Terorîstên Haştî Şabî îro avahiya PDKê ya Bexdayê û ala
Kurdistanê şewitandin.
Pûlisan jî li êrîşkaran temaşe kirine. Ev yek jî şêleke pir
manîdar e. Heta nuha hukûmeta Îraqê tiştek negotiye.
Haştî Şabî girêdayî Îranê ye û tu ferqa wê ji Daîşê tuneye. Bêyî emrê Îranê terorîstên Haştî Şabî tiştekî wiha nakin.
Îhtîmal e tiliya tirkan jî di êrîşê da hebe, yanî çeteyên
girêdayî Tirkiyê bi Haştî Şabî ra ev êrîş kiribin.
Dibê ev alîyê meselê baş were kolan. Çimkî Tirkiye jî û Îran
jî ji peymana Şengalê nerehet in.
Di her êrîşa li hemberî kurdan da dibê meriv li tiliya
tirkan bigere.
Hukûmeta Kurdistanê dibê alîkariyê ji hêzên mitefikan
bixwaze û vê êrîşî bêbersîv nehêle. Gerek ev êrîş, ev tirr ji van terorîstan ra nemîne.
Jiyana bi van hovan ra ne mimkûn e, çare û xelasî serxwebûn
e, wekî din tu rê tuneye.
Heşda Şebî îro li Bexdayê êrîşî baregeha PDKê kirin û
baregeh bi tevayî şewitandin. Hêzên ewlekariyê li êrîşkaran temaşe dikirin.
Mesele cidî ye. Hela ka em binêrin bersîva kurdan ewê çi be.
XXX
Kurdistan û her çar
welatên Kurdistan dagir kirine dikelin. Şer û pevçûn giş li ser serê me ye,
dixwazin rê li ber azadiya me û çêbûna Kurdistanê bigrin. Loma tirk, faris,
ereb nola gurên har, bênabên êrîşî me dikin. Ji bo Kurdistan çê nebe, her
hovîtiyê, her dînîtiyê dikin.
Bûyer pir bi lez diqewimin, meriv nizane sibe ewê çi bibe.
Lê tiştê xuya dike li van welatan gelek hedîseyên mezin, yên nuha meriv texmîn
nake ewê bibin. Tirkan çarhawêlî xwe kirine mayin, her tim kane teqîneke mezin
çê bibe. Îraq û Sûriye jî dikele.
XXX
Mewlane
-Min pir însan dîtin, kinc lê tunebûn. Min gelek kinc dîtin,
di nav da însan tunebûn.
Mewlane
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar