring na girin û
li ser zman, edebiyat, folklor û senata Kurdan, ji bili çend kesan, çi zehmet
nekêşin. Bi heta tiştên ecêb ev in ku, xwenda û rewşenbîrên Kurdan, çi li
hindur û çi li derve yê welat şûna ku bi kurdî çîrok, şî’ir, destan an gotarek
binivîsin; piraniya wan bi zmanek biyanî doza zmanê Kurd dikin û serbestiya
zmanê Kurd dixwazin!?. Ji ber vê yekê jî, mixabin e ku, di instituyên kurdî de,
xwendekar hemû biyanî nin; û Kurdên me yên makro-politisien (Siyasiyên
berztirin) jî, bi piranî, tenezula wan tiştên biçûk (!) na kin."
Heval Qasim, bi wî awayî, tiliya xwe da ser derd û kulên me yên giran û bi
rengekî eşkera û tû, kemasiyên me yên qelsî û çewtî, dan ber çavên me. Bi rastî
jî, nemaze li Tirkiya, me gelek mirov henin ku, ji aliyê siyaseta bilind û ji
aliyê nivîskarî bi zimanên biyanî, gelek fort û "finfonek" an dikin û
mengalan de çi xwelî na hêlin. Bi heta, di nav wan de, mirovên ûsa henin ku, ji
bona ew wesfên dejenêre, opurtunîst û kurtbînî, bi ser de jî
"Secaat!" arz dikin û şuna ku hed û sînorê tevgerê xwe bizanibin, xwe
ji zu ve meydanê bikişînin. bilakîs xwe pê pozbilind nîşan didin û XWEDIBÎNÎ û
çavtengiya hevalan dikin; û ger destên wan bê, tu mecal jî na din xort, ciwan û
ramangirên heqîqî. Ji wan hin birjuwayên piçûk û bezirganên sîyasiyan re, em jî
bi gotina rehmetî CELADET dibêjin: ""AN HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINA
ZMANÊ XWE BIBIN, AN ME BÊJIN EM KURD IN!."
Ji ber hingê, li ser ziman û elfabeya me, piştî xebata ew çend camêran (wek;
Kemal Badilli, Musa Anter, M.E. Bozarslan, Edip Karahan û êd.), çiqas di vî
warî de, hin livlivîn ketiye nav me jî, bê şik, ne bes e. Herwekî me, di rêzên
jorîn de jî derpêş kir, di nav zmanê nivîskî û devkî de, hin ferqên giring
henin. Kurdên me yên xwenda û nemaze jî ewên ku di nav milet de nin, ger ji
aliyê xwendin û nivîsandinê de; li ser qeyde, isûl, gramêr, biwêj, deçek (ön
edat ya da bı prêpositione) û bi kurtî pratîkê nivîskî de mijûl ne bin û bi
hişyarî bala xwe medin; tu caran nikarin tiştekî cidî û bi feyde pêk bînin; ji
ber van yekan ha, me dixwast, digel ferhengek gelek pratîk û cerîbandî (7); vê
kitêbî jî, ger destê me bê, bixin bin xizmeta xwendewaran.
ÇEND GOTIN LI SER VÊ KITÊB…
Asasê vê kitêb di HAWAR’a 1941 an de, ji aliyê rehmetî CELADET BEDİRXAN ve
hatiye saz kirin û çap kirin. Sergotina (titr. başlık) van gotarên perîyodîk
(seri); Gramêra KURMANCÎ bû. Pişt re, brayê wî, Kamuran Bedirxan di sala 1947
an de, li Parîsê û di Dibistana Miliya Zmanên Jîndarên Rojhilat( l’Êcole
Nationale des Langues Orientales Vivantes) de, bû profesorê Zmanê Kurd. Ji ew
roj û vir ve, li vê Dibistanê de, Prof. Bedirxan, li ser zman û edebiyatê Kurd,
ders dide. Birek van dersan ha, Prof. Bedirxan, di kitêbek de kom kiriye û navê
wê kitêbî jî ''LANGUE KURDE (ZMANÊ KURD)'' deyniya. Çapê vê kitêba siwemin, di
sala 1968 an de, li Parîsê bûye. Vê kîtêba K. Bedirxan de, hemû salix û larîfên
gramêr û zman, bi frensawî nin, bi tênê, misalên wê kurdî nin: (wek ya Badilli
ya ''Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri'')
Vê car me, di hazir kirina vê kitêba ku destê we de ye, sistema Celadet û
Kamuran Bedirxan, dîsa esas girt. Lê belê, hemû salix û larifên frensawî rakir
û kir kurdî û di bin van salixan de, tirkiya wan ji deyniya. Bira lêker (fiil),
me ji aliyê sistemakî û bira daçek, rengpîşe (zarf), girêk (bağlaç) û nîda
(ünlem) de jî, bi timamî guhêrand; û nemaze ji alîyê misalan ve gelek
berfirehtir kir. Di vê xebatê de, ji kitêba Celadet Bedirxan- Roger Lescot ve
jî (8), nemaze di bira daçek, rengpîşe û nîda de, me gelek îstîfade kir. Dîsa,
di nav misalên van birên paşî de, gelek misal henin ku an bi xwe yê me nin, an
jî me bi xwe, di nav kitêb û kovarên kurdî re derêxist. Ji ber hingê jî, vê
kirê me çiqas piçûk û kêm biha be jî, di vê kitêb de, em bûn pardar û
arîkarvanê K. Bedirxan.
Di dawiya vê pêşgotinê de, em dixwazin, niqtayek gelek giring bînin bîra
xwendewaran: Di pêşiya kitêb û nemaze bira lêkaran de, ger xwendawar baş bala
xwe me din û li ser mewzuên wan, wek kitêbek matematîkî çend caran mijûl me bin
û me nivîsin, dibe ku bihn teng bibin û dev jê berdin. Ji beranberê vê yekê,
heke xwendewar bi sebir, bala xwe baş bidin û hin cimleyan û kişandina lêkeran
çend caran binivîsin, bidil ders û seh bikin; ew çax vê kitêb, her dilşadî dide,
şîrîn dibe û bi kurtî, xwendewar jê kêfxweş dibe.
Hêvîdar im, xwendewarên me, vê xizmeta me ya piçûk ve îstîfade bistînin û di
rojên paşeroj de, afirandinên hin hêjatir û berfirehtir, çi di vî warî û çi ji
her derên din de, bînin meydanê.
14 Adar 1971
Ş. Şivan
(1) Ji FÊRBÛNA XWENDİNA KURDî, K. Bedirxan, Parîs, 1968, Rûpel: 47
(2) Ji BOLŞEVÎZM TARÎHÎ, Arthur Rosenberg, e yayınları, Ankara, 1969 rûpel: 78.
(3) Celadet Bedirxan, HAWAR, 15 Nîsan 1941, Hejmar: 27.
(4) Thomas BOIS. CONNAISSANCE DES KURDES, Beyrouth, 1965, p: 115.
(5) HAWAR, navê kovara bi nav deng e ku, cara yekê, di 15 Gulan 1932 an de, li
Şamê çap bûye. Ji ew tarîxî bi heta 1035 an 26 hejmarên wê kovarê der hatine; û
ew tarîx pê ve bi heta 15 gulan 1941. ji ber hin sebebên sîyasî, belav nûyîna
xwe daye rawistandin. Ji 15 Gulanê 1941 a bi heta 15 Tebax 1943, 57 hejmarê
HAWAR hatine çap kirin.
Hawar, ji meseleyên siyasî pirtir; li ser edebiyat, zman, tarîx, folklor,
torevanî, gramêr û seneta Kurdan sekinye û mijûl bûye. Digel Hawar, ji sala 1
Nîsan 1942 an û bi heta 1945 an, dîsa li Şamê Kovara Ronahî ketiye jîndarîya
çapê û wek kovarek aktualîte belav bûye.Piştre, wek rojnameyek siyasî, li
Bêrûtê ROJA NÛ (1943-46) ketiye meydana çapê.
(6) Ji sala 1924 û pê ve, bi heta van salên nîzîk, cara yekê, di 1958 an de, bi
eşkera, li rojnama İLERİ YURT de, hin gotin û methelokên Kurd, digel tirkiyê
van, bi kurdî çap bû. Piştre di Rojnama DİCLE-FIRAT, DENG, ROJA NEWE û YENİ
AKIŞ de ew gelenek ha, li gora imkaniyat û zanîna nivîskaran, dom kir.
Di 1965 an de, bi gramêra Kemal BADILLI, ew çarçiva hesin ha, hat şkênandin û
''Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer'' bi serbestî, li Enqerê de çap û belav bû. 1967
an de, du kitêbên Musa ANTER, da pey ya BADILLI û bi serbestî belav bûn: A yekê
BIRÎNA REŞ (afirandik teatroyî ye û bi kurdî-tirkî hatiye nivîsandin) ya didoyê
Ferhenga KURDÎ-TÎRKÎ ye.
Elfabeya M. E. Bozarslan di sala 1968 an de çap bû bi rastî ne tenê nav xwenda
û entelektuelên Kurdan de, di nav gundî û cotkarên Kurdan de jî, deng jê da û
rêyek nû vekir. Piştî vê elfabe, dîsa di bin qelema BOZARSLAN ve, MEM û ZÎN a
XANÎ, digel gohartoya tirkî, çap bû û vê şahesera bilinda klasîkî, ket pêş
çavên xwendewarên Tirkiya.
(7) Joyce BLAU, DICTIONNAIRE KURDE, Bruxelles, 1965.
Me daxwaz heye, vê ferhengê ha, li Tirkiya jî çap bikin ji bo isîfadê
xwendewaran. Ji ber ku, vê ferheng gelek pratîk, ceribandî û ji bo zmanê
nivîskî, wek kilîek asasî ye. Asasê ferhengê, bi destê Celadet dest pê kiriye û
di bin qontrola K. Bedirxan de û bi destê şagirta wî, Blau banû ve ''KURDÎ-FRENSAWÎ-INGÎLÎZÎ''
hatiye çap kirin.
(8) CELADET BEDIRXAN- ROGER LESCOT, GRAMMAIRE KURDE (Dialecte Kurmandji),
Paris, 1970.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar